ŞIRNEX - Şivanê ku li herêma germava Hestayê ya navçeya Basê ketibû çemê Dîcleyê, mirî hat dîtin.
Şivanekê ku navê wî nehat zanîn, li herêma germava Hestayê ya navçeya Basa ya Şirnexê di danê sibehê de ji bo pezê xwe biçêrîne çû bû çolê. Li gorî agahiyan, şivan kete Çemê Dîcleyê û bi bihîstina bûyerê re komên tenduristiyê, AFAD û agirkujiyê li herêmê hatin sewqkirin. Di encama xebata lêgerînê de cenazeyê şivên hat dîtin. Cenazeyê şivên ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.