Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet

  • rojane
  • 09:57 30 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Parêzeran diyar kir ku girtina 19 kesên li Stenbolê îdiayek “îstîhbarî” kirine hincet  û ji ber sînordariya li ser dosyeyê heye di astek baş de parastinê nekirine. 

Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû birêvebirin de roja 25’ê cotmehê li gelek navçeyên Stenbolê di serdegirtinên malan de 40 kes hatibûn binçavkirin. Ji solîstê Koma Hevra stranbêj Gencay Morkoç jî di nav binçavkiriyan de bû. Di çarçoveya heman lêpirsînê de endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî dema li Edliyeya Stenbolê danişîna meleyên kurd dişopand hat binçavkirin. 28’ê cotmehê ji 40 kesan 19 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 21 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînê li ser îdiayek agahiya “îstîhbarî” daye destpêkirin. 
 
Gencay Morkoç
 
Polîs îdia kir ku şahiya seyranê ya DEM Partiyê organîze kiriye, bi îdiaya “endaman tev li rêxistinê dikin” û “xebatên rêxistinî” pêk aniye. Ji endamê Koma Hevra stranbêj Gencay Morkoç hatiye pirsîn ku çima beşdarî seyranê bûye. Her wiha polîsan di binçavan de ji Gencay Morkoç parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal û hevdîtinên wî yên telefonê pirsîn. Morkoç di parastina xwe de diyar kir ku ew stranbêj e û parvekirinên li ser medya dîjîtal jî div ê çarçoveyê de kirin e. Morkoç îdiayên li ser seyranê red kir û diyar kir ku seyranek ji rêzê pêk anîne. 
 
GIRTIN LI DIJÎ AYM’Ê YE 
 
Parêzerê Morkoç diyar kir ku ji ber sînordarî li ser dosyeyê heye ew nexwedî agahiyên têrkirî ne û ji ber vê yekê di astek baş de parastina miwekîlê xwe nekiriye. Parêzer anî ziman ku Morkoç muzîkjen e û di şahiyên cuda de stran gotine û delîlek şênber ku li ser seyrana ku tê gotin di çarçoveya “xebata rêxistinî” de kirine nîn e. Parêzer destnîşan kir ku nabe ku parvekirinên li ser medya dîjîtal û hevdîtinên telefonê bibin sedema girtinê û têkildarî vê yekê jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hene. 
 
Bedîrhan Sarsilmaz
 
AXAFTINA BI HEVPÎŞEYÊ WÎ RE ‘SÛC’ DÎTIN 
 
Ji endamê OHD’ê parêzer Bedîrhan jî axaftinên wî yên li ser telefonê û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal hatin pirsîn. Sarsilmaz di parastina xwe de anî ziman ku dema wî di danişînê de pîşeya xwe îcra dikir hatiye binçavkirin. Sarsilmaz diyar kir ku axaftinên wî yên li gel hevpîşeyên wî jî wek “sûc” hatine dîtin û tomarkirin û destnîşan kir ku ew bi parvekirinên li ser medya dîjîtal nabe “endamê rêxistinê” û ev yek nabe delîl. 
 
BI CUBEYÊ XWE HATIYE BINÇAVKIRIN 
 
Parêzera Sarsilmaz, Nagihan Avçîl anî ziman ku miwekîlê wê dema li edliyê li ser wezîfeya xwe bû bi cubeyê xwe hat binçavkirin û xebatên pîşeyî yên miwekîlê wê wek “sûc” hatine dîtin. Avçîl destnîşan kir ku tenê der barê miwekîlê wê de nîşeyek îstîhbarî hebûye û agahiya îstîhbarî jî bi tena serê xwe nabe ku bikin delîlê girtinê. Avçîl anî ziman ku miwekîlê wê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya li ser miwekîlê xwe jî qebûl nakin û xwest her tiştê miwekîl diyar e û ji bo vê yekê jî demildest were berdan.
 
SEYRAN Û MAÇA LIDAR XISTIN E JI WAN HATIYE PIRSÎN 
 
Her wiha ji binçavkiriyan; çalakiyên ku beşdar bûn e, daliqandina pankartan, berzkirina dirûşman, axaftinên bi rêya telefonê, maçên li sehaya xaliyê, beşdariya wan a seyranê, kovara Demokratîk Modernîte, pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pirs ji wan hatine kirin. Kesên hatin girtin diyar kirin ku çalakiyên li dar xistin e îdiaya “endamtiya rêxistinê” pêk nayîne û çalakiyên li dar xistin e qanûnî ne. Binçavkiriyan anî ziman ku çalakiyên li dar xistin e û beşdariya wan mafê mirovî yê bingehîn e û tiştên kirin e ne sûc e. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

18/11/2024
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
15:50 DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
15:49 7 pêşnûmeyên têkildarî ziman û perwerdeyê heman rojê hatin redkirin
15:36 Ji girtiyên jin re qert hatin şandin
15:31 Ji bo mitînga ‘Demokrasî û azadiyê’ derî bi derî xebat meşandin
15:26 Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
15:21 Bîranîna Seyîd Riza: Cihê gorê wî eşkere bikin
14:38 Girtiyê destek û lingekî wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
14:17 Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin
14:08 Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê meşiya: Em ê bi ser kevin
13:55 Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike
13:15 24 roj in cenazeyan nadin malbatan
12:47 Berxwedana Xelfetiyê di roja 12’an de didome
12:38 Li Bagokê liv û tevgera hewayî heye
12:36 Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand
12:25 Dosyayên parêzbendiyê yên 5 wekîlan li Meclisê ne
12:14 Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin
11:24 Li Meletiyê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
11:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
10:19 Li Stenbolê zarokek hate girtin
10:17 Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin