ENQRE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji welatên di Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin tenê Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî mafên gelê Kurd e.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Barkirhan li Meclisê di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.
Bakirhan, ji ewil bi bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, got ku rojnamegerên dengê Kurdan, kedkaran û kesên rastî cihêkariyê tên radigihînin tên binçavkirin, girtin û qetilkirin û wiha got: “Di nava 5 salan de di serî de li Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava, bi giştî 13 rojnameger hatin qetilkirin û 7 jî bi giranî birîndar bûn. Ma ev ne sûcê li dijî mirovahiyê ye? Ez kesên van sûcên li dijî mirovahiyê dikin şermezar dikim. Hemû rojnamegerên jiyana xwe ji dest dayin bi rêzdarî bi bîr tînim.”
‘HÛN DÊ NEKARIN RASTIYAN VEŞÊRIN’
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku bi qetilkirina rojnamegeran hewl tê dayin ku rastiyan veşêrin û wiha domand: “Bi qetilkirina rojnamgeran hûn ê nekarin rastiyan veşêrin. Rêhevalên Nazim û Cîhanê dê pênûs û wênekêşên wan li erdê nehêlin. Qetilkirin jî bes nake îcar hemû kesên xwedî wijdan ên li dijî wê derdikevin jî gefan lê dixwin. Ev çend roj in kesên qetilkirina rojnamegeran rexne dikin tên binçavkirin û doz lê tên vekirin. Dê bibêjî qey peywira rojnamegeran ew e ku rastiyan li gorî keyfa wan binivîsin. Bang li her kesî dikim ku li dijî qetilkirina rojnamegeran dengê xwe zêdetir derxînin.”
‘TU KES NIKARE BIBE ASTENG’
Bi domdarî Bakirhan bi bîr xist ku derheqê kesên têkildarî rojnamegeran daxuyanî dayin de lêpirsîn hatine vekirin û wiha pê de çû: “Derheqê rojnameger û baroyên digotin bi ÎHA’yên Tirkiyeyê rojnameger hatin qetilkirin de lêpirsîn hatin destpêkirin. 7 jê rojnameger bi giştî 9 kes ji ber ku gotin bila rojnameger neyên qetilkirin, hatin girtin. Bi girtin, binçavkirin, zext û zilma li ser rojnamegeran re hûn ê nekarin rojnamegeran ji rastiyê dûr bixin. Heke dev jê berdabûna dê rojnameger piştî Apê Mûsayan dev jê berdabûna. Lewma jî em ê li her derê van sûcên îktîdarê teşhîr bikin û ji ber qetilkirina rojnamegeran hesabê jê bipirsin. Dê kesek nekare rojnamegeran asteng bike ku rastiyê nenivîsin.”
KRÎZA ABORÎ
Bakirhan, bal kişand ser krîza aborî û got ku teqawidan sala 2024’an weke sala birçîtî û hejariyê ragihandin, di 2024’an de zêdetirî 20 hezar şîrketan îflas kir, bi sedhezaran esnafan îflas kir. Bakirhan, got ku budçeya sala 2025’an jî budçeya sermaye û lobiya şer e. Bakirhan, da zanîn ku ji budçeya 2025’an ji bo lobiyên faîzê trîlyonek û 950 milyar lîre, ji bo baronên şer trîlyonek 608 milyar lîre û di bin navê lêçûnên bacê de 3 trîlyon lîre ji sermayeyê re hatiye veqetandin. Bakirhan, budçeya sala 2025’an weke budçeya baronên şer pênase kir.
‘CIVAKA AŞTIYA WÊ YA NAVXWEYÎ TUNE XETERE LI SER HEYE’
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn û wiha got: “Bi hilweşîna rejîma Baasê re li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê dike. niha jî berê hêzên kûrewî û herêmî li Iraqê ye. Ji bo Yemen, Lubnan, Lîbya û Îranê jî senaryo hene. Şerê Sûriyeyê careke din nîşanî me da ku civakên demokrasî û aştiya wan a navxweyî tune di bin xetereyê de ye. Rêya aştiya Sûriyeyê ji Şamê, Kobanê, Heleb û Laziqiyê re derbas dibe. Navnîşana çareseriyê ne mudaxileyên derve, gelên Sûriyeyê bi xwe ne. Bila tu kesên din li ser Sûriyeyê hesaban neke. Ji bo penaberên li welatê me bi ewle vegerin û birînên Sûriyeyê bên kewandin, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Tirkiyeyê. Em ê tu polîtîkayên îradeya gelên Sûriyeyê tune dihesibînin qebûl nekin.
Li Sûriyeyê tenê Tirkiye statûkoyê diparêz e. Bi sala ye şer heye, hat hilweşandin, hilweşiya. Dê pergal û rêveberiyeke nû were avakirin lê statûkoyê ferz dike. Divê can û malê Elewî, Durzî, Xiristiyan û hwd. bên misogerkirin. Divê pêşî li komkujiyên ser gelên din were girtin. Tirkiye li rexekî dibêje ev xak besî me nîne, li rexa din îstiqrara herêmê hedef digire. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li Sûriyeyê, li seranserî Rojhilata Navîn herêma herî biîstiqrar e. Li gel ku ji wir heta niha tenê yek kevir jî nehatiye avêtin, jî her tim gefa êrişê lê dixwin. Her bombeya hûn li wir dibarînin, ew bombe di dilê Kurdên li vir de diteqin.
