AMED - Nivîskar Nûsret Yildiz ku 30 salan di girtîgehê de ma û di vî 30 saliyî de zêdetirî 30 pirtûk nivîsandin, heya niha tenê karibûye pirtûkekê çap bike.
8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê piştî 9 rojan bi dawî bû. Pêşangeha ku 26 jê bi kurdî 216 weşanxane tevlî bûn, bi deh hezaran kes serdana wê kir. Di pêşangehê de gelek nivîskar bi xwendevanên xwe re hatin cem hev û pirtûkên xwe îmze kirin. Ji van kesan yek jê jî Nusret Yildiz bû ku 30 salan di girtîgehê de maye û zêdetirî 30 pirtûk nivîsandine. Yildizê ku di sala 1993'yan de li Aydinê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Erziromê ve bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebbedê lê birîbû, di 18 saliya xwe de hat girtin û di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Yildizê ku di 30'ê Cotmeha 2023'yan de ji Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2'yan a Şakranê derket, di dema girtîgehê de 30 berhem nivîsandine. Ji van berheman tenê "Ez Ehmedê Xanî Me" ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin û berhemên din ên Yildiz jî li benda çapê ne.
WEKÎ BERDEWAMIYA TÊKOŞÎNÊ PIRTÛK NIVÎSANDIN
Yildiz da zanîn ku wî piraniya berhemên xwe bi kurdî û di warên felsefe, dîrok û wêjeyê de li gorî pêdiviyên gel nivîsandine û got ku ew nivîsandinê wekî berdewamiya têkoşînê dibîne. Yildiz diyar kir ku piştî hatiye girtin li rêyeke têkoşînê geriyaye û wiha got: "Me pirsên xwe yên têkoşîna li zindanê çi ye, em dikarin çi bikin. Me dît ku berdewamkirina têkoşînê bi nivîsandina pirtûkan e. Me got, 'Me heta niha erka xwe pêk anî, ji niha û pê ve jî divê em têkoşîna xwe bidomînin.' Di şert û mercên zindanê de domandina têkoşînê bi nivîsandina wêje, felsefe û dîrokê pêkan bû. Bi vî awayî me dest bi nivîskariyê kir."
DÎROKA MEZIN A GELÊ KURD
Yildiz ku got "Rêya têkoşîn û berxwedanê edebiyat e" bal kişand ser têkiliya wêje û dîrokê.
Yildiz da zanîn ku ew gotinên dibêjin "daneyên dîroka kurdan tune ne" rast nabîne û got: "Ji dîroka gelê kurd mezintir dîrok tune. Bêguman em hurmetê didin dîroka hemû gelan, lê dîroka xwe jî diparêzin. Belgeyên me jî ji yên wan kevintir in, em ji wan dûr mane, meraqa nakin. Eşkerekirina dîroka kurdan wê ji bo mirovahiyê xizmeteke pir mezin be. Me jî bi vê baweriyê dest bi nivîsandinê kir."
BERXWEDANA BI NIVÎSANDINÊ
Yildiz diyar kir ku ji ber bêtehamuliya dem, cih, teknîk û ramanê di girtîgehê de nivîsandina pirtûkê zehmet bûye û wiha got: “Mînak 1, 4, 10 sal dixebitin û berhemekê derdixin, paşê rojekê ew tê desteserkirin. Di heman demê de ev xwesteka nivîsandinê, xwesteka hilberandina berhemekê jî ji holê radike. Ji ber vê yekê jî li hemberî vê zextê biryara herî mezin nivîsandin e. Tenê nivîsandin ne bes e, parastina wê jî pêwîst e. Ji bo berhemên te neyên desteserkirin, tu xwe sansur dikî. Nivîskar nikare xwe bi awayekî azad bîne zimên."
'WEŞANXANE BERHEMAN DI QADA DIJÎTAL DE DIXWAZIN'
Yildiz anî ziman ku nivîskarên girtî xwedî pirsgirêkeke teknîkî ne û destnîşan kir ku nivîskarên girtî berhemên xwe bi destan dinivîsin, lê weşanxane ji wan dixwazin ku berhemên xwe di qada dîjîtal de binivîsin. Tildiz got ku ev neheqiye. Yildiz da zanîn ku ji ber vê rewşa teknîk zêdetirî 30 berhemên ku nivîsandine çap nekirine û ji van berheman tenê "Ez Ehmedê Xanî Me" çap bûye.
REXNE LI MALBATAN
Diyar kir ku dema ew di girtîgehê de bûye kurdên tirkîaxêv di nava civaka xwe de dihatin şermkirin û wekî “koka xwe winda kirine” dihatin dîtin, lê piştî ku ji girtîgehê derketiye dîtiye ku her kes bi tirkî diaxive. Yildiz rexne li malbatên ku bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin kir û wiha dewam kir: "Bi çi armancê vê yekê dikin? Nêzîkatiya 'Bila bi tirkî zanibin, bi aqilê xwe vekirî bin û di dibistanê de serkeftî bin' gelekî şaş e. Zarokên ku bi gelek zimanan dizanin, li dibistanan bêtir serkeftî ne. Kurdî wê çawa li dibistanê bibbe asteng? Yên ku zimanê xwe yê dayikê li pêşiya pêşeroja zarokên xwe asteng dibînin, neheqiya herî mezin li xwe dikin. Ev gel bi zimanê xwe tê naskirin. Gelê ku nikare bi zimanê xwe biaxive, radibe zimanê xwe asîmle dike. Em ji xwe re li dijminan negerin. Dijminatiya herî mezin em li xwe dikin."
Yildiz diyar kir ku cara ewil e beşdarî pêşangeha pirtûkan dibe û got ku ev yek ew kêfxweş kiriye. Yildiz der barê pêşangehê de got: "Min ruhê Amedê li vir dît. Ev pêşangeh ji bo çanda kurdan xizmeteke mezin e. Çi dibe bila bibe, çiqasî kêm be jî divê em nehêlin kêmasî bibin aseng ji bo me. Divê ev pêşangeh her tim berdewam bikin."
MA / Rûkiye Adiguzel