AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê loqenteyeke din a gel vekir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hejmara Loqenteya Gel a ku xizmetê ji welatiyên rewşa wan a aborî nebaş re dike, derxist 2’yan. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 29’ê tebaxê de li Kolana Hunerê ya li Taxa Kooperatîfler a Bajarê Nû Loqenteya gel vekiribû. Loqenteya duyemîn jî li ser Cadeya Emekê ya li Taxa Mevlana Halît a Rezanê hate vekirin. Hevserokên DBP’a Amedê, Hevşaredarên Bajarê mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Rezanê Siraç Çelîk û gelek kes tev li vekirina loqenteyê bûn.
Hevaşaredar Bucak û Hatun li vir axivîn û gotin ku dê loqenteya sêyemîn jî di demekî nêz de li Deriyê Çiyê vekin. Hevşaredaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî dan.
Piştî axaftinan, hevşaredaran qurdele birîn û Loqenteya Gel kete meriyetê.
Loqenteya Gel, ji bilî rojên yekşemê dê her roj di navbera saet 12.00-17.00’ê de vekirî be û 4 xwarinên cuda bi 70 lîreyan tên dayin. Tê payîn ku rojane xizmetê ji hezar kesî re bike.