'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’

  • jin
  • 10:52 16 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL – Endama Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok balkişand şer û pevçûnan da zanîn ku li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye û divê li her derê jin di nav vê rêxistinbûnê de cih bigirin. 

Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (MYK) Satiye Ok diyar kir ku HTŞ û SMO ya girêdayî Tirkiyeyê bandoreke neyînî li pêşeroja jin, bawerî, gelan û zarokan dike û bal bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.
 
Satiye Ok da zanîn ku hêzên emperyalîst Projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêk tînin û ji ber vê yekê li dijî Filistîn, Lubnan û Îranê êrîşên berfireh pêk tinin û wiha got: “100 sal piştî temambûna netew dewletan em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku emperyalîstan careke din li Rojhilata Navîn di nav şerê parçebûnê de hiştin û hewl didin ku ji nû ve teşe bidin. Bêguman di vê pêvajoyê de gelê kurd û têkoşîna azadiya kurd weke pêkhateya Rojhilata Navîn di cihekî gelekî bingehîn de cih digire.”
 
‘HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK ZIRARÊ DIBÎNIN’
 
 
Satiye Ok got ku divê di şer û pevçûnan de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin û divê rewşa jin û zarokan nemaze were destgirtin û wiha axivî: “Jin wek xenîmetên şer tên dîtin û neçarî koçberiyê tên hiştin.” 
 
Satiye Ok anî ziman ku Tirkiye li dijî destkeftiyên kurdan êrîşan pêk tîne û got, "Em dibînin ku êrîşeke organîze ya bi armanca nenaskirina statûya kurdan ji nû ve hatiye plankirin û ketiye nava tevgerê. Bê guman, êrîşek heye û li dijî êrîşan berxwedan û têkoşîna bindestan didome.”
 
‘HTŞ Û DAIŞ HEMAN TIŞT E’
 
Ok diyar kir ku HTŞ, OSO û SMO tenê nav guhertine, ferd di navbera wan de nîn e û wiha got: “Dema mirov li paşeroja wan mêze dike û hem jî fikra wan dinêre û ger li bicihbûna wan a li Rojava berçav were girtin tê  dîtin ku di navbera HTŞ û DAIŞ’ê tu ferq tune heman tişt e, SMO û OSO jî eynî ne.”
 
‘ROLA JINAN GIRÎNG E’
 
Satiye Ok da zanîn ku di pêvajoyên şer de herî zêde rol dikeve ser milê jinên Tirkiye û Rojhilata Navîn û di dîroka şer a cîhanê de jinan di pêvajoyên aştiyê de tiştên girîng kirine. Ok bibîrxist ku Helwladan Jina a Ji Bo Aştiyê (BÎKG) ku di sala 2009’an da hatibû avakirin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê vedana kon, çalakiya rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, meş, panel û gelek tiştên din ji aliyê BÎKG ve hatin lidarxistin. Li Tirkiyeyê karker û kedkar û jinên bindest ji bo çarenûsa jinên kurd li Kurdistanê û li hemberî vî şerî bilindkirina daxwaza aştiyê bû. Em dizanin ku ger li van xakan pêvajoyeke aştiyê ya bi rûmet pêk were, ger aştî pêk were divê mirov xwedî mafên wekhev bin û mafê jiyanê bê misogerkirin.”
 
Ok diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêwîstî bi rêxistinbûna jinan a ji bo tevgereke aştiyê heye wiha pê de çû: “Me her tim diyar kir ku ev şerên emperyalîst şerê mêran e. Ev şer ne şerê jinan e, ji ber ku di van şeran de herî zêde jin tên çewisandin, herî zêde jin tên qetilkirin, jin û zarok bi encamên şer re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê jin li hemberî şer di avakirina aştiyê de xwedî cihekî pir girîng e. Em şer naxwazin; em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd û gelê tirk dikarin aştiyeke wekhev, bi rûmet, demokratîk û adil ava bikin.”
 
‘BAR DIKEVESER MILÊ HER KESÎ’
 
Ok di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo aştiyê baş dikeve ser milê her kesî û ev tişt got: “Gelên Rojava, gelên Sûriyeyê, gelên ereb û gelên din bi awayekî wekhev û bi rûmet dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn û jiyanê ji nû ve ava bikin. Divê jin teqez li her cihê ku lê bin, li hemû erdnîgariyê ji bo aştiyê bikevin nav hewldanan. Divê her kes li vir rola xwe bilîze, divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ger em dixwazin di pêşerojê de zarokên me di nav şert û mercên aştiyane û li welatên demokratîk de bijîn, divê li her derê ji bo aştiyê însiyatîfa jinan ava bikin. Divê em perspektîfek, nexşerêyek çêbikin û em vê însiyatîfa jinan bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kuçe bi rêxistin bikin, jin bikin aliyê bihêz ê aştiyê û di vê xalê de raya giştî biafirînin.”
 
MA / Yeşîm Tukel
 

Sernavên din

19/12/2024
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir