AMED - Amediyan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û aqûbeta Seddam Huseyîn bi bîr anîn û diyar kirin ku aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navînê tenê bi çareseriya pirsgirêka kurd pêkan e.
Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ASA) ku di bin kontrola wê de ye, ji geşedanên nû yên li Sûriyeyê sûd werdigirin û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hedef. Di êrışên piştî 26’ê Mijdarê dest pê kirin de heta niha bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nav de zarok jî hene. Bi deh hezaran kes neçar man ji Til Rifet û Şehbayê koçî bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Amediyan bertek nîşanî êrişan dan.
'SEDEMA KRÎZÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER IN'
Kemal Fîdan anî ziman ku aboriya welat roj bi roj xerabtir dibe û got: "Dema şer hebe budçe tune ye. Hemû budçeyê didin leşkeran. Ji bo gel tiştekî nakin. Desthilat bi kêfî şer derdixe. Çima êrişî Rojavayê dikin? Çi pirsgirêka wan bi Rojavayê re heye? Ew der ne xaka te ye. Bi temamî bi hêrsa dewletê êriş dikin. Ma em ê li hemberî van êrişan bêdeng bimînin? Na, em ê bêdeng nemînin."
Fesîh Denîz jî destnîşan kir ku sedema sereke ya debarê ya geş polîtîkayên şer in û got: "Her guleya tê teqandin bandorê li budçeya gel dike. Armanca dewletê ne fêdeya gel e, kedxwarin e."
Feymî Akdogan jî bilêv kir ku êdî nikarin nan bibin mala xwe û got: "Rojava jî wekîe me di bin zilmê de ye. Li wir aramnaca wan tunekirina kurdan e. Kurd divê li dijî vê zilmê bibin yek."
Edîp Tekîn bilêv kir ku dê Tirkiye bi van êrişan bi ser nekeve û got: "Li Rojhilata Navînê ger aştiyek çêdibe ew jî dê bi kurdan re çêbibe, wekî din tu rêyeke wê tune ye."
Faîk Bozkûş jî got: "Em yên ku şer daye destpêkirin û yên piştgiriyê dide şer şermezar dikin."
AQÛBETA SEDAM BIBÎR XIST
Nedîm Turkel jî destnîşan kir ku êrişên li ser Rojavayê şaş in û got: "Seddam jî êrişî kurdan kir, lê em bînin bîra xwe ku çi hat serê wî. Yanî tu fêdeya zilmê li kesî tune ye."
Mehmet Dundar anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl hedef tên girtin û Aydin erdînç jî got: "Kurd êdî şiyar bûne. Em êrişên li ser Rojavayê şermezar dikin. Em doza yekîtiyê dikin."
MA / Heval Onkol