NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya bîranîna kesên di komkujiya li Parîsê de hatin qetilkirin, diyar bû.
Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi wesîleya salvegera komkujiyên Parîsê daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê yek ji damezirînerên PKK'ê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin û di 23’yê Kanûna 2022’yan de jî Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev herdu komkujî ji aliyê dewleta Fransayê ve bi biryara 'nepenîtiyê' û 12 sal in bi 'Sira dewletê' nehatine ronîkirin ku ev doz jinên Kurd dikin hedef. Daxuyanî wiha dom kir: “Bi dirûşma 'Kujer diyar e! Fransa çima bêdeng e!' em ê di 21'ê Kanûnê de dest bi çalakiyên xwe yên şermezarkirinê û bîranînê bikin. Em bang li jinên Kurd, gelê xwe, hêzên sosyalîst û demokratîk û hemû dostên li Ewropayê dikin ku tev li çalakiyan bibin. Em bang li her kesî dikin ku li dora çalakiyên 23'yê Kanûnê, 9'ê Çileyê û 11'ê Çileyê bicivin.”
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyên bîranîn û şermezarkirinê bi vî rengî ye:
“23'YÊ KANÛNÊ
* Di 23'yê Kanûna 2024'an de li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku komkujiya duyemîn a Parîsê lê hate kirin, saet di 11:37'an de wê deqeyek rêz bê girtin. Piştre dengbêj wê klamên xwe bibêjin.
* Saet di 14:00 de bi beşdariya nûnerên gelan ên li Parîsê rastî komkujiyên siyasî hatin, nûnerên tevgerên jinan û TJK-E'yê wê kursiya vekirî bê danîn.
* Saet di 18:00 de wê bernameya bîranînê dest pê bike. Malbatên şehîdên Parîsê, nûnerên TJK-E, KNK, hilbijartiyên Fransayê, tevgera jinê û siyasetmedar tev li bibin. Ji bilî axaftinan wê helbest bêne xwendin û stran ji bo bîranîna şehîdên Parîsê bêne gotin.
9'Ê ÇILEYÊ
* Wê li seranserê Ewropayê li pêşiya konsolosxaneyên Fransayê çalakiyên şermezarkirinê yên girseyî bêne lidarxistin.
* Li Parîsê saet di 11:00 de ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta bi Buroya Enformasyonê ya Kurd a Parîsê ku komkujiya yekemîn a Parîsê lê hate kirin wê meş bê lidarxistin. Piştî meşê wê li ber buroyê mîna her salê daxuyaniyek bê dayin.
* Saet di 18:00 de wê li Şaredariya 10'emîn a Parîsê bi beşdariya parêzerên doza komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê panelek bê lidarxistin.
11'Ê ÇILEYÊ
* Dê meş û mitînga navendî bê lidarxistin. Meş dê saet di 10:00 de li ber Gare du Nord dest pê bike.”