ÊLIH - Polîsan nehiştin hevşaredarên Êlihê û endamên meclisê derbasî avahiya şaredariyê bibin. Hevşaredar Yeşîl Işik bertek nîşan da û got ku îktîdara destûra bingehîn nas nake êdî rewa nîne.
Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin û endamên meclisa şaredariyê xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Pêşiya hevşaredar û endamên meclisê li Xaçerêya Basinê ya li ser Cadeya Diyarbarkirê hate girtin. Polîsên ku şaredarî dorpêç kirin, bi hinceta “fermana walî heye” nehiştin derbasî avahiya şaredariyê ibin. Li ser vê yekê girseyê bertek nîşan da.
‘ÎKTÎDAR ÊDÎ REWA NÎNE’
Li ser vê yekê hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku tenê partiya wan tê qedexekirin û polîsên derbasbûna wan a şaredariyê û yên fermanê didin polîsan sûc dikin.
Hevşaredar Yeşîl Işik jî got ku kesên qeyûm tayînî îradeya gel kirin nahêlin ew bikevin şaredariyê û ev tişt anî ziman: “Heta ku qeyûm derqanûnî paşve dikişînin dê têkoşîna me bidome. Negirtina endamên meclisa şaredariyê ya hundir sûc e. Îktîdara ku piştî derbeya li dijî demokrasiyê qala hilbijartinê dike, durûtiyê dike. Êdî rewatiya îktîdarê nema ye. Ji ber kul qanûnan û mafê bijartin û hilbijartinê nas nake. Dê ji vir û şûnde jî berteka xwe nîşan bidin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Batmanê”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.