STENBOL - Ji rewşenbîrên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kirin Oya Baydar anî ziman ku ji bo dijminatiya li Kurdan ji mejiyê mirovan were jêbirin divê partiyên muxalefetê gavan biavêjin. Onûr Hamzaoglû jî got ku gava ewil divê tecrîd were rakirin.
Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, du roj berê li Hotêla Hîllê ya Taksîm a Stenbolê gelek nivîskar û rewşenbîr hatin gel hev û bang kirin ku ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Nivîskar Oya Baydar û Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû ji wan rewşenbîran bû ku metn îmze kirin. Oya Baydar û Hamzaoglû, têkildarî nîqaşên demên dawî yên li ser pirsgirêka Kurd nirxandin.
'DIVÊ MUXALEFET BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE’
Oya Baydar, anî ziman ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ye û wiha got: “Di esasê xwe de pirsgirêka jê re dibêjin pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkan e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ji ewil dijminatiya li Kurdan ji mejiyan were jêbirin. Ji bo vê jî divê di qanûn û sepanan de guhertin bên kirin. Polîtîkaya qeyûman ku berhema dijminatiya li Kurdan e, ne tenê meseleya qeyûman lê meseleya demokrasiyê ye. Dewlet, bi polîtîkayên qeyûman re dibêje ‘Hûn ji me nînin, em îradeya we nas nakin.’ Di vê mijarê de hewceye her kes têkoşîneke cidî bimeşîne. Bi taybet jî divê muxalefet berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
'EM LI DIJÎ AŞTIYÊ NÎNIN LÊ TESLÎM JÎ NABIN’
Bi domdarî Oya Baydar bal kişand ser silavdayina Devlet Bahçelî ya parlamenterên DEM Partiyê û wiha pê de çû: “Piştî vê silavdayinê nîqaşa ‘gelo pêvajoyeke nû dest pê kir’ hatin meşandin. Ez van nîqaşan zêde jidil û pêbawer nabînim. Bahçelî, ji çareseriya meseleya Kurd zêdeir, dixwaze meseleyê weke amûrekî bi kar bîne. Em ê geşedanên di vê mijarê de jinêzve bişopînin. Her geşedanek, her gavek girîng e. Em li dijî aştiyê nînin lê bila li bendê nebin em teslîmî wan bibin.”
PRATÎKÊN NE JIDIL
Di berdewama axaftina xwe de Oya Baydar bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Di şerekî wiha de dê Kurd bibin hedef. Ev jî dê li Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyeke krîtîk veke. Heke tevgera Kurd bibe hedef, dê ev yek ji bo pêşerojê bi xwe re êşê bîne. Wê demê dê pêkan nebe ku li Tirkiyeyê di mijara Kurdan de gav bên avêtin. Divê em vê fêm bikin. Dewlet dibêje; ‘Em li Tirkiyeyê hinek daxwazên Kurdan bidin, li derve jî wan tune bikin.’ Di esasê xwe de ev ne daxwazin, ev maf in. Li vir tişta em jê nebawer, pratîkên nejidil in.”
‘POLÎTÎKAYÊN ŞER DIDIN WINDAKIRIN’
Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû jî got ku ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê gel pir mezin winda dikin û ev tişt anî ziman: “Li dijî şer, daxwaza me ya aştiyê heye. Êdî ev polîtîkayên şer bi welêt didin windakirin. Em jî hewl didin vê rewşê biguherînin.”
‘DIVÊ WEKE GAVA EWIL TECRÎD BÊ RAKIRIN’
Hamzaoglû, diyar kir ku divê pêvajoyeke nû bi eşkereyî û ji gel re vekirî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke bixwazin pêvajoyekê bidin desptêkirin, divê weke gava ewil tecrîd were rakirin. Heke pêvajoya dest pê bike divê bingeha muzakereyan were amadekirin. Divê alî xwe bi awayekî eşkere û zelal bikarin vebêjin. Ji bo pêvajoyeke şefaf û xwezayî hewcehî bi rakirina tecrîdê heye. Lewma jî divê her du alî hevdîtinên ku gel dibîne û dibihîse li dar bixin.”
‘DIVÊ GAVÊN BIBIRYAR BÊN AVÊTIN’
Hamzaoglû, anî ziman ku ew ê daxwaza aştiyê li her qadê bînin ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li her qadê daxwaza aştiyê ya civakê bînin ziman. Aştî pir nêzî me ye, divê em ji vê bibawer bin û gavên bibiryar biavêjin. Bêguman tirs, hestekî mirovî ye lê roj roja bidawîkirina van tirsa ye. Çi dibe bila bibe em ê bibi şopdarên aştiyê.”
MA / Ferhat Sezgîn