STENBOL - Rojnamevanên ku bertek nîşanî tundiya li ser rojnamevanên protetstokirina qeyûman dişopînin dan, gotin ku bêdengiya li hemberî astengiyan tê wateya erêkirinê.
Piştî di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hatin kirin, li gelek bajaran çalakiyên protestokirinê dest pê kirin.
Di çalakiyên protestokirinê de êrişên polîsan ên li ser rojnamevanan jî didomin. Li Êlihê rojnamevanên nûçe dişopandin bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Kesên ku xwe wekî polîsan dan naskirin xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren girtin û bi çekê gef lê xwarin û xwestin wî birevînin. Piştî berteka welatiyan û rojnamevanan Akoren serbest hat berdan.
Rojnamevanan zextên li ser rojnamevanên protestokirina qeyûman dişopînin, şermezar kirin û bertek nîşan dan.
‘DARBEYA LI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ'
Ji edîtorên Rojnameya Bîanetê Evrîm Kepenekê diyar kir ku astengkirina rojnamegeran derbeyek li azadiya çapemeniyê ye û bi bîr xist ku xebatên pîşeyî yên rojnamegerên ku li herêmê nûçegihaniyê dikin wekî sûc tê dîtin. Kepenekê got: “Rojnamegerî her tim li pey rastiyan û agahdarkirina raya giştî ye. Mixabin li bajarên ku qeyûm lê tên tayînkirin ev erk hema bêje sûc tê dîtin. Bertekên gel ên li hemberî qeyûman li ser esasê mafê xwerêveberiyê ye ku yek ji daxwazên herî bingehîn ên demokratîk e. Rojnamegerên li qadê ji bo van daxwazan ragihînin û bertekên civakê ragihînin bi zextan tên dorpêçkirin. Rojnameger dema ku erka xwe pêk tînin rastî tundiya fizîkî û derûnî tên, ev ne tenê êrişek li ser komeke pîşeyî ye, di heman demê de hewldanek ji bo veşartina rastiyê û bêdengkirina demokrasî û azadiyan e."
Kepenekê diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û got: “Berxwedanên li bajaran dewam dikin û hewldanên rojnamegeran ên ji bo vê pêvajoyê bigihînin gel jî di esasê xwe de jiholêrakirina bêdengiyê û têkoşîa heqîqetê ye. Rojnamegerên ku bi zext û sansurê hewl tê dayîn bên bêdengkirin, parêzvanên herî girîng ên demokrasiyê ne. Divê zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibin. Rojnamegerî ne sûc e."
TAŞTAN: ROJNAMEVAN KIRINÊN WAN EŞKERE DIKIN
Rojnameger Ûmût Taştan jî bi bîr xist ku zextên li ser rojnamegeran di dema hewl hatiye dayîn qeyûm tayînî Wanê bê kirin de jî dihat kirin û got: “Di berxwedana li dijî qeyûman de, hedefa yekemîn a xebatkarên çapemeniyê ne. Piştî 31'ê Adarê li Wanê jî em bûn şahidê pêvajoyeke bi vî rengî. Gelek rojnameger hatin binçavkirin û derbkirin. Niha asta îşkenceya li ser gel û rojnamegeran hîn zêdetir bûye. Di nava çend rojan de me şahidî kir ku li Êlihê rojnamegerek bi erdê re kaş kirin û hat binçavkirin û danê êvarê jî li Stenbolê rojnamegerek avêtin erdê. Piştre yekser li Êlihê dîsa hewl hat dayîn rojnamegerek bê revandin."
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Taştan diyar kir ku rojnamevan îşkenceya li gel tê kirin teşhîr dikin û lewma divê siyasetmedar û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji her wextî bêtir li van herêmên qeyûm lê tên tayinkirin xwedî derkevin û got: "Divê pirsgirêkên wan bînin ziman. Ger ev neyê kirin wê îşkence zêdetir bibe û wê hevpîşeyên me bi rewşên xirabtir re rû bi rû bimînin."
JI BO ROJNAMEVAN HEDEF TÊN GIRTIN?
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û rojnamegerên ku li herêmê çalakiyên protestoyî dişopînin jî rastî pêkanînên dijhiqûqî tên. Ok got: “Rojnameger bi kamera, telefon û nûçeyên xwe van neheqî, bêhiqûqî û binpêkirinên mafan eşkere dikin. Lê belê rojnamevanên ku dibin şahidê destwerdanên tund ên polîsan rastî zextan tên; ji ber ku polîs naxwazin rojnameger belgekirinê bikin, wan jî dikin hedef û hewl didin pêşî li wan bigirin. Di rastiya xwe de armanca wan ew e ku bi van zextan rê li ber şahidiya rojnamevanan û belgekirina wan bigirin."
Ok anî ziman ku armanca van êrişan bêdengkirina rojnamegeran e û got ku yên êrişî Çapemeniya Azad dikin û yên ku qeyûm tayîn dikin heman kes in. Ok destnîşan kir ku bi vî awayî tê xwestin ku rojnamevan bên bêdengkirin û got ku divê her kes li dijî tayinkirina qeyûman deng derxîne.
‘BÊDENG ERÊKIRINA ZEXTAN E'
Ok bang li saziyên çapemeniyê yên pîşeyî kir û got: “Ji ber vê yekê divê saziyên çapemeniyê yên pîşeyî li hemberî van bêhiqûqiyan, hevkarên xwe yên li çar aliyê welêt biparêzin. Ger li herêmekê zilm û zordarî hebe û ji nedîtî ve bê dîtin, ev bêdengî tê wateya erêkirina wê zilmê. Divê saziyên çapemeniyê bi hevgirtinî û bi hêztir deng derxin. Ji ber ku ev binpêkirinên mafan bênavber berdewam dikin. Rojnamegerên ku belge û şahidiya van binpêkirinan dikin, ji bo rastiyê dixebitin û ji bo vê rastî êrişan tên. Ji ber ku zextên li ser rojnamegeran dewam dikin, divê hemû rojnameger bi hev re tevbigerin û rêxistinên pîşeyî jî bêyî cudahî li dijî van binpêkirinan rabin."
MA / Ferdî Bayram