Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî

  • jin
  • 09:00 3 Cotmeh 2024
  • |

STENBOL - Hevala têkoşînê ya Nagîhan Akarselê Necîbe Karadag a ku dê li cihê ku hevdu bidîtana dengê çekê bihîstiye wiha got: “Nagihan xewna hemû jinên bedêldayî pêk dianî, lewma jin xwedî li têkoşîna wê derketin.”

Têkoşîna endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê cotmeha 2022’yan li bajarê Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê ya Federe hatiye qetilkirin, hevalên wê didomînin. Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd a ku Nagîhan Akarselê xebatên wê dida meşandin, di 24’ê hezîrana 2023’an de hate vekirin. Em bi yek ji hevalên Akarselê ya ku xebata wê temam kiriye, endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Karadag re axivîn.
 
NASÎNA NAGIHANÊ
 
Karadag destnîşan kir ku ew dema sala 2018’an xebatên jineolojiyiyê dida meşandin li Hêrama Federe ya Kurdistanê Akarselê nas kiriye û derbarê wan rojan de wiha axivî: “Me li bajarê Serêkaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li wir cihên arkeolojîk û dîrokî yên çanda Til Xelefê hebûn, xebat didan meşandin. Ji ber Til Xelef li Kurdistanê deverek bû û projeya li vê derê ji bo me hemûyan gelek girîng bû. Anku çanda me ya beriya sed salan ji vir hatiye dizîn, li Muzaya Pergamon a li bajarê Berlîna Elmanyayê biqîmet dibû. Wek kurd, hewce bû ku em li ser van bingehan nîqaşan bikin. Nagîhan Akarsel di vê hêlê de lêkolînvanekî xurt bû, lewma pir berçav bû. Derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîqaş û hûrbûnên wê yên xurt hebûn. Di vê hêlê de ji bo projeya me çavkaniyekî girîng bû. Beriya salan çanda me ji vê derê dizîne. Diviya me çîroka çar aliyê Kurdistanê vegotana. Lêhurbûnekî mezin a hevala Nagîhan a ‘Gelo em ê çawa karibin çand û dîroka xwe ji nû ve binivîsin?’ hebû. Ji bo min nasînekî pir hêja bû û naskirina min a wê bi vî awayî bû.” 
 
‘XEBATÊN WÊ ACIZ KIRIN’
 
Karadag bi bîr xist ew di sala 2019’an de li Herêma Kurdistanê ya Federe careke din bi Akarselê re rastî hev hatiye, derbarê wan rojan de wiha axivî: “Derbarê projeya Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê de analîzên me çêbûn. Di sala 2021’an de li Herêma Kurdistanê ya Federe xebatekî bipergal a jineolojiyê tunebû lê bêlê derbarê çawaniya xebatên civaknasî de xebatên me yên sehayê hebûn. Me dixwest em derbarê vê mijarê de hin daneyan bidin ber hev. Me di vê hêlê de komxebatên jineolojiyê li dar xistin. Em nêzîkî mehekî bi ser vê mijarê xebitîn û me çavkaniyên girîng bi dest xistin. Herwiha komkirina van çavkaniyan gelek girîng bû. Nagîhan di vê mijarê de xebatekî pir hêja bi pêş xist. Xwe gihand çavkaniyên cuda û van da ber hev. Ev xebatên Nagîhan Akarselê di vê hêlê de dagirkeran aciz kir.”
 
LÊHURBÛNA ‘AZADIYA JINÊ’
 
Karadag diyar kir ku derveyî xebatên dîrokî, arkeolojîk û civaknasiyê, Akarselê xwe gihand çavkaniyên gelek hêjê ên analîzkirina civakê û da zanîn ku Akarsel plansaziya serdana herêma Germiyan, Şikefta Zerze ya Kurdistana Federe û Hewremanê dikir. Karadag bilêv kir ku ew ji sala 2021’an heya sala 2022’yan bi Nagîhanê re xebat dane meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Herêma Federe, êşên giran kişandin. Taybetî ji piştî salên 1990’î hezaran jin hatin qetilkirin, hezarên wan hatin şewitandin. Ji bo Nagîhan Akarselê ev pirsgirêkên mezin bûn. Akarsel gelek caran rapirsîna pirsên ‘Gelo jin çima xwe dişewitînin? Çima xwe dikujin?’ dikir. Di vê mijarê de tim di nava lêgerînan de bû. Ev yek wê gelek xemgîn dikir. Li gorî wê jinên li Kurdistana Federe xwedî hêzekî mezin bûn û diviya ev hêz arasteyî azadiyê bihata kirin. Li gorî wê ev yek jî dê bi tenê rêxistinkirinê pêkan bûya.” Karadag bal kişand ser taybetmendiyên Akarselê yên kesayetî û da zanîn ku Akarsel bi baldarî kesên diaxaft guhdar dikir û ev yek jî ser kesên diaxaftin bandorekî taybet dida avakirin. Karadag got ku ew bi her kesî re suhbet dikir û wiha pê de çû: “Teqez hal û rewşa wan dipirsî. Taybetî jî bi baldarî guhdarkirina kesan a Akarselê ji min re pir balkêş dihat. Ji ber ku dixwest jinan fêm bike. Ji bo wê wate, herêkbariya têkiliyê avakirin bû. Li herêmê hilweşandina zilamsalariyê û li şûna wê avakirina feraseta jina azad, ne hêsan bû. Lê belê hevala Nagîhan bi şêwaza xwe ya danîna têkiliyê, vê yekê pêk dianî. Di hêla rêbertiya civakê kirinê de rol û ristê nîşanî jinan dida.” 
 
EVÎNA NIVÎSÎNÊ
 
Karadag anî ziman ku Akarsel tim bi plasazî, di karê xwe tim micid bû û heya bi ser bikefta, dest ji têkoşîna xwe bernedida û axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku yekî xwedî plansazî bû tim wiha digot, ‘Plansaziyên me bi xwe hene lê belê ev der Rojhilata Navîn e, dibe ku her kêliyê ev plansazî biguherin. Pêşdîtina wê xurt, evîna wê ya nivîsandinê gelek mezin bû. Herwiha xwendinê jî pir hez dikir. Pênûsa wê xurt bû. Şêwaza wê pir helbestkî bû. Zana bû û dizanî hestên xwe li hev bîne. Di pirtûka xwe de nivîsandibû ku ‘Zanista jineolojiyê, mejî bi dil re girêdan e’. Her roj teqez pirtûk dixwend û bi kesên derdorê xwe re van xwendinên xwe parve dikir. Tenê parve nedikir, bi parvekirinê difikirî ku gelê dê çawa were dewlemendkirin jî.”
 
HEVDÎTINA DAWÎ
 
Karadag got ku ew demekî pirs nêz ê beriya qetilkirinê bi Akarselê re hatiye li cem hev û wiha qala hevdîtina xwe ya dawî kir: “Çend roj beriya were qetilkirin me hevdû dît. Di vê hevdîtinê bi kûrahî qala bîranînên xwe kir. Tabetî jî dema di girtîgehê de maye, behsa hevalên xwe û bîranên xwe kirin. Bîranînên xwe yên bi dayika xwe re parve kir û ev li ser min gelek bandor kir. Dayika Nagîhanê jê re gotiye dema ji girtigehê derdikeve bila were ba wê. Ew jî bi dayika xwe re, ‘Li gund qet dar nîn in, ez ê bêyî dar û şînkahî li gund çi bikin?’ gotiye. Bi ser vê yekê dayika wê li her çar aliyê malê şitlên daran danîne. Ji ber hestiyariya partiyê ya ekolojiyê dizanî, xebatên wê yên bi vî awayî li gund hebûn. Dîsa derbarê xebatên xwe yên ekolojiyê yên li Efrînê de jî bi berfirehî axivî. Dixwest her tiştekî bi hemû hurgiliyên xwe ve vebêje. Min jî wê demê jê re wiha got, ‘Gelo te çima her tiştekî ewqas dirêj û kûr vegot, te tu caran ewqas dirêj nedikir.’ Ew jî bi ken wiha got: ‘Ev yek ji bo min pir girîng in, ji dilê min hat, lewma min xwest bi te re parve bikin.’ Piştre digot ‘Divê em ser têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.’ Gelek caran digot divê em kursên jineolojiyê bi pêş bixin. Çend roj piştî van nîqaşan şehît ket.”
 
‘DEMA MIRIM DIXWAZIM BIBIN PEPÛLE’
 
Karadag destnîşan kir ku Akarsel her tim li hemberî xweza û ajalan hestiyan bû û ev tişt gotin: “Carekê çûbû li Herêma Yaresanê. Li wê derê wênesaz Salar Mecît ji Nagîhanê xwest kû jê re nîgarekî xêz bike. Hevala Nagîhanê jî jê re wiha got, ‘Ji min re nîgarekî ku tê de pepûle hene xêz bike, dema mirim dixwazim bibim pepûle.’ Dema hatiye şehîdkirin, maseyekî wêneyên wê û zana li ser bûn hebû. Wê demê bi rastî jî bi baskên xwe yên rengorengo, pepûleyekî mezin a ku min heya wê rojê nedîtiye daket ser maseyê. Heya ku ji bo wêneyê wê bikêşe, me bang li hevalê nûçegihan kir, pepûle firiya. Dema pepûle firiya, ew suhbeta ku me bi ser pepûleyan kiribû hate bîra min û ez pir bandor bûm.
 
‘JIN TÊKOŞÎNA WÊ DEWR GIRTIN’
 
Xeyal û armancên Nagîhanê ji hêla jinan ve hatin pêkanîn û jinan têkoşîna wê dewr girtin. Qetilkirin ne tenê li Herêma Federe, li tevahiya Kurdistanê bû sedema hêrsekî mezin a jinan. Ev êriş ji bo tunekirina bîra Nagîhan li Herêma Federe ava kiribû were tunekirin, hate pêkanîn. Ji ber ji bo hemû jinên li Kurdistanê projeyekî girîng bû. Ew xewna gelek akademîsyen, nivîskar, siyasetmevan, li gel gelek pêşmergeyên jin, xeyalên jinên di jiyana xwe de bedêldayî, pêk dianî. Bi van jinan re ket têkiliyê û wan tev li projeyê kir. Lewma qetilkirina wê ser wan jinan jî gelek bandor kir. Mirina Nagîhanê têkeoşîna jinên li Kurdistana Federe xurt kir. Jin xwedî li çand û bîra xwe derketin û projeya jineolojiyê temam kirin.” 
 
NEKARÎ BIÇE LI CIHÊ HEVDÎNÊ 
 
Karadag bi bîr xist ku roja hatiye qetilkirin,ew  ji bo hev bibînin randewuyê dabûn hev ev tişt gotin: “Rojekî beriya hevdîtinê em bi Nagîhanê re bi ser telefonê axivîn û ji bo roja paştir hev bibînin, me soz da hev. Herwiha min got ku ‘Ez sibê bêm û em bi hev re derbas bibim’. Wê got, ‘Na em sibê li baxçeyê pirtûkxaneyê dema rûniştin hev bibînin, em ê li wê derê hevdîtina xwe pêk bînin’. Ev axaftina min a bi Nagîhanê re ya dawî bû. Li baxçeyê pirtûkxaneyê dar û kulîlkên gelek bedew hebûn. Nagîhan kengî bihata li pirtûkxaneyê, kulîlkan av dida. Herwiha li bexçeyê me darekî mezin a dureşkan hebû û gelek jê hez dikir. Roja paştir bi ser satea ku em hev bibînin dem derbas bûbû, hêj ku ez li benda wê bûm dengê çekê hat û ez veciniqîm. Tê bêjî qey ji hundirê min tiştek qetiya. Min hîs kir ku tiştekî xirab çêbû. Demildest bi telefonê ez li Nagîhanê geriyam, lê belê kesî bersivê nedida. Çend deqe şûn dengê wesayît, ambûlans û sîrenê hat. Ez jî wê kêliyê derketim û min dît ku li dora wesayîta wê girtine. Êriş çêbûbû û hevala Nagîhan şehît ketibû.”
 
‘KUJER XWE SPARTIN PDK’Ê’
 
Karadag da zanîn ku di pêvajoya hatiye meşandin de tenê tetîkkêş hatiye cezakirin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Wekî tê zanîn kujer hate girtin lê belê kesên ku alîkariya kujer kirine xwe li Hewlerê spartin PDK’ê. Li gorî agahiyên ji saziyên fermî hatine girtin, derket holê ku kujer û qetlîam ji hêla kesên derveyî Herêma Federe ve hatine organîzekirin û kesên li hundir jî piştevaniya wan kesan kirine. Di rojên pêşiya me de em ê derbarê biryara dadgehê de daxuyaniyekî li dar bixin. Jin kedekî mezin dan, li gelek deveran îmze kom kirin. Sedan akademîsyen, nivîskar, hunermend, saziyên civakî û hêzên demokrasiyê tev li kompanyaya îmzeyê bûn. Ji Konseya Ewropayê û Serokwezîrê Iraqê Mumahmmed Şiya Sabbar Es-Sudanî re name hate şandin. Di nameyan de bal kişandin ser jinên li Kurdistanê tên qetilkirin. Anku daxwaza me sekinandina qetilkirina jinan, cezakirina faîlên wan, darizandina kesên alîkariya wan kirine ye. Têkoşîna me didome. Jin xeyalên Nagîhanê nivcoyî nehiştin, têkoşîna wê dewr girtin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin