ÊLIH - Şaxa ÎHD’a Êlihê da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm li Êlihê nêzî 300 kes hatine binçavkirin, li piraniya binçavkiriyan tundî hatiye kirin û herî kêm 37 kes hatine girtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî binpêkirinên piştî 4’ê Mijdarê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê hatine kirin, li avahiya şaxê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Sînan Îslam Gegîn bal kişand ser tundiya polîsan a di dema çalakiyan de û wiha got: “Em bûn şahid ku polîsan bi bêperwatî îşkence û muameleya xerab kirin. Beriya biryara girtina ji peywirê bi muxataban re were teblîxkirin, avahiya şaredariyê û rêyên derdorê hatine dorpêçkirin, destûr nehate dayin welatî û xebatkarên şaredariyê bikevin hundir. Îradeya gel radestî hêzên ewlekariyê hatiye kirin.”
BINPÊKIRINÊN LI EMNIYETÊ
Gegîn, wiha domand: “Li binçavkiriyan heqaret hate kirin, li nezaretxaneyên Şaxa TEM’ê av nedan binçavkiriyan, îşkence û muameleya xerab lê hate kirin, êrişên devkî, fîzîkî û psîkolojîk lê hate kirin, derman û alavên tenduristiyê nedan welatiyên nexweş û pîr, gelek caran nehiştin biçin daşirê jî. Nezaretxaneya welatî lê dihatin ragirtin sar bûn û welatî jî şil bûn û wisa hatin hştin, kesên di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab hatibûn nehatin tedawîkirin.”
Bi domdarî Gegîn anî ziman ku kontrolên tenduristiyê li gorî usûlan nehatine kirin û wiha pê de çû: “Raporên edlî yên gelek welatiyan bêyî ku gotinên derb û tundiyê bên nivîsandin hatin amadekirin. Kesên binçavkirî jî li dijî muameleya xerab weke bertek xwarina hatiye dayin nexwarin û ji ber vê jî rastî derb û muameleya xerab hatin.”
NÊZÎ 300 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Gegîn, bi lêv kir ku êrişa poLîsan di asta binpêkirina mafê jiyanê de bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di protestoyên 4’ê Mijdarê de nêzî 75 welatî bi bikaranîneke hêzeke bêperwa hatin binçavkirin, gelek welatî li erdê hatin kaşkirin, ji hêla bi dehan hêzên ewlekariyê ve hatin derbkirin, bi pêhnan hatin birîndarkirin, rastî hewldana lînckirinê hatin. Di navbera 4-17’ê Mijdarê de nêzî 300 welatî hatin binçavkirin. Ji welatiyên hatin binçavkirin nêzî 200 jê hatin derbkirin, tundî û muameleya xerab lê hate kirin. Ji binçavkiriyan herî kêm 80 jê zarok bûn, welatiyên astengdar jî di nav de herî kêm 37 kes hatin girtin. Mafên agahîgirtin û mafê agahîdayinê yê rojnamegeran hatin binpêkirin. Di dema şopandina nûçeyan de 3 rojnameger bilêdanê hatin binçavkirin, kesên îdia dikirin polîs in û tevî daxwazê jî nasnameyên xwe nîşan nedan hewl dan rojnamegerekî binçav bikin.”
DAXWAZ
Gegîn, daxwaz jî wiha rêz kir: “Divê biryara tayînkirina qeyûm tavilê paşve were kişandin, hevşaredar dîsa li peywira xwe vegerin, divê qedexeyên ser çalakî protestoyên aştiyane bên rakirin, divê sepanên li dijî qedexeya îşkence û muameleya xerab ên ji hêla hêzên ewlekariyê ve tên kirin bên bidawîkirin, divê derheqê polîsan û amirên wan ên ferman dane wan de lêpirsînên edlî û îdarî bên destpêkirin û dawî li girtin û binçavkirinên keyfî bê anîn.”