ANTALYA - Emîn Newroz Korkmaz ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin, sewqî Nexweşxaneya Diranan a Kepezê hate kirin. Li nexweşxaneyê li Korkmaz hate ferzkirin ku dê di dema tedawiyê de destên wî kelemçekirî bin. Korkmaz ê li dijî vê derketî ji hêla leşkeran ve hate derbkirin.
Girtiyê bi navê Emîn Newroz Korkmaz li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin. Korkmaz, di 13’ê cotmeha 2016’an de li Stenbolê hate binçavkirin û piştre hate girtin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê di 3’yê Nîsana 2017’an de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 5 caran cezayê muebbeta girankirî û 33 sal û 4 meh cezayê hefsê da Korkmaz. Di dema girtinê de îşkence li Korkmaz hate kirin û ji ber îşkenceyê guhên wî baş nabihîsin û gelek nexweşî lê peyda bûn. Di sala 2022’yan de jî bêyî daxwaza wî ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê. Korkmaz, ji ber êşa diranên xwe di 30’ê Mijdara 2024’an de birin Nexweşxaneya Nexweşiyên Diranan a Kepezê. Li gorî agahiyên malbata wî dane, li nexweşxaneyê li Korkmaz hate ferzkirin ku di dema tedawiyê de destên wî kelemçekirî bin. Korkmaz jî li dijî vê derket û di wesayîta rîngê de leşkeran heqaret lê kirin û derb kirin.
BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ
Dayika Korkmaz, Nevîn Korkmaz da zanîn ku kurê wê baş nabihîse, diranên wî diêşin û gelek nexweşiyên din lê peyda bûne. Nevîn Korkmaz, wiha got: “Divê were tedawîkirin. Di dema tedawiyê de ferzkirina kelemçekirinê, binpêkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan e. Ev sepan li dijî Soza Hîpokratê ya bijîşkan e. Girtiyên siyasî her tim rastî vê sepanê tên. Sûcê wan çi dibe bila bibe divê kesek rastî vê nêzikatiyê neyê. Jixwe di odeyên yekkesî de tên ragirtin. Bi temamî hatine tecrîdkirin. Divê her kes dengê xwe li dijî van sepanan derxîne. Girtî, di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn. Ji mafên xwe yên sereke bêpar tên hiştin.”