STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê di 8’ê kanûnê de dê mitînga “Jiyana bi mirovî” li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê di 8’ê kanûnê de li navçeya Kartalê ya Stenbolê bi sernavê “Jiyana bi mirovî” li dar bixin. Têkildarî mitînga bi dirûşma “Li dijî qeyûman, meaşên kêm, şêlandina bacê; ji bo gel demokrasî, ji bo gel budçe” dê pêk were, li otelek navçeya Beyoglûyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li civînê bûn.
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Bajarê Stenbolê Sema Barbaros li ser navê saziyan daxuyanî da û li dijî qeyûman û krîza aborî, meaşên kêm û bihakirina tiştan xwest her kes tev li mitîngê bibe û dengê xwe derxe.