NADA: Çareserî azadiya jinê ye

  • rojane
  • 12:30 24 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa NADA’yê bang li hemû jinan kir ku li dora daxwaza azadiyê de bibin yek û wiha got: “Çareseriya hemû pirsgirêkan girêdayî azadiya jinê ye. Ev, nifteya çareseriyê ye.” 

Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur (Tifaqa NADA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 25’ê Mijdarê ji bo ragihandina asta tundiya li jinan tê kirin û ji bo tevgerên rizgariyê yên jinan xwe dîsa ber çav re derbas bikin, firsendek e. 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Her sal di 25’ê Mijdarê de, em Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinê ya Navneteweyî li ser bingeha zayendî silav dikin ku ev yek bangeke jinan e ku rewşa xwe li çaraliyê cîhanê binirxînin û derfetek e ku binpêkirinên bi her şêweyî ronî bikin. Roj roja ragihandina asta tundiya li dijî jin û derfetek ji bo hemû tevgerên azadiya jinê ku xwe binirxînin, bi taybet tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, herêmek ku şahidiya geşedanên siyasî, leşkerî û meydanî yên bi hev re girêdayî ye. Qeyranên ku bi giştî bûne taybetmendiyeke girêdayî bi welatên herêmê ve. 
 
ÇARESERÎ AZADIYA JINÊ YE
 
Jin di bin rejîmên totalîter, otorîter de dijîn, ji ber pîvanên olî û qanûnên neolîberal hatine xeniqandin. Di çarçoveya qeyranên bingehîn de, ew diêşin tundiya nav malê, bêparbûna ji xwendinê, nebûna pêşkeftina domdar û dadmendiya civakî û binpêkirin û/an bêparkirina mafên xwe dibin. Krîz û şerên ku li herêmê diqewimin, ne tenê aliyên siyasî û leşkerî ne, lê di serî de krîzên aborî, civakî û hizrî ne û bûne sedema zêdebûna tundiyê bi hemû şêweyan, lewra jin bûne qurbaniyên şer û alaveke di destê hemû aliyên nakok de ye û di encamê de rastî destavêtin, tacîz û tundiyê tên. Ji bo piştrastkirina vê yekê îşaret bi şert û mercên jinan ên li Sûdan, Iraq, Filistîn, Kurdistan, Yemen û Sûriyeyê bes e. Pirsgirêka jin li herêmê (Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê) dikeve rêzên jêrîn ên pirsgirêkan û mafê xwe yê tam nagirin ku were ronîkirin û balkişandina li ser were meşandin. Ji ber vê yekê civak û sîstem jî di nava kulmek pirsgirêkan de dikevin, ji ber ku çareseriya hemû pirsgirêkên heyî bi neçarî bi çareseriya pirsgirêka azadiya jinê ve girêdayî ye, ji ber ku bingeha hemû pirsgirêkên civakî ye û kilîta çareseriya hemûyan e. Ji ber vê yekê, bêyî ku li ser koka têgînên dualîteyên desthilatdar ên wekî (desthilatdarî û koletî, serdestiya egoya zilam a serdest li hemberî objekirin û kirdekirina jinê, serdestiya mêraniya desthilatdar û jinbûna bindest... ), ne mimkûn e ku meriv desthilatdariya baviksalarî were çareser kirin û ne jî li ser bingeha wekheviya rastîn a di navbera zayendan de demokrasiyek rast were avakirin.  
 
JIN DI ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DE BÛNE HEDEFA YEKEMÎN
 
Di serdema şoreşa teknolojî û zanistî û gerdûnîbûnê de, mirovahiyê di keşf û dahênan de gavên girîng avêtine. Lêbelê, jin ji ber xirabûna şert û mercên giran berdewam dikin. Bi rastî jin di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bûye hedefa bingehîn. Amar û lêkolînên li ser binpêkirinên li ser jinan hovane ne.  Raporên hêja yên navneteweyî diyar dikin ku di nava salê de her 10 deqîqeyan jinek tê kuştin.  Welatên ku hîna li ser mafên jinan ên perwerdehiyê nîqaşan dikin û yên din hîn jî têdikoşin ku mafên herî bingehîn ên jinan di qanûnan de cih bigirin. 
 
25’Ê MIJDARÊ JI BO JINAN DERFETEK E
 
25’ê Mijdarê, derfetek e ku em tecrubeyên têkoşînên jinan jî raber bikin. Em wek Hevgirtina Nada (Hevgirtina Jinên Demokrat ên Herêmê) tenê dikarin bîranîna hemû jinên têkoşer ên dîrokê silav bikin û wêrekiya wan kesên ku rûbirûyê rejîmên nedadperwer bûne û heta niha jî ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin nas bikin. Têkoşîna jina îro hêza jinê û hêza wê ya guhertina rastiyê nîşan dide û destnîşan dike ku bi qasî dekadabûna jiyanê, lehengî jî mezin e. Tişta ku îro jin bi dest dixin xwedî bandorek mezin e, ji têkoşîna li dijî pergala gerdûnî ya ku li ser berhevkirina sermaye û şeran hatiye avakirin, bi têkoşîna olên siyasî yên desthilatdar, heta bi hemû şêwazên têkoşîna li dijî terorê û dijberiya hemû têgîn û baweriyên zilamtiyê yên kevnar, dest pê dike.
 
WERIN EM VÊ ROJÊ BIKIN PLATFORMA YEKKIRINA ARMANCA HEMÛ JINAN 
 
Ji ber vê yekê li ser navê Hevgirtina Nada em dibêjin; Werin em vê rojê bikin platforma yekkirina axaftin û armanca hemû jinan;  Werin em bigihîjin û xurtkirina demokrasiyê wekî amûra bingehîn a çareseriya pirsgirêkên civakî;  Werin em peyvê bi teoriyên kûr re bikin yek;  Werin em vîn û îradeya xwe bi rêxistinên xwe yên jinan re bikin yek.  Werin em stûyê xwe ji şûrên mêraniyê rizgar bikin. Bila ewlekarî û xweparastina me di destê me de be. 
 
BANGA KONFEDERALÎZMA JIN A DEMOKRATÎK A HERÊMÎ Û CÎHANÎ
 
Her wiha em bang li hemû jin, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku di bin sîwana projeya ‘Konfederalîzma Jin a Demokratîk a Herêmî û Cîhanî” de tifaqan xurt bikin, têkiliyan xurt bikin. Em bang li her kesî dikin ku bi hev re û bi bandor bixebitin, dengê xwe bi dengekî bilind û bi hev re bilind bikin da ku cîhanek bê şîdet ava bikin, ku tê de aştî û ewlekarî serdest be û jin tê de li gorî felsefeya dirûşma cîhanî ji hebûna xwe kêfxweş bibin. Jin, Jiyan, Azadî.  Werin em têkoşînê bidomînin û guhertina ku em lê digerin bi dest bixin! Nemirî ji bo şehîdên gotina heqîqetê!” 
 

Sernavên din

17/12/2024
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin