Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin

  • rojane
  • 09:59 5 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Welatiyên li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tev li nobetê bûn, diyar kirin ku divê kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha gotin: “Ev xak a me ye. Divê her kes rabe ser pêyan.” 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberên herêmî yên 31’ê Adarê de careke din Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xistibû. Wezareta Karên Hundir a dewlet tirk jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûman didomin. Li gelek bajaran çalakî tên lidarxistin û yek ji navendên çalakiyan jî pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye. Welatiyên tev li nobetê vê derê bûn, xwestin xespkirina îradeyê bi dawî bibe. 
 
KALÊ 80 SALÎ LI QADA ÇALAKIYÊ YE
 
Welatiyê bi navê Mehmet Zekî Dogan ê 80 salî, piştî bihîstina agahiya tayînkirina qeyûm bi gopalê xwe hate pêşiya şaredariyê. Dogan, got ku ji berê ve mafên kurdan tên xespkirin. Dogan, bi xwendina helbesteke bi kurdî tayînkirina qeyûm vegot û ev tişt anî ziman: “Divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve û her kes bi îradeya xwe bê birêvebirin. Mafê tu kesekî nîne zilmekî wiha bike. Bêguman dê xwedê ji ber vê zilmê belaya wan bide. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li her çar aliyên cîhanê her kes dê heqê xwe bistînin. Îro gel li vir daxwaza heqê xwe dike. Xwedî li vîna xwe derdikeve. Berxwedan, mafê wan e.” 
 
'LI REXEKÊ DEST DIRÊJ DIKIN, LI REXA DIN LÊ DIXIN’ 
 
Husnu Ekrem jî ji Îzmîrê ji bo mêvandariyê hatiye Mêrdînê û piştî bihîstina bûyerê, hatiye pêşiya şaredariyê. Ekrem, wiha got: “Em ne ji zindanan ne jî ji mirinê ditirsin. Heta duh jî pêşniyara dewletê ji kurdan re dikirin. Destê xwe dirêj dikirin. Wisa xuyaye ku li rexekê mijûl dikin û li rexa din lê dixin. Em vê qebûl nakin. Heta ku xwîn di laşê me de hebe em ê vê qebûl nekin. Bavê min ji ber seferberê 7 salan leşkerî kir. Lê ev sed sal in kurd li Tirkiyeyê di bin zextan de ne. Li dijî vê hewceye em li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û yekitiya xwe ava bikin.” 
 
Mehmet Ezgî jî destnîşan kir ku qeyûm qanûnî nîne û xespkirina îradeyê ye. Ezgî, wiha domand: “Divê em li dijî xespkirina îradeya xwe derkevin. Em vê qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin. Îradeya gel e. Em van tiştên li dijî îradeya gel hatine kirin şermezar dikin.” 
 
'MÊRDÎN A ME YE’
 
Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya ku di nobetê de cih digire, anî ziman ku ew ê îradeya xwe teslîm nekin. Kaya, wiha pê de çû: “AKP çiqas qeyûman tayîn dike bila bike, heke hinek wijdana walî hebe, hinek îmana wî hebe divê li ser îradeya gel rûnene. Heke li wir rûniştibe, ji xwe ev tê wê wateyê ku ne îman, ne wijdan ne jî insanetiya wî heye. Mêrdîn a me ye. Ew bimirin jî, bijîn jî, qeyûm jî tayîn bikin û çi bikin jî Mêrdîn a me ye. Şaredarî ya me ye. Heta ku em hebin dê her li pey vê dozê bin. Em ê şaredariyên xwe biparêzin. Kurdistan a me ye. Mêrdîn a me ye. Bila bicehimin biçin. Tu tiştekî wan li vir tune ye. Bila ji Mêrdînê derkevin. Mêrdîn Mêrdîna me ye. Ew walî nikare li wir rûne. Bila biçe binê cehnemê û ji wir derkeve. Ew der cihê gel e. Îradeya me tevan e.” 
 
'DIVÊ HER KES RABE SER PÊYAN’
 
Nûrê Tarlak jî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê qeyûm qebûl nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Qeyûm nikare pê li xak û welatê me bike. Ev welat welatê me ye, axa me ye. Şaredarî ya me ye. Heke hinek wijdana wan hebûya dê qeyûm tayîn nekiribûna. Em naçin welatê wan û bi darê zorê şaredariyên wan jê bistînin. Bila ew jî neyên welatê me, xaka me, şaredariya me. Em wan naxwazin. Bijî berxwedan. Divê gelê kurd rabe ser pêyan û kesek li malê ne rûne. Li Wanê çawa her kes rabûbe ser pêyan, divê li vir jî wisa be. Em ê xaka xwe ji tu kesekî re nehêlin.”
 
MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin 
 

Sernavên din

05/11/2024
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e