ÊLIH - Berdevkê Înîsiyatîfa Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan diyar kir ku Heskîfa dîrokî beriya ku bikeve binê avê, salê 3 milyon geştiyar di ezimandin.
Heskîfa dîrokî ya 12 hezar salî bi Bendava Ilisû ya ku ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve hatibû çêkirin û piştre navê Wezîrê AKP'ê "Veysel Eroglû" lê hatibû kiribûn, di bin avê de ma. Diviyabