RIHA - Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got; “Heta ku êriş ser destkeftiyên me hebin em ê xwe biparêzin” û diyar kir ku ew parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin di çareseriyê de cih bigirin.
Bi hilweşîna rejîma Baasê ya 61 salî re hevsengiyên li Sûriyeyê guherîn. Tirkiye dixwaze ji vê valahiyê sûd bigire û li ser rêveberiya nû ya Sûriyeyê bibandor be. Bi vê boneyê jî bû welatê ewil ê bi Lîderê Heyet Tehrîr el Şamê (HTŞ) Ahmet el-Şara re hevdîtin kir. Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 12’ê Kanûnê de û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî di 22’yê Kanûnê de li Şamê pê re hevdîtin kir.
Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hevserokê Giştî yê PYD’ê yê berê Salih Muslim têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, hevdîtinên bi Şamê re û nêzikatiya li hemberî Kurdan nirxand.
Salih Muslim, da zanîn ku her du hevdîtinên Tirkiyeyê yên dawî bi Şamê re hatin kirin, parçeyeke plana li dijî gelê Kurd e û ev tişt anî ziman: “Em tam nizanin ka Tirkiyeyê di hevdîtinan de çi ji Şamê re gotiye. Lê xuyaye ku Tirkiyeyê gotiye; ‘Bi Kurdan re ne rûnin, bi Rêveberiya Xweser re tu têkiliyan çênekin.’ Di bingeha temamiya van polîtîkayan de jî astengkirina destkeftiyên Kurdan heye.”
‘TIRKIYE DIXWAZE SÛRIYEYÊ KONTROL BIKE’
Bi domdarî Salih Muslim destnîşan kir ku Tirkiye di daxuyaniyên xwe de qala hizûra Sûriyeyê dike lê ev gotin jidil nînin. Salih Muslim, ev tişt anî ziman: “Tirkiye dibêje ku ew dixwaze Sûriye ji terorîzmê xelas bibe. Lê belê ew têgeha ‘terorîstê’ ji bo gelê Kurd û hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser bi kar tînin ku li vir bi aramî dijîn. Bêyî ku şerm bikin YPG û HSD’ê weke terorîst pênase dikin û bi vê hincetê mudaxileyî Sûriyeyê dikin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Polîtîkayên Tirkiyeyê, dişibin mêtingeriya Fransayê ya li Sûriyeyê. Tirkiye bi temamiya hêza xwe hewl dide Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe. Lê belê ji bo gel û pêşeroja Sûriyeyê ev nayê qebûlkirin.”
‘HSD Û YPG JI BO PARASTINA GEL AVA BÛN’
Di berdewamê de Salih Muslim sedemên derketina YPG, HSD, YPJ’ê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdan, ji bo parastina xwe ev hêz ava kirin. HSD, YPG û YPJ piştî sala 2011’an, ji ber êrişên ser gel û destkeftiyên me derketin holê. Ji bo parasteina xaka xwe me xwe birêxistin kir. Heke êriş û gefên ser gelê me bi dawî bibin, wê demê hewcehî bi çekan nabe. Lê di halê hazir de li ser me gef heye û em nikarin dest ji parastina xwe berdin. Ne tenê gefa li ser gelê Kurd, divê ya li ser gelên Ereb, Suryan, Tirkmen û hwd. jî rabe. Heta ku destkeftiyên me hedef bên girtin, parastin jî mafê me yê xwezayî ye.”
‘BI HTŞ’Ê RE RASTE RAST PEVÇÛN ÇÊNEBÛN’
Salih Muslim, got ku heta niha di navbera HTŞ û Kurdan de pevçûnên raste rast çênebûne û wiha axivî: “Peyam dişandin û digotin ku dê êrişî Kurdan nekikn. Heta niha jî ev soza xwe girtine. Komên girêdayî Tirkiyeyê jî her tim êrişî me dikin. Daxuyaniyên dawî de HTŞ’ê digot ku dê hemû hêzên çekdar girêdayî Sûriyeyê bên kirin. Em vê nêrînê bi temamî red nakin. Em jî naxwazin Sûriye parçe bibe. Lê belê ev rewş dema gefên li ser gelê me xelas bûn dikare pêk were. Colanî jî li dijî komên girêdayî Tirkiyeyê ye û dixwaze wan belav bike. Heke Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne û nekeve nava hewldanên cihêkirinê, em dikarin bi Colanî re lihev bikin.”
YEKITIYA KURDAN Û HEVDÎTINÊN BI ENKS’Ê RE
Têkildarî hevdîtinên bi ENKS’ê re jî Salih Muslim wiha got: “Me hevdîtin pê re kirin. Tevî hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirina yekitiya Kurdan jî em dixwazin encamên erênî bi dest bixin. Em, ji bo Kurd bigihijin armancên xwe û daxwazên wan pêk bên, her tim li cem yekitiyê bûn. Hevdîtinên me yên bi ENKS’ê re ku li gel Tirkiyeyê tevdigere, didomin. Koalîsyon û birêz Mazlum Ebdî hatin gel hev û daxwazên xwe anîn ziman. Di pêvajoyên pêş de em ê bi partiyên din ên Kurd re hevdîtinan bikin. Em dixwazin weke nûnerên tevahiya gelan bi yekdengî biçin Şamê. Em dixwazin bi rêveberiya Sûriyeyê ya nû re hevdîtinê bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Em jî parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî pêvajoyê bibin. Em dixwazin bi hev re qanûnan derxînin û her tiştekî li ser bingeheke fermî bidin rûniştandin. Çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên diyalogê, ji bo me tevan a herî baş e.”
MA / Delal Akyuz