Her ku em qala aştiya navxweyî dikin, hûn dînamîtan di vê rêyê de di teqînin. Aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê bi şerê li dijî Kurdên aliyê din ê sînor nabe. Ji bo me Amed, Riha û Wan çi be, Qamişlo, Kobanê û Hesekê jî ew e. Divê êdî hûn vê rastiyê bibînin.
BANGÊN JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ
Her wiha di rojên dawî de ji bo yekitiya neteweyî bang tên kirin. Li gorî me ev bang girîng in. Divê kesek eşîr û malbatên xwe nexin pêşiya yekitiya neteweyî. Di demekê li Rojhilata Navîn rejîm hildiweşin de û Rojhilata Navîn teşe digire de, nayê qebûlkirin û nayê efûkirin ku Kurd sînoran li dora partiyên xwe xêz bikin û xemsar tevbigerin. Divê tu Kurd nebin zemîna xeletiyên 100 sal berê. DEM Partî amade ye ku di mijara yekitiya neteweyî ya demokratîk a Kurdan de berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Şandeyeke me li Hewlêrê bû. Ji bo yekitiya neteweyî dikare gavên baş tavilê bên avêtin. Di demeke gef li ser gelê Rojava de Deriyê Semalkayê çima girtî ye? Gelo çendek partiyên Herêma Federe ya Kurdistanê qet vê nafikirin? Deriyê Semalkayê tavilê vekin. Yek ji astengiyên herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî jî ev e.
JI BERÊ VE DIJMINATIYA KURDAN DIKIN
Di rapora têkildarî Kurdên li Sûriyeyê ya sala 1925’an de ku Wekîlê Çankiriyê Abdulhamît Renda amade kiribû de wiha digot; divê Kurdên li Sûriyeyê ji Sûriyeyê bên derxistin lê derbasî rojavayê Firatê jî nebin. Binêrin, wê dem PYD an jî HSD tune bûn. Demek, ji wê demê heta niha dijminatiya li Kurdan heye. Xuyaye ku hinceta PYD’ê derew e. Ji sala 1925’an ve heman siyaset di meriyetê de ye. Baş e çi bi destê Tirkiyeyê ve hat? Tu tiştek.
LI SÛRIYEYÊ 4 MILYON KURD DIJÎN
Li Sûriyeyê niha nêzî 4 milyon Kurd dijîn. Baş e we dîtiye an jî bihîstiye heta niha têkildarî rejîma Sûriyeyê êrişek kiribin? Tune ne. Ji bo nasname û zimanê wan were naskirin têdikoşin. Lê bi roja ye li Enqereyê tenê dengek heye ku ew jî dixwazin Kurd tu mafan bi dest nexin. Ji bo Kurd statûyekê bi dest nexin tevahiya aborî, enerjî û dîplomasiya xwe bi kar tînin. Lê divê hûn bizanin ku dê encamekî bi dest nexin. Musteşarê MÎT’ê û Wezîrê Karên Derve çûn Şamê. Dibêjin ew ji bo xurtkirina diyalog û hevkariyê çûne. Erê baş e birêz Kalin, birêz Fîdan ji bo xurtkirina zemîna hevkariyê herin Kobanê jî. Ew bi xwe naçin wê derê lê SÎHA’yan dişînin. Hûn çima bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtinên rû bi rû nakin? Hûn çima bi wan re fealiyetên dîplomatîk pêş naxin? Ji bo qetilkirina rojnamegeran ÎHA’yan dişînin. Yaw êdî dev ji înkarkirina Kurdan berdin.
204 WELAT DIBÊJIN ‘ERÊ’ LÊ TIRKIYE DIBÊJE ‘NA’
Li Neteweyên Yekbûyî (NY) 205 welat hene. Ji van welatan ji bilî Tirkiyeyê tu kes li dijî mafên gelê Kurd ên li Sûriyeyê nîne. Anku 204 welat dibêjin ‘Bila Kurd mafên xwe yên demokratîk bigirin’ lê tenê Tirkiye dibêje ‘Mafên Kurdan tune ne, hiqûq tune ne, statûya Kurdan nabe.’ 204 welat rêzê ji têkoşîna demokratîk a Kurdan re digirin lê Tirkiye dibêje ‘terorîst.’ Êdî dinya guherî divê hûn jî biguherin.
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Heke ew tecrîd (tecrîda li Îmraliyê) were rakirin dê bibe wesîleya aştiyê. Îmrali, cihê wê ye ku siyaseta pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî. Hevdîtinên bi demê re tên vehêlandin, ev keyfiyet rast nîne. Vê firsendê wiha tune nekin. Binêrin, ji roja birêz Ocalan got heke zemînek were avakirin ez dikarim rola xwe bilîzim heta niha ew zemîn tê tunekirin. Hevdîtina duyemîn, rakirina tecrîdê, avakirina mercên birêz Ocalan, biisrar tên astengkirin. Her carê hincetekê nîşan didin, her carê îşaret bi rojên pêş dikin. Em bi eşkereyî dipirsin, bi rastî jî derdê we çi ye? Hûn li gel aştî û demokrasiyê ne yan na? Her carê hûn dipirsin îcar jî em bipirsin, derê we çi ye?”