NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku artêşa Sûriyeyê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi Hemayê ve kir.
Hat zanîn ku hêzên hikûmeta Şamê sewqiyateke leşkerî ya mezin şand bajarê Hemayê. Li gorî nûçeya ANHA’yê; sewqiyat li derdora bajar û Cebel Zên El Abidîn ê aliyê bakurê bajêr bi cih bûye.
Komên paramîlîter ên Heyet Tehrîr El Şamê (Cebhet El Nûsra) duh hin bajar û bajarokên gundewarên bakurê Hemayê, di nav de Helfaya, Morik, Letamine, Keferzêta, Kelha Medîq, Kefer Nebûza, Soran û Merdibis kontrol kirin.
Balafirên şer ên Rûsyayê hin taxên Helebê û Idlibê bombebaran kirin. Di bombebarana li ser Taxa Raûsa ya Helebê û herêma Kirêdiya ya gundewarê Babê yê rojhilatê Babê de 3 endamên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk hatin kuştin.