COLEMÊRG - Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê diyar kir ku ew ji rewabûna ATK'ê bi guman in û banga "Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan" kir.
Li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); di sala 2024’an de herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên komeleyê di girtîgehan de zêdeyî hezar û 500 girtiyên nexweş hene ku 600 jê nexweşiyên wan giran in.
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber ku nikarin ji mafê tenduristiyê sûd bigirin jiyana xwe ji dest dane û bangên wan yên bi salan li WezaretaDadê bê encam dimînin.
Çaprazê diyar kir ku roj bi roj hejmara girtiyên nexweşînên wan giran ên li girtîgehan zêde dibin û got: “Em wekî ÎHD dikarin bi daneyên ku bi dest bixin biaxivin. Gelek girtiyên nexweş ên bi nexweşiyên giran hene ku serî li me dane, li girtîgehê nayên dermankirin û gelek ji wan jî em nikarin xwe bigihînin wan. Em difikirin ku hejmara girtiyên nexweşên wan giran ji hejmara diyarkirî pir zêdetir e. Me gelek caran bang li Wezareta Dadê kir ku hejmara girtiyên nexweş zelal bike û parve bike, lê ev yek her tim bê encam maye."
XWENEGIHANDINA TENDURISTIYÊ
Çaprazê diyar kir ku mafê girtiyên nexweş ên li girtîgehan ê ji bo dermankirinê tê astengkirin û got: “Girtiyên nexweş ên ji bo dermankirinê tên girtin, ji ber lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelepçekirî nayên dermankirin. Li hemberî vê helwestê pêwîst e bertekeke cidî ya raya giştî hebe. Girtî ji ber nebûna tedawiyê roj bi roj tune dibin û dimirin. Pirî caran girtiyên nexweş gava tên ber mirinê tên berdan. Mixabin rojek an du roj piştî berdanê dimirin. Yek ji girtiyên nexweş ên giran ku nehat berdan Abdurrahman Gemicioglû ye. Gemîcioglû tevî ku nexweşiya pençeşêrê û dil pê re heye jî nayê berdan."
Çaprazê diyar kir ku li girtîgehan jîngeheke tendurist tune ye ku girtî karibin bên dermankirin û bi bîr xist ku bijîşkên li girtîgehê ji ber ne pispor in nikarin mudaxeleyî rewşa awarte bikin. Çaprazê da zanîn ku li girtîgehê tenê pratîsyen hene û got: "Li girtîgehan çarenûsa hemû girtiyên nexweş bi pratîsyenan ve hatiye girêdan."
‘EM JI REWABÛNA ATK'Ê BI GUMAN IN'
Çaprazê bi bîr xist ku girtiyên nexweş yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ne û wiha got: “Ev pirsgirêk birîna Tirkiyeyê ye. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Saziya Tiba Edlî (ATK) li şûna ku bêalî be, bûye saziyeke ku li hemberî girtiyên nexweş helwesteke alîgir nîşan dide. Em ji rewabûna ATK’ê bi guman in. Ji ber ku ATK ji bo girtiyên nexweşên giran ên ku divê bên berdan rapora 'di girtîgehê de bimîne' amade dike."
Çaprazê diyar kir ku divê girtiyê nexweş Gemîcîoglû û hemû girtiyên nexweş ên din bên berdan û got: “Gemicioglû bi awayekî kelepçekirî tê dermankirin."
Her wiha Çaprazê bal kişand ser Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehan ku heya niha berdana 8 hezar û 521 girtiyan asteng kiriye û got ku divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin.