NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava hefteya dawî de li Şirîda Xezeyê 6 pitikan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.
Li Şirîda Xezeyê ku Îsraîl bi hinceta êrişa Hamasê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha hedef digire, ji ber hewayê sar zarok jiyana xwe ji dest didin. Hejmara kesên ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dayin derket 7’an. Ji kesên ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dayin 6 jê pitik in.
Nerîman el Najmeh ku pitika xwe Sila ya 3 hefteyî ji ber sermayê winda kir, ji BBC’yê re axivî û wiha got: “Serê sibehê hişyar bûm û min ji hevjînê xwe re got ku zarok ev demeke hereket nake. Rûyê vekir ku serûçavên wê reş û şîn bûne, zimanê xwe gez kiriye û xwîn ji devê wê hatiye.”