NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li 3 eniyên bajêr şerekî giran diqewime. Meclisê got: "Em ê bi gelê Minbicê re mil bi mil van êrişan têk bibin."
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên, rewşa dawî ya herêmê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di nava 12 rojên bûyerên dawî yên li Sûriyeyê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî ya dagirkeriyê bi dehan êrîş birin ser herêma Minbicê û gundewarê wê. Ev êriş hemû ji aliyê hêzên Minbic û El-Babê ve hatin şikandin.
Çeteyan di van du rojên dawî de li hemû eniyên Minbicê êrîşên xwe zêde kirine. Niha li eniyên Toxarê heta eniyên Eyn Dadat, Ereb Hesen û El-Erîma di navbera şervanên me û çeteyan de şerên dijwar diqewimin.
Îro piştî nîvro komek çeteyan bi piştgiriya hewayî ya artêşa Tirk a dagirker û wesayîtên zirxî li deriyê başûrê bajêr bi pêş ve çûn û xwestin zexta derûnî çêbikin, lê ketin kemîna hêzên me. Her wiha hinek hinek şaneyê veşartî yên çeteyan bi armanca ku zexta derûnî li ser gel çêbikin û tirsê bidin avakirin, ketin nava liv û tevgerê. Niha li deriyê bajar ê başûr pevçûn diqewimin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku ji bo parastina herêmê ji hemû rêxistinên terorê bi hezaran qurbanî dane, di wê baweriyê de ye ku dê şervanên wê bi gelê xwe yê Minbicê ku dijî çeteyên DAIŞ û rêxistinên din ên terorê mil bi mil têkoşîn kiriye, van êrişan jî pûç bikin."