STENBOL - Li 6 rojnamegerên binçavkirina hempîşeyên xwe protesto dikirin cezayê hefsê hatibû birîn û hinceta cezayê jî weke “Beşdarî daxuyaniya ji berê de nehatibû ragihandin” û “Tevî hişyariyê jî belav nebûne” hatin nîşandan.
Rojnameger Sepîl Unal, Yadîgar Aygun, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Zeynep Kuray û Esra Soybîr di 19’ê nîsana 2023’yê de li Kadikoy a Stenbolê çalakî li dar xistin û binçavkirina xebatkarên Çapemeniya Azad protesto kirin. Rojnameger bi lêdanê hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a hejmar 2911” derheqê wan de doz hate vekirin. 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Anadoluyê jî li her rojnamegerekê 5 meh cezayê hefsê birî. Dadgehê, di heman demê de li rojnameger Serpîl Unal cezayê pereyan birî. Dadgehê biryar taloq kir û di 31’ê cotmehê de hinceta biryara xwe eşkere kir.
Di hincetê de hate gotin ku daxuyanî beriya were lidarxistin nehatiye ragihandin. Her wiha hat gotin ku polîsan 3 caran banga belavbûnê kirine lê çalakî nehatiye bidawîkirin û rojnamegeran li dijî polîsên mudaxile kirine li ber xwe dane. Dadgehê îdia kir ku rojnameger tevî hişyariyê belav nebûne û bi vê yekê re sûcê “bêyî çek beşdarî civîn û meşê derqanûnî bûne û tev hişyariyê jî bi xwe belav nebûne” hatiye kirin.