ÊLIH - Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Veysel Kartal bertek nîşanî bihayê mûçeyê kêmtirîn da û wiha got: “Em ê heqdetê hejariyê yê kapîtalîzm li me ferz dike qebûl nekin.”
Mûçeyê kêmtirîn ku li Tirkiyeyê bi milyonan kesan eleqeder dike weke 22 hezar û 104 TL hate ragihandin. Li gorî daneyên DÎSK’ê; sînorê xizaniyê 72 hezar û 537 lîre ye û mûçeyê kêmtirîn ê hatiye eşkerekirin û mûçeyê kêmtirîn ê hatiye diyarkirin gelek di bin sînorê xizaniyê de ma.
Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol Îşê û Berdevka Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Veysel Kartal diyar kir ku îktîdarê daxwazên kedkaran jinedîtî ve hatiye û sermayedar esas girtiye.
TIFAQA DIJÎ KEDÊ
Kartal, diyar kir ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye diyarkirin di heman demê de helwesta li dijî zêdekirina mûçeyê 16 milyon teqawidan û 5 milyon kedkarên cemaweriyê jî nîşan daye û wiha got: “Bi vê yekê re diyar bû bê îktîdar xizmetê ji kê re dike, berjewendiyên kê diparêze û kê tune dihesibîne. Bi vî mûçeyê kêmtirîn re menfaetên karsaz û sermayedaran hate parastin û dema hatî diyarkirin jî şert û mercên debarê yên karkeran jinedîtî ve hatin.”
Kartal, da zanîn ku ev wêneyê hejariyê yê hatiye afirandin, parçeyeke polîtîkayên aboriyê ye û wiha axivî: “Tenê dema mirov li daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê di nava 5 salan de eşkere kirin jî dinêre, mirov dibîne bê ka heqdestê me çawa tune dibe. Îspat dike ku kedkar, teqawid, kesên mûçeyê kêmtirîn werdigirin di bin enflasyonê de dieciqin.”
'EM Ê NERAZÎBÛNA XWE BIDOMÎNIN’
Kartal, axaftina xwe wiha qedand: “Heqdest û mûçe her carê li gorî daneyên berevajkirî yên TUÎK’ê tên diyarkirin û di bin enflasyona rast de dimîne. Îktîdara ku sermayedar, patron, derdorên fînansê yên ji pereyan pere qezenc dikin, faîzxwir û qezenca bankan teşwîq dike, bi rêjeya ji sedî 30 a mûçeya kêmtirîn re hejarî hêjayî kedkaran dît. Bi temamî li gorî daxwazên sermayeyê tevgeriya. Kedkar tev li civînê nekirin. Kirêyên avahiyan bi ser 20 hezar lîreyan e. Lêçûnên mitbax, fatûre û hwd. jî dema mirov hesab dike, kes nikare bi 22 hezar û 104 lîreyan debara xwe bike. Ev pereyê tenê bi têrî kesekî nake. Îxtîmaleke mezin dê di sala nû de zem bên kirin. Kedkar dê vê qebûl nekin. Em ê li qadan bin û nerazîbûna xwe bidomînin. Em ê heqdestê ku kapîtalîzm li me ferz dike bi tu awayî qebûl nekin.”