Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang

  • rojane
  • 15:39 7 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Wan û Êlihê hatin kirin de hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan û têkildarî agahînegirtina mûtleq a li Îmraliyê didome bang li saziyên navnetewî hatin kirin ku peywîra xwe bi cih bînin.
 
Bi pêşengiya TUHAY-DER’a Wanê û malbatên girtiyan, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hate vekirin. MEBYA-DER, DBP, Dayikên Aştiyê, parlementera DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, TJA, Meclisa Ciwanên DEM Partiyê jî tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘JIYANA GIRTIYÊN SIYASÎ DI BIN XETEREYÊ DE YE’
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar metna daxuyaniyê xwend û bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê mafên jiyan û tenduristiyê yên extiyar, nexweş, astengdar, jin û zarok bi taybetî girtiyên siyasî di xetereyê de ye. Ûyar, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên ku di vê hefteyê de pêk hatin, ji bo nîşandana binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê bes e û wiha got: “Abdûlkadîr Kûday ê ku tevî rapora ATK’ê ya 3 caran ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da jî nehat berdan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Her sal nêzî 100 girtî ji ber ku mafên wan ên tenduristî û jiyanê nayên parastin bi vî rengî jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş cezayê darvekirinê ye ku bi demê re belav bûye. Em bang li hemû civakê dikin ku li dijî siyaseta mirinê parastina jiyanê bikin.”
 
‘DIVÊ GIRTINA GEMÎCÎOGLÛ BÊ TALOQKIRIN’
 
 
Ûyar, bal kişand ser rewşa Gemîcîoglû jî û diyar kir ku Abdurrahman Gemîcîoglû yê ku nexweşiya wî giran bû û ji ber nexweşiya pençeşêra kolonê tedawî dibû, bi saetan di ambulansê de hat ragirtin, bi ambûlansê birin girtîgehê û hat girtin. Ûyar, destnîşan kir ku divê ev girtin bêtaloqkirin û pêvajoya tedawiyê neyê astengkirin û ev tişt got: “Bi vî awayî mafên tenduristî û jiyanê yên bi sedan girtiyên ji 65 salî mezintir dixin xetereyê. Divê biryara taloqkirina înfaza hezar û 500 girtiyên nexweşên giran bê dayîn û mafê jiyana van kesan bê parastin. Divê demildest daxwazên sewqkirin û dermankirina girtiyên nexweş bên bicihanîn. Daxwazên girtiyan ên ji bo kontrol û dermankirinê yan bi derengî tên bicihanîn an jî tên astengkirin. Bi vî awayî pirsgirêkên tenduristiyê û êşên giran bi demê re li ser mirovan tên ferzkirin. Ev pêvajoya ku di burokrasiyê de tê xeniqandin, mîna ku bi taybetî tola girtiyên siyasî hilîne, pergala îşkenceyê ye. Em bang li hemû parazvanên jiyanê dikin ku li dijî vê pergala mirin û îşkenceyê ya ku bi demê re belav bûye, deng bilind bikin.”
 
‘BERPIRSIYARÊ TECRÎD Û ÎŞKENCEYÊ WEZARETA DADÊ YE’
 
Bi domdarî Ûyar, anî ziman ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê nêzî 44 meh in tu agahî nayên girtin. Ûyar, bi domdarî wiha got: “Ji 25’ê adara 2021’an û vir ve zêdetirî 600 serlêdanên serdana malbat û parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Di nava vê hefteyê de jî daxwazên nû yên serdana parêzer û malbatê hatin kirin. Lê belê ev hemû serlêdan an bêbersiv tên hiştin an jî bi ‘cezayên dîsîplînê’ bêyî hincetên diyarkirî tên redkirin. Berpirsiyarê vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya ku berdewam dike, gelek sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî bi taybetî Wezareta Dadê ye. Li hemberî van polîtîkayên bêhiqûqî û tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin, em bang li rêxistinên navneteweyî di serî de NY, Konseya Ewropa û CPT, hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk dikin ku erka xwe pêk bînin.”
 
Herî dawî Ûyar, ji bo mitînga 13'ê cotmehê ku dê li Amedê bê kirin, bang kir û hemû gel tev li mitîngê bibe. 
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê bi pêşengiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Deng bide azadiyê” hat lidarxistin. Malbatên girtiyan, rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), DBP, DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’ 
 
Hevserokê DBP’a Êlihê Resûl Çetîn di çalakiyê de axivî û da zanîn ku politikaya desthilatdariyê ya li ser girtîgehan ku li dijî rûmet û hiqûq mafên mirovan e roj bi roj diguhere û got: “Bi taybetî girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Mafên tenduristiyê û tedawiyê yên girtiyên nexweş ku li dijî mafê jiyanê û hiqûqê ye tê astengkirin. Tevî ku bi sedan girtî li ber mirinê ne jî nayên berdan û berdana wan bi zanebûn tê astengkirin. Hejmara girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest didin, li ber çavan û hejmarek xeternak e. Herî dawî jî girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday jiyana xwe ji dest da. Tevî ku haya hemû rayedaran jê hebû jî berdana wî hat astengkirin û wî terkî mirinê kirin. Kuday bi destê dewletê hat qetilkirin.” 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/10/2024
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin