ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser girîngiya aştiya civakî û wiha got: “Qeyûm, derbeyeke li dijî aştiyê û demokrasiyê ye. Ev, pratîka derbeyê ye.”
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Temellî, bal kişand ser civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê û got ku rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û avakirina şert û mercên xebatê mijareke girîng e.
'EM JI BO ÇARESERIYÊ AMADE NE’
Temellî, diyar kir ku weke DEM Partiyê ew ji bo çareseriyê amade ne û wiha pê de çû: “Me gelek caran got ku divê çareseriyeke aştiyane û demokratîk be û ji bo vê Meclis navnîşaneke girîng e. Divê hemû partiyên li Meclisê li ser bingeheke muzakereyê ben gel hev. Bêguman ev tenê bi Meclisê bisînor nîne. Divê partiyên siyasî yên derveyî Meclisê û civak jî tev li bibe. Ya sêyemîn jî me got bê ka gavên îktîdarê di vê mijarê de biavêje çiqasî girîng in. Ev ne tenê bi îktîdarê bisînor e. Me ji bo înîsiyatîfê bang li muxalefetê jî kir. Di demekî me ev bangawazî dikirin de qeyûm tayîn kirin.”
TÊKÇÛNA AŞTIYA CIVAKÎ
Temellî bertek nîşanî polîtîkaya qeyûman da û ev tişt anî ziman: “Qeyûman, bendewarî û hêviya civakê jî jehrî kir. Careke din siyaseta demokratîk jehrî kirin. Ev siyaseta vala, Tirkiye dixe nava krîzên siyasî û îktîsadî û rê li ber têkçûnê vedike. Têkçûna aştiya civakî ya li Tirkiyeyê li pêş çav e. Tekane rêya xelasiya ji van krîzan jî aştiya civakî ye. Qeyûm, derbeyeke li dijî aştî û demokrasiyê ye. Ev, pratîka derbeyê ye.”
‘WE RÛT KIR’
Temellî, wiha domand: “Çi ye, qaşo ji çiyê re pere hatine şandin. Hinek ji xwe şerm bikin. Qeyûmên we 8 salan şaredarî birêve birin. Walî û qeymeqamên we ew şaredarî şêlandin, rût kirin. Ji ber dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan, we şaredariyên bajarên kurdan rût kirin. Lê yek lêpirsîn nehate vekirin. Ev 6 meh in em li ser peywirê ne. Me bang li mifetîşan kir ku bên diziya qeyûman tespît bikin. Ev pereye tevek ji çiyê re nehatiye şandin, we dizîne. Me bangî Wezareta Karên Hundir û wezareta darayî jî kir deng ji wan derneket. Piştre jî dibêjin pere ji çiyê re çûye. Ev tenê dereweke ku hûn hewl didin zîhniyeta xwe pê veşêrin. Hûn îradeya gelê kurd tune dihesibînin û dixwazin bi aqilekî derbeker vî welatî birêve bibin.”
ARMANC ÇI YE?
Temellî, bal kişand ser pêşniyarqanûna têkildarî “sîxûrtiya bandorê” ku tê payin bê Lijneya Giştî ya Meclisê û got: “Heke ev qanûn bê erêkirin; weke mînak, hûn li ku derê derheqê qeyûm de tiştekî bibêjin dê bibin sîxûrên bandorê. Hûn gotareke zanistî binivîsin û di kovarekî navneteweyî de biweşînin dê bibin sîxûrên bandorê. Dikare hêj gelek mînak bên dayin. Anku dixwazin dengê muxalîfan qut bikin û fikrên cuda ji holê rakin.”