ÎZMÎR - EGE-TUHAYDER’ê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” de ji gelek girtiyan re pere şand.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” de li pêşiya Sumerbank a Kevin a li navçeya Konakê daxuyanî da. Piştre jî ji hinek girtiyan re pere şand. Li gel xizmên girtiyan, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
'NABE KU ŞANDINA PEREYAN BIBE SÛC’
Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yildirim diyar kir ku sûchesibandina şandina pereyan a ji girtiyan re nîşaneya “girankirina tecrîdê ye.” Ayfer Yildirim, bal kişand ser rêziknameya têkildarî şandina pereyan a ji girtiyan re û da zanîn ku nabe şandina pereyan a ji girtiyan re weke “fînansekirina rêxistinê” were nirxandin. Ayfer Yildirim, ev tişt anî ziman: “Qedexeye ku xwarin, cil û berg û gelek pêdiviyên din ji derve ji girtiyan re bên şandin. Hemû pêdiviyên xwe ji kantînê dikirin û ji bo vê jî ji girtiyan re pere lazim in.”
Piştî daxuyaniyê, li Şaxa PTT’a Konakê ji girtiyan re pere hatin şandin.