ŞIRNEX - Taziyeya endamê HPG'ê Denîz Şen ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo endamê HPG'ê Denîz Şen (Demhat Silopî) ê di êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê hat danîn. Sersaxiya ku li Taxa Yenîşehîrê hat lidarxistin, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku di Dewrêşa Şaristaniyan de xizmên xwe winda kirin (MEBYA-DER) bi girseyî hat ziyaretkirin.
Di serdana taziyeyê de sersaxî ji malbata Şen re hate xwestin û peyama ku wê têkoşîn bidome hate dayîn.