ÎZMÎR - Rojnameger-nivîskar Yûsûf Karadaş diyar kir ku êrişa HTŞ’ê ya li hemberî Helebê, encama plana DYA-Îsraîlê ya jinûve dîzaynkirina herêmê ye û wiha got: “Rejîma Erdogan a bi HTŞ û SMO’yê re derketî rê, bi xetereyên mezin re rû bi rû ye.”
Ji sala 2011’an heta niha şerê navxweyî yê Sûriyeyê didome. Komên cîhadperest nên bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ), di 27’ê Mijdarê de êrişî Helebê kirin û şerê navxweyî derbasî qonaxeke nû bû. HTŞ’ê di demekî kin de Heleb bi dest xist û di 5’ê kanûnê de jî ragihand ku navenda Hemayê bi dest xist. Niha jî ber bi Humsê ve pêş dikeve. Artêşa Sûriyeyê nikare xwe li ber HTŞ’ê bigire. Di demekî wiha de Iraq û Yemenê bi daxuyaniyan ragihandin ku ew piştgiriyê didin Esad. Lê belê HTŞ a ku Şam ji xwe re kiriye hedef pêş dikeve. Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) a li gel HTŞ’ê tevdigere û girêdayî dewleta tirk e jî dest bi êrişên ser gundên Minbicê kir. Di dema êrişa ser Helebê de li herêmên Heleb, Til Rifet û Şehbayê komkujî hatin kirin, mal, febrîqe û dikanên li herêmê hatin talankirin. Bi sedhezaran kes ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve derbasî herêmên biewle hatin kirin. Komên paramîlîter car bi car pêşiya koçberan kirin û êrişî sivîlan kirin.
Rojnameger-nivîskar Yûsûf Karadaş têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî.
Karadaş, got ku bidestxistina Helebê parçeyeke tiştên ev zêdetirî saleke diqewimin in û ev tişt anî ziman: “Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve Îsraîl mudaxileyî Xeze, Filistînê û piştre jî Lubnan û Sûriyeyê dike. DYA, bi destê Îsraîlê li dijî Îran û hevkarên wê ku xwe weke ‘Xeta berxwedanê’ pênase dikin, siyaseta dîzaynkirinê dimeşînin. Ji ber şerê li Ûkraynayê bala Rûsyayê belav bûye û enerjiya xwe li wir xerc dike. Vê jî pozîsyona wê ya li vir qels kir. Tenê çalakiyên Jîna Emînî jî nîşan dide ku Îran ji hêla navxweyî ve rehet nîne. Dema mirov van tevan dide berhev, mirov dibîne ku tabloya li gorî daxwaza Rûsya-Îranê berevaj bûye û bingeha mudaxileya wê çêbûye. Rastiyek heye ku îstîxbarata Ûkraynayê perwerdeyê dide HTŞ’ê û techîzata HTŞ’ê ji hêla DYA, Ingilistan û NATO’yê ve tê dayin. Dema em bi giştî dinêrin, dibînin ku ketina nava liv û tevgerê ya HTŞ û SMO’yê, berdewamiya polîtîkaya jinûvedîzaynkirina herêmê ye ku navenda wê Îsarîl e.”
SENARYOYA KU SÛRIYE BIBE 3 PARÇE
Bi domdarî Karadaş got ku ketina HTŞ’ê ya Hemayê balkêş e û wiha derbirî: “HTŞ ber bi Hema, Hums û Şamê ve diçe û mîna Iraqê, senaryoya dabeşbûna Sûriyeyê ya senaryoya sunî, kurd û elewiyan. ‘Nerm’ nêzî kurdan dibin û gotinên weke ‘hedefa me hûn nînin’ dikin. Ev gotin jî ve senaryoyê tînin bîra mirov. Li Sûriyeyê berjewendiyên HTŞ, SMO, Tirkiye, Îsraîl û DYA hev girtin û rejîm paş ket. Hem hêzên ketin nava tevgerê hem jî yên li pişt wan lihev kirine.”
FERQA SMO’YÊ
Karadaş, got ku ferqa SMO’yê ya ji HTŞ’ê ew e ku raste rast mûçeyên xwe ji Tirkiyeyê werdigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma jî hedefa wan a ewil Til Rifet û taxên kurdan ên Helebê ne. Îktîdara Tirkiyeyê dixwaze Minbicê jî bi dest bixe. Van geşedanan jî weke firsendekê dibîne. Medyaya îktîdarê bi eşkereyî dibêje ku MÎT li qadê ye. Îktîdara Erdogan soza ‘em ê we di pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê de bicih bikin’ dide SMO’yê. Du hedefên Tirkiyeyê hene; dixwaze pozîsyona HTŞ û SMO’yê di pêvajoya Astanayê de ji bo xwe bi kar bîne û ya din jî Esad qaneh bike ku bêyî şert li ser maseyê bide rûniştandin. Sedema daxwaza wan a hevdîtina bi Esad re jî hedefa wan a tunekirina Rêveberiya Xweser a li Rojava ye. Tekane daxwaza wan tunekirina statûya kurdan e.”
'JI BO ERDOGAN RÎSK E’
Karadaş, got ku dîzayna nû ya li herêmê ji bo îktîdara Erdogan rîsk e û wiha ev nirxandin kir: "Rêveberên Tirkiyeyê heta banga ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî dixwazin van rîsk û xetereyan weke firsend bi kar bînin. Weke mînak, di navbera salên 2013-2015’an de îktîdara Erdogan xwest rejîma Sûriyeyê hilweşîne, di vê mudaxileyê de kurdan bi kar bîne û li welêt jî ji bo rejîma serokatiyê kurdan bi kar bîne. Lê li Sûriyeyê rastiya Rojava derket holê. Di sala 2015’an de AKP cara ewil nekarî bi tena serê xwe bibe îktîdar. Dema em li pêvajoya îro dinêrin, dibînin ku gavên li herêmê diavêje ji bo wê pir xetere ne. Li vir dixwaze hem van rîskan ji holê rake hem jî polîtîkayên belavbûnê bixe meriyetê. Lê îxtîmal heye ev polîtîka li wan vegere. Dibe ku hêzên demokrasiyê di vê rewşê de bibin vebijêrka sereke.”
'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ EMPERYALÎZMÊ’
Karadaş, daxuyand ku komên cîhadîst dema dîtin êdî bi kêr nayên dê ji bo parastina pozîsyona xwe her tiştekî bidin ber çavan û wiha bi dawî kir: “DAIŞ li herêmê zeîf bûye lê rastiya herêmê gelek tiştan vedibêje. Şerê parvekirinê yê di navbera emperyalan û yê di navbera paşverûtiyên li herêmê yên weke îktîdara Tirkiyeyê, ji komên weke HTŞ’ê re qadê vedikin. Heta emperyalîst neçin, gel bi xwe qedera xwe diyar neke, heta pêşerojeke aştiyane neyê avakirin dê ev gef tune nebin. Lîbya û Iraq mînaka vê ne. Ev 20 sal in Iraq di vê rewşê de ye. Welatên mudaxile lê tê kirin wêraniyeke mezin dijîn, gelek mirin çêdbin û hwd. Ev 100 sal in çavkaniyên enerjiyê yên herî girîng li vê herêmê ne û xaçerêya bazirganiyê ya cîhanê ye. Heta şerê serdetan hebe dê gel her dabeş be û wêranî dê her hebe. Divê gelên herêmê li dijî vê bibin yek. Rêya xelasiyê ev e.”
MA / Tolga Guney