Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?

  • rojane
  • 10:24 18 Mijdar 2024
  • |
img

WAN - Jinên Wanî diyar kirin ku sedema tundî û komkujiyên li dijî jinan polîtîkaya necezakirinê ye û xwestin Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê. 

Li her devera cîhanê jin rastî tundiya mêr-dewletê tên û ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî amadekariyên daketina qadan dikin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin; tenê di meha cotmehê de 48 jin di encama tundiya mêran de hatin qetilkirin. 23 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku dewlet mekanîzmayên heyî naxebitîne û faîlan diparêze, êdî mal, kolan û bajar jî ji bo jinan ne bi ewle ne. 
 
Ji bo 25’ê Mijdarê çendek roj mane û em jî bi jinên Wanî re axivîn. Jinan, daxwazên xwe yên ji bo wekhevî, azadî û bêtundiyê anîn ziman. 
 
JIN DI EWLEHIYÊ DE NÎNIN
 
Ji welatiyan Sevda Kaya diyar kir ku ew li vî welatî xwe biewle hîs nake û wiha got: “Ez baş dizanim ku ne ez tenê, hemû jinên vî welatî ji ber canê xwe bifikar in. Em dixwazin ku tevdîrên pêwîst bên girtin. Ji ber negirtina tevdîran heta niha gelek jinan jiyana xwe ji dest dan. Hema hema her roj herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Bi dehan jin di bin navê ‘întîxarê’ de tên qetilkirin. Heke ez li ser xaka lê ji dayik bûm û mezin bûme xwe di ewlehiyê de hîs nekim, heke ez bi tirs û fikar li kolanan bigerim, wê demê ev pirsgirêkeke mezin e. Lewma divê meqamên erkdar tavilê vê pirsgirêkê çareser bikin.”
 
NECEZAKIRIN ZILAMAN DIPARÊZE
 
Kaya, anî ziman ku jin di heman demê de rastî tundiya psîkolojîk jî tên û wiha got: “Cezayê pêwîst li kujeran nayên birîn. Li eywanên dadgehan qravatê li xwe dikin, xwe weke bêguneh nîşan didin û mixabin ev bi kêr tê. Cezayên kêm didin wan û piştre tên berdan. Divê ev wiha nebe. Em jin dixwazin tevdîr werin girtin û cezayê heq dikin bidin faîlan.” 
 
Halîme Kutlu jî bi lêv kir ku divê kesek li dijî tundiya ser jinan bêdeng nemîne û wiha pê de çû: “Her roj bi dehan jin bi tundiya zilaman re rû bi rû dimînin û tên qetilkirin. Cezayên mîna xelatê didin faîlan. Mirovekî qetil dikin lê di navbera 5-10 salan de cezayê didin. Divê ev wiha nebe û cezayên giran bidin wan. Ji ber ku ceza nayê dayin, ev kes çawa ji girtîgehê derdikevin îcar jineke din qetil dikin. Divê jin xwe li ser pêyan bigirin û xwe berhewceyî zilaman nekin. Dema berhewceyî zilam dibe, tundî lê tê kirin û tê qetilkirin. Tekane daxwaza me ew e ku cezayê faîlan neyê kêmkirin û bên cezakirin.” 
 
PEYMANA STENBOLÊ BILA DÎSA BIKEVE MERIYETÊ 
 
Dilvîn Bor jî got ku her roj bi nûçeyên tundî û cînayetên li dijî jinan hişyar dibin. Bor, wiha domand: “Jin li naverasta kolanan rastî êrişan tên, li pêş çavên zarokên xwe tên qetilkirin. Êdî em ditirsin. Divê tavilê pêşiya van were girtin. Derheqê faîlan tu tiştekî nakin ji ber ku li holê daraz tune ye. Gelek cînayet tên nixûmandin û navê ‘întîharê’ lê dikin. Bila li benda bawerkirina me nebin. Êdî tehemûla jinan a li dijî van cînayetan nema ye. Bila faîl neyên parastin û cezayê heq dikin lê wer birîn. Em dixwazin Peymana Stenbolê tavilê bikeve meriyetê. Îro ji her 10 jinan 9 jê vê peymanê dixwaze.” 
 
‘MA DÊ HETA KENGÎ WIHA BIDOME?’
 
Sînem Durmaz jî bi lêv kir ku cînayetên jinan ên li welêt êdî derketine astekî xeternak û axaftina xwe wiha qedand: “Ma dê heta kengî wiha bidome? Bi dehan cînayetên jinan tên kirin û dinixûmînin. Faîl li derve ne, tundiyê li jinên din dikin û qetil dikin. Weke jineke dixebite dema li derve digerim, neçar dimînim ku li derdora xwe binêrim. Ji ber ku ditirsim û ewlehiya canê min nîne.” 
 
MA / Ozlem Yacan - Bîlal Babat 
 

Sernavên din

14/12/2024
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin