ÊLIH - Hevserokê Şaxa OHD’a Êlihê Şîrîn Şen bal kişand ser nîqaşên têkildarî nenaskirina “Binpêkirina mafê hêviyê” yê DMME’yê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû û wiha got: “Nenaskirina mafê hêviyê, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de ji ber cezayê muebbeta girankirî yê bêyî berdana bişert, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara “binpêkirna mafê hêviyê” dabû. Bi ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê hêj jî Tirkiyeyê cîbicî nekiriye. Ji bo “binpêkirina mafê hêviyê” ku DMME’yê di çarçoveya “Qedexeya îşkence û muameleya xerab” a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de dabû, ji Tirkiyeyê hate xwestin ku sererastkirinên qanûnî çêbike lê Tirkiyeyê bi biryarê nekir. Di demên dawî de girêdayî geşedanên li Sûriyeyê, careke din biryara têkildarî “Mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan kete rojevê.
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê Şîrîn Şen têkildarî nîqaşên tên kirin axivî. Şen, diyar kir ku mijara behsa xeberê di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) de jî ye û wiha got: “Ji Tirkiyeyê xwest ku gavan biavêje. Komîteyê, heta 25’ê Îlona 2025’an dem da Tirkiyeyê. Ji Tirkiyeyê xwest ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û qanûnan sererast bike.”
'BINPÊKIRINA QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ YE’
Bi domdarî Şen bi lêv kir ku bicihneanîna “Mafê hêviyê”, tê wateya domandina sepana îşkenceyê û axaftina xwe wiha qedand: “Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî mafê hêviyê çendek gotin kir. Mafê hêviyê, mafek e û nabe ku li gorî hinek şertan bê bicihanîn. Ev yek hiqûqî nîne. DMME, girtîhiştina heta mirinê weke binpêkirina qedexeya îşkenceyê dibîne. Nenaskirina vî mafî jî binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye. Tirkiyeyê ev 10 sal in di vê mijarê de tu gav neavêtiye. Divê ev maf nebe mijara bazariyê û tavilê bikeve meriyetê.”