ÊLIH - Apê Emîn Şahîn ku bertek nîşanî neberdana biraziyên xwe Emrah û Firat Nebîoglû yên ku yek ji wan li derve û yê din li girtîgehê felcî bûne dan û xwest ku parêzvanên mafên mirovan dengê wan ragihînin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê di 1'ê Kanûna 2024'an de li 406 girtîgehên vekirî û girtî 378 hezar û 657 girtî û hikumxwar hene. Li gorî raporê 759 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de bi dayikên xwe re li girtîgehan tên girtin û li gorî tesbîtên di Nîsana 2022’an de jî hezar û 517 nexweş ku 651 jê rewşa wan giran e, girtî ne. Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan, heta 28'ê Mijdara 2024'an di 11 mehên destpêkê yên salê de 709 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.
Girtiyên nexweş, extiyar û astengdar û nikarin bi tena serê xwe li girtîgehê bijîn, ji ber raporên Saziya Tiba Edlî ya "Dikare di girtîgehê de bimîne" û hincetên dozgeriyan ku dibêjin "ji bo civakê xetere ne" serbest nayên berdan.
RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
Yek ji girtiyên nexweş ên li girtîgehê Firat (24) û birayê wî yê mezin Emrah Nebîoglû (30) ye. Firat Nebioglu di sala 2015'an de li Êlihê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" bi giştî 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Firat Nebîoglûyê ku di zarokatiya xwe de 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, di girtîgehê de ji sedî 92 astengdar bû. Nebîoglûyê ku rapora wî ya astengdariyê heye, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî têkçûna gurçikan, kêmbûna dîtin û bihîstinê re jî têdikoşe. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da Nebîoglûyê ku ji ber têkçûna gurçikan heftê 3 rojan di diyalîzê de dimîne. Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 14'ê Adara 2022'an de der barê Nebîoglû de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne " çêkir. Ji bo 7 serlêdanên ji bo neqla gurçika Nebîoglû hatin kirin bersiveke erênî nehat dayîn. Serlêdanên malbatê yên ji bo berdanê her tim tên redkirin.
Birayê Firat Nebîoglû yê mezin Emrah Nebîoglû di çalakiya şermezarkirina êrîişên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li hemberî Kobanê de bi guleya ku ji serê xwe xwaribû bi giranî birîndar bû û felc bû. Emrah Nebîoglû tevî ku felc bû jî di çarçoveya dozê de hat darizandin û di 5ê Sibata 2022'yan de hat girtin. Nebîoglu bi îdiaya "endamê rêxistinê" 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwar. Nebîoglûyê ku cezayê wî di merhaleya Dadgeha Bilind de ye, tevî felçbûna xwe jî bi îdiaya "gumana revê heye" nayê berdan. Nebîoglûyê ku ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê ve ji sedî 94 rapora wî ya astengdariyê heye, nexweşînên wî yên din jî hene. Serlêdanên malbatê yên ji bo darizandina bi awayekî negirtî bê encam man.
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
Apê her du birayan Emîn Şahîn bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Du birayên ku nikarin pêdiviyên xwe jî bi cih bînin, dê çawa birevin."
Şahîn da zanîn ku daxwazên wan ên neqla gurçikê nehatine qebûlkirin û wiha got: "Mirovekî felcî û birayê wî yê di diyalîzê de bi awayekî bêhiqûqî tên ragirtin. Tu serlêdaneke me nayê qebûlkirin. Hemû saziyên dewletê ji bo her du birayê di tabûtê de derên tevdigerin. Rewşa her duyan jî giran e. Bavêw an jiyana xwe ji dest da, dêya wan jî nexweş e nikare serdana wan bike. Dixwaze zarokên wê li cem wê bin. Ev zilm e."
Şahîn bilêv kir ku ew doza edaletê dikin û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku dengê wan bidin bihîstin.