Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir

  • rojane
  • 22:52 25 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, bi Kooperatîfa Veguhastina Rêwiyan a Otobusên Gel yên Taybet re ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên çûnûhatinê yên 30 sal in li bajêr hene, protokolek îmze kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo entegrasyona Otobusên Gel ên Taybet, qeydkirina veguhestina giştî, parastina hevsengiya dabîn-daxwazê, zêdekirina karîgerî û kalîte di xizmetên veguhestina giştî de, zêdekirina memnûniyeta welatiyên li bajêr dijîn an jî seyahet dikin, zêdekirina standardên karûbarî, ji bo afirandina karûbarê hatûçûneke giştî ya nûjen û bi bandor û berfirehkirina Pergala Berhevkirina Xerca Elektronîkî, S.S. Otobusên Taybet ên Gel ên Diyarbekirê yên Hejmar 53, bi Kooperatîfa Veguhestina Rêwiyan re protokol îmze kir.
 
Li Şaredariya Bajarê Mezin merasîma îmzekirina protokolê hat lidarxistin. Beriya girêbestê bi nûnerên kooperatîfan re civîneke kin hat lidarxistin, hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun diyar kir ku divê kooperatîf erkên veguhastinê yên bajêr zêdetir bixin rojevê. Protokola ku piştî hevdîtinê hat amadekirin ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak û Kooperatîfa Veguhestina Rêwiyan a Otobusên Gel ên Taybet Mehmet Pervane ve hat îmzekirin.
 
DÊ MUAMELEYA XERAB A LI HEMBERÎ XWEDIYÊN QERTA BELAŞ BI DAWÎ BIBE
 
Li gorî protokolê, ji 01.01.2025an pê ve Şaredariya Bajarê Mezin dê ji bo rêwiyên ku bi Otobusên Gel siwar dibin û heta roja îro rastî muameleya xerab hatine, her siwariya bêpere pereyê piştgiriyê bide. Otobusên Gel ên Taybet dê bêyî pirsgirêk ji bo xwediyên qertên belaş û daxistinî veguheztina birêkûpêk peyda bikin. Mafên kesên ku ji xetên çûnûhatinê yên bêpere û bi erzanî sûd werdigirin dê bên parastin û ti pirsgirêk dernakeve. Qertên Aboneyê dê tenê li otobusên gel derbasdar bin.
 
DÊ BERHEVKIRINA PEREYAN BÊ RAKIRIN
 
Pereyên ku bi destan têne berhevkirin dê ji 1ê Rêbendanê pê ve ji bo Otobusên Gel yên Taybet bi tevahî were rakirin. Ger pereyê ku bi kesane hatiye komkirin were betalkirin, para ji sedî 7 ku wekî xercê xebitandinê ji heqê siwarbûna qertê ya hemwext tê daxistin, dê bibe ji sedî 5. Dema ku têkevin pergalek bi tevahî-bingeha qertê, dê kêmasiya kozikên dagirtina qertê ji holê bê rakirin, û cihên kozikên nû yên tijîkirinê dê bêne destnîşankirin û çalak kirin. Ji bo rêwiyan dema ku li wesayîtan siwar dibin nerehetiya rêwiyan çênebe dê pasên 2-rêwiyan ên yekcar werin derxistin.
 
DÊ DI CÎ DE MUDAXILEYÎ NEYÎNIYAN BÊ KIRIN
 
Ji bo ku pirsgirêkên çûnûhatina giştî ya li bajêr kêm bibin, dê lêkolînek bê kirin û bi mebesta ku hemî wesayîtên veguhestina giştî ji heman reng, heman celebî bin û bi hevahengî, bê pêşbazî, di bin banekî de tevbigerin. Dê komîsyonek ji 3 kesan ku ji nûnerên Zabite, Veguhastin û Kooperatîfê pêk tê bê avakirin û diyalog û reftarên neyînî yên ku dê di navbera rêwiyan û ajokar de li qadê rû bidin dê bi mudaxeleya guncav û di wextê de bê çareserkirin. Wekî din, ev komîsyon dê li gorî rewşê ji bo kiryara sûc, yekîneya têkildar, Midûriyeta Zabiteyan agahdar bike.
 
SÎSTEMA RAWESTGEHA BIAQIL
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li gor biryara UKOMEyê ya di 19.09.2007an de girêbestê girêbide, prensîbên bingehîn ên Pergala Hewza Hevbeş a ku Otobusên Gel yên Taybet jê re têkildar in, di veguheztina giştî de dê xebatên pêwîst bimeşîne, lê ji bilî vê jî dê pergala Hewza Rêyê bi cih bîne. Dê di veguheztina giştî ya bajarî de pergalek rawestgeha biaqil were danîn, û rawestgehên winda dê bêne temamkirin. Ger şaredarî cihekî guncav bibîne, dê li rawestgehên dawî ji bo ajokaran cihên bêhnvedanê yên pir-armanc bên çêkirin.
 
Hemû wesayîtên veguhestina giştî dê li gorî pergala demê kar bikin. Kooperatîfa Otobusên Gel a Taybet piştî saetên xebatê heta saet 24:00an dê li her rêyê herî kêm 5 wesayîtên nobetê bihêle dê karûbarên veguhestina giştî peyda bike. Dê der barê kesên ku tevnegerin de ceza bê dayîn.
 
AJOVANÊN JIN
 
Piştî ku dayîna pereyê di destan de di Wesayîtên Veguhastinê yên Gel de bi tevahî bê rakirin, dê îstîhdama ajokarên jin di Otobusên Gel de dest pê bike. Ji bo wergirtina şofêrên jin, piştî ku şaredarî û kooperatîf perwerdehiya hevpar bidin namzedên ajokar ên jin ên ku serlêdan kirine, ajokarên jin ên xwedî ehliyeta pola D (Kevn E) wê bi dayîna kotaya ji sedî 20'ê tevahiyê bixebitin.
 
Karmendên ku xizmetên veguhestina gelemperî pêşkêş dikin dê salê herî kêm 4 caran perwerdehiya hundirîn bibînin. Xercên perwerdehiyê dê ji aliyê Kooperatîfê ve bê dayîn. Ev semînerana dê mijarên zêdekirina karûbar û razîbûna rêwiyan û jêhatiya pîşeyî li xwe bigirin. Organîzasyona perwerdeyê dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê kirin. Di encama van perwerdehiyê de dê sertîfîka û kartên şofêran ji bo karmendên ku karûbarên veguhestina giştî pêşkêş dikin werin dayîn. Kesên ku qerta şofêrê wan tune be, dê bikaranîna veguhestina gelemperî lê qedexe be.
 
Ger efserên kontrolê daxwaza betalkirina şofêrên otobusên gelemperî yên ku li gorî rêgezan tevnagerin û xelet tevdigerin, divê kooperatîf an jî endamên wê karûbarê karmendên têkildar biqedînin. Di vê rewşê de, xebatkarên ku karê wan bi dawî dibe, dê di ti wesayîteke veguhestina gelemperî de neyê xebitandin.
 
Di merasîma îmzekirina protokolê de, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û endamên meclîsê amade bûn.

Sernavên din

17/12/2024
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin