ENQERE - Hat destnîşankirin ku her çend endamê KESK'ê Îsmet Aslan ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5'an a Marmarayê girtî ye bi nexweşiya Mycosis Fungoides (MF) a cureya penceşêra çerm ketiye jî, dermanên wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayên dayîn.
Îsmet Aslan ku 20 sal in li Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) wekî Pisporê Peymana Kolektîf û Hiqûqê xebitî, di 7'ê Cotmeha 2024'an de di serdegirtina malan de hat binçavkirin û ew şandin Girtîgeha Marmarayê (Silivriyê). Hat destnîşankirin ku Aslan ê ku biryara nepenîtiyê li ser dosyeya wî hatiye dayîn, bi hinceta îfadeya "şahidê veşartî" hatiye girtin.
Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî de ku ji aliyê KESK'ê ve ji bo azadiya Aslan hat destpêkirin de, li gel şandina nameyên protestoyî yên ji Serokkomariyê û Wezareta Dadê re 4 hezar îmze hatin komkirin.
Îsmet Aslan ê li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 5'an a Marmarayê girtî ye bi nexweşiya Mycosis Fungoides (MF) ku cureyekî pençeşêra çerm e têdikoşe. Ev nexweşiya ku bi rêkûpêk dermankirinê divê, ji ber şert û mercên girtîgehê pêş ket. Lê belê hat diyarkirin ku her çend dermanên ku Aslan bi kar tîne ji dermanxaneya ku rêveberiya girtîgehê bi wê re peyman çêekiriye hene jî, ji ber ewlehiyê nayên dayîn. Hat destnîşankirin ku Aslan tevî bangawaziyên rêxistinên mafên mirovan û parêzeran jî, nikare xwe bigihîne dermankirinê. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Aslan xera bûye û çermê diweşe.