COLEMÊRG - Li herêma gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Li gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor û herêmên derdora wê yên navçeya Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyona leşkerî di saetên serê sibehê de bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan hate destpêkirin. Li gundên operasyon lê hatiye destpêkirin li ser rêyan lêgerîn hate kirin û di ketin û derketina gundan de di wesayîtan de û li ser welatiyan lêgerîn hate kirin. Her wiha gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor hatin dorpêçkirin. Hat zanîn ku operasyon dê li gundên Pagê, Tiloran, Kuçe, Kêlban, Yekmala Jor, Yekmala Jêr, Kaportê û Çardiwarê û zozanên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omerê, Pagê û Topizawayê jî berfireh bibe. Piştî operasyonan, gund û derdora wan ji hêla leşkeran ve hatin dorpêçkirin.
Ev du hefteye li herêmê gelek operasyon hatin kirin. Di 2’yê kanûnê de li gundên Memkawa, Mûşan û Nêbarî yên li ser rêya Şemzînanê û gundên ber bi bajarokê Bajêrge ve yên Kelê, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo, Warê Axa, Warê Kêska û Serraza, Dola Qubêye û di 15’ê Mijdarê de jî li Geliyê Dirîyan operasyon hatibûn destpêkirin û hêj didomin.
Li cihên operasyon lê didomin fotokapan, mobbese û kamerayên termalê hatin bicihkirin.