Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e

  • rojane
  • 10:11 20 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Doç. Dr. Hakan Guneş diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn guherînê li hemû welatan ferz dike û wiha got: “Tişta ku kurd bikin girîng e. Kurd di nava hevkêşeyeke piraktor û tevlihev de ne û hewl didin mafên xwe yên kolektîf berfirehtir bikin.” 

Aloziya li Rojhilata Navîn her ku diçe tevlihevtir dibe. Piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de, Îsraîlê li dijî Xeze û Lubnanê dest bi êrişan kir. Bi hedefgirtina Lubnanê re rageşiya di navbra Îsraîl-Îranê de jî zêde bû. Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Doç. Dr. Hakan Guneş têkildarî hevkêşeyên nû yên li Rojhilata Navîn û geşedanên heyî nirxand. 
 
'GUHERÎNA VÊ CARÊ CUDA YE’
 
Guneş, diyar kir ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn pir zû diguherin lê guherîna vê carê cuda ye û erdnîgariyeke berfireh veguheriye qada şer. Guneş, wiha domand: “Di navbera Îsraîl û şirîkên wê û Îran û şirîkên wê de li tevahiya herêman şerek heye. Qada Yemen, Lubnan, Sûriye û Iraqê jî di nav de. Pêvajoya şer a bi Filistînê dest pê kir, wisa xuyaye ku pir berfireh bûye. Piştî demekê dirêj, cara ewil e şerekî navdewletî dest pê dike. Îran li ser xaka xwe êrişî xaka Îsraîlê dike. Ev hêj ne şerekî tam e. Di termînolojiya leşkerî de ji vê re dibêjin şerê jihêzxistinê. Bi demê re hatiye vehêlandin, çavkaniyên aliyên din, derfetên wê, hêza wê ya şerkirinê qels dike û stratejiyeke bi vî rengî tê meşandin.” 
 
GELO DIBE KU ŞEREKÎ HERÊMÎ DERKEVE?
 
Guneş, diyar kir ku Îsraîl bi alîkariya Amerîkayê hewl dide Îranê raste rast bixe nava şer û ev nirxandin kir: “Aktorên din ên ne li gel Îran û şirîkên wê, zêdetir tenê rewşa heyî dişopînin. Guneş, got ku ne li bendê ye ku Misir, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Iraq di demekî nêz de tev li vî şerê herêmî bibin û ev tişt anî ziman: “Ev şer, zêdetir di navbera Îran û şirîkên wê û gelê Filistînê û piştevanên Îsraîlê DYA, Ingilistan û welatên din de ye. Sedema ku aktorên din tev li vî şerî nebin hene. Ji ber ku Îran li herêmê reqîbeke zor e û divê were zeîfkirin. Lewma jî Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye û Misir bi erênî nêz dibin ku Hîzbullah li Filistînê qels bibe. Bi vê yekê re hêzên ew piştgiriyê didin wan dê bihêz bibin. Heman tişt ji bo herêmên din, Yemen û Sûriyeyê jî derbasdar e.” 
 
Doç. Dr. Hakan Guneş
 
‘DÊ ÎSRAÎL ÊRIŞÊN XWE BERFIREHTIR BIKE’
 
Bi domdarî Guneş anî ziman ku Îsraîl dê êrişên xwe yên li dijî deverên Hîzbullah lê dimîne, ber bi başûrê Lubnanê û hinek deverên Sûriyeyê ve berfireh bike û wiha derbirî: “Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, demekî nêz berê got ku dê li dijî başûrê Lubnanê operasyona bejahî bidin destpêkirin. Lê operasyona bejahî wisa hêsan nîne. Em dibînin ku Îsraîlê nekariye li qadeke biqasî 15-40 km’ên Xezeyê jî serdestiya xwe pêk bîne. Derfetên cebilxane, teknîk û teknolojiyê yên Hîzbullahê ji yên Hamasê pir zêdetir in û li vê erdnîgariyê serdest e. Lewma ne karekî hêsan e ku di nava çendek hefteyan an jî mehan de bikare were bidestxistin. Lê operasyona bejahî hatiye destpekirin. Îsraîl dixwaze ku li qada başûrê Lubnanê hêza leşkerî û cebilxaneya Hîzbullahê pir biçûk bike. Lê kesek nizane dê ev yek çawa bi encam bibe.” 
 
Di berdewamê de Guneş da zanîn ku Îsraîlê demekî nêz berê navenda fermandariya siyasî û leşkerî ya Hîzbullahê têk bir û ev yek ji nbo Hîzbullahê têkçûneke mezin bû. Guneş, wiha pê de çû: “Hîzbullah ne ‘bêser’ e û di rewşeke ‘nizane dê çi bike’ nîne. Operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê pir hêdî pêş dikeve û ev yek nîşan dide bê ka Hîzbullah li wir çiqasî xurt e. Têkçûna navenda fermandariya Hîzbullahê nayê wateya têkçûna Hîzbullahê.” 
 
HILBIJARTINÊN DYA’YÊ Û BAZARIYÊN NÛ
 
Guneş, daxuyand ku Îraneke li Rojhilata Navîn zeîf bûyî dê ji bo aktorên din firsendên cuda biafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov bi awayekî berfireh li Rojhilata Navîn dinêre; zêdetir qadên civak û rêxistinên şîe yên Îran û şirîkên wê hene. Li gel vê, aktorên ku bi hev re pirsgirêkan dijîn hene. Mîna Tirkiye, Erebistana Siûdî, Misir, Qeter û hwd. Ev aktor niha dibêjin ku heke Îran qels bibe dê ji wan re qad vebe. Ya duyemîn jî piraniya van aktoran bi navenda rojava re, bi DYA’yê re pirsgirêkan dijîn. Lewma jî ev pêvajo derfetê dide bê ka dê di vê hevkêşeyê de li gel kê cih bigirin û ev yek hêza bazariyê dide. Ev meseleye di têkiliyên Qeter-DYA’yê de, di têkiliyên Riyad-Erebistana Siûdî-DYA’yê de, di têkiliyên Tirkiye-DYA’yê de derfetê de dide çarçoveyeke nû, peymaneke nû û afirandina hevkêşeyeke nû. Lewma jî ev aktorên behsa xeberê xwe li benda hilbijartinên DYA’yê digirin û dixwazin bi rêveberiya nû re destê wan xurtir be û bikarin bi awayekî xurt li ser maseya bazariyê rûnin. Li dijî rastiya dilêş a şer, ji hêla dewletên li herêmê derfeta avakirina tifaqên nû û xurtkirina pozîsyona xwe ya di nava vê tifaqê de dide.” 
 
RAGEŞIYÊN DYA Û TIRKIYEYÊ
 
Guneş diyar kir ku têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Rojavayê re nêzî 10 sal in ne di asta stratejîk a berê de ne û got ku hîna jî di heman kampa siyasî ya navneteweyî de ye. Guneş bal kişand ser wê yekê ku di serî de DYA di navbera welatên rojavayê yên navendî û Enqereyê de kêşeyên girîng hene û got: “Ji van aloziyan a herî girîng kurdên herêmê ne. Bi taybetî jî desteka DYA û Rojava ya ji bo PYD’ê di rêza herî pêş a aloziyan de ye. Ya duyan Her çiqas Tirkiye di polîtîkaya Sûriyeyê de heman perspektîf şopandibin jî, bi hev re tevnagerin. Ya sêyem, her çend di genegşiyên li Lubnan, Iraq, Yemen û van hemû waran de berjewendiyên wan pir nêzîkî hev bin jî, Enqere û Waşîngton nikaribûne bi konsensuseke lihevkirinê pêş ve biçin. Waşîngton peyamê dide Tirkiyeyê ku pêwîstiya wê bi Enqerê heye ji bo bihêzkirina eniya hevalbendiya xwe ya rojavayê ku Îsraîl jî di nav de ye û DYA, peyama 'amade ye' ku bi Tirkiyeyê re peymaneke nû îmze bike û mijarên dualî ji nû ve binirxîne dide. Sernavên şênber ên van peyaman jî jî ew e ku heta îro F-35 nedidan Tirkiyeyê. Li şûna wê, dê guhertoyên nû yên balafirên F-16 bihatana dayîn, lê ew jî nayên dayîn. Pêşketinên ku Enqere dixwaze di warê hevkariyê de pêk nayên."
 
‘TIŞTA KU KURD BIKIN GIRÎNG E'
 
Guneş bal kişand ser rewşa kurdên ku li Rojhilata Navînê di navenda şer de ne û wiha got: “Kurdên li navenda Rojhilata Navîn xwedî kapasîteya rêxistinî ya nedewletî ya pir girîng in.  Rewşa Sûriye, Tirkiye û Îranê jî ev e. Li Iraqê di asta rêveberiya herêrmî û dewletê de ne. Ev şer, wê bandoreke mezin li ser erdnîgariya kurdan a berfireh bike. Hevsengiyên nû yên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn di serdema nû de şikil digirin û li vir ya girîng wwê Erebîstana Siûdî, Qeter û Tirkiye çi bikin. Lê her wiha wê kurd çi bikin jî girîng e. Her wiha kurd jî hewl didin li Rojhilata Navînê di nava hevkêşeyeke piralî, piraktor û tevlîhev de qada hebûnê, mafên xwe yên qanûnî û kolektîf berfireh bikin."
 
‘KURD AKTOREKÎ GIRÎNG IN'
 
Guneş bal kişand ku kurd wekî aktorekî girîng li qadê ne û wiha got: “Bi awayekî xwezayî pirsgirêka kurd wekî mijareke girîng derdikeve pêş.  Tirkiye, Îran û Iraq pirsgirêka kurd di çarçoveya Peymana Sadabatê de dibînin. Heta niha her sê dewlet jî li gorî vê tevdigerin. Yek ji wan hewl nade ku li dijî yê din piştgirîya kurdan bike. Ev nêzîkatî berdewam dike. Berfirehkirina otonomiya kurdan bi taybetî li Tirkiyeyê û zêdekirina hebûna wan a siyasî ne rewşeke ku tê xwestin. Ji ber ku Tirkiye tevgera kurd wekî xeteriyeke hebûnê dibîne. Lê her welatek jî pêdivî ye ku rêzikên nû yên cihêreng çêbike. Ji ber ku jiyan bi xwe her ku hêzên nû û heyînên nû derdixe holê, wekî berê namîne."
 
Guneş bilêv kir ku Tirkiye di pêvajoyên çareserkirina meseleya kurd ên berê de bi ser neketiye û got ku "pênageva" di meseleya kurd de di heman demê de "pêngava" Rojhilata Navînê ye jî. Guneş bal kişand ser gengeşeyên di siyaseta heyî de ya der barê çareseriya pirsgirêka kurd de jî û got ku merhebakirina Devlet Bahçelî tenê "raçavkirine" e. 
 
Guneş diyar kir ku van rojan bi qasî ku hevkêşeya giştî ya Rojhilata Navîn bandor bike tişt diqewimin û got Tirkiye jî di têkiliyên xwe yên kurdan de bi îhtimala dibe ku tiştek derkeve meydanê raçaviyekê dike. Guneş detsnîşan kir ku ev ne pêvajoyeke çareseriyê ye, lê raçaviyek heye û got: "Divê mirov merhebakirina Bahçelî ya bi parlamanterên DEM Partiyê re di vê çaçroveyê de binirxîne. Ev raçavkirinek e. Û bi temamî bi pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn re girêdayî ye." 
 
MA / Esra Solin Dal

Sernavên din

15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin