ŞIRNEX - Di daxuyaniya di 9'emîn salvegera qedexeyên derketina derve de ku piştî berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015'an li Cizîrê dest pê kir, peyama "Şer ne çareserî ye, diyalog û muzakere esas e." hat dayîn
Bi ser qedexeya ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat ragihandin re 9 sal derbas bûn. Ji Qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat ragihandin, heta 2’yê Adara 2016’an an ku 79 rojan dewam kir. Di qedexeya derketina derve de 177 jê di jêrzemînan de bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Tevî ku 9 sal bi ser re derbas bûne jî hê jî cenazeyên 14 kesan nehatine dîtin. Di qedexeyan de bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran jî ji cih û warên xwe koçber bûn. Ji ber çekên hatine bikaranîn, zirar gihişt nêzî 3 hezar xaniyan. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ev qedexe û rewşa li Cizîrê weke “Tabloya dişibe qiyametê” pênase kiribû.
Di 9'emîn salvegerê de Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber avahiya partiya xwe daxuyanî da. Meclîsa Dayikên Aştiyê û MEBYA DER, rêveberên bajêr û navçeyên Şirnexê yên DEM Partiyê, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal û ktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla endamê MEBYA DER'ê Nûrî Salguçak ve hat xwendin.
'POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET'
Nûrî Salguçak, anî ziman ku qetlîama di dema qedexeyê de pêk hat wê neyê jibîrkirin û destnîşan kir ku hikûmet polîtîkayên şerê taybet ên li ser Kurdan dimeşîne û got: “Tevî vê demê polîtîkayên şerê taybet ên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li ser gelê me berdewam dikin. Pirsgirêkên welat kûr bûne, baweriya bi edaletê ji ber binpêkirina mafan û polîtîkaya bêcezakirinê qels bûye û ji holê rabûye. Siyaseta înkar û îmhayê ya zêdeyî sed salî ye ku zirarê dide welat û herêmê, gav bi gav bûye sedem ku pirsgirêk veguherin kangrenê. Ev nêzîkatî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê veguheriye kaosek mezin. Israra di şer de derbeyek mezin li yekitiya civakî û lêgerîna aştiyê xist. Bersiva têkoşîna mafdar a Gelê Kurd bi şer û tundiyê wê bibe sedema windakirina vî welatî."
'ŞER NE ÇARESERÎ YE'
Nûrî Salguçak, bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava û wiha bi lêv kir: "Di şerê li Sûriyeyê de bi sed hezaran jin, zarok, kal û pîr û bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov jî koçber bûn. Em êrişên çeteyan ên li ser gelê me û gelê me yê Rojava qebûl nakin, şermezar û lanet dikin. Em ji vir careke din dixwazin bibêjin; Şer ne çareserî ye. Diyalog û muzakere rêya herî însanî û wijdanî ya çareseriyê ye. Ji bo aştiyeke mayînde divê şert û mercên pêwîst bên afirandin, tecrîd bê rakirin û muxatabê çareseriyê bi Birêz Abdullah Ocalan re dest pê bike."
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Gelê Kurd” bi dawî bû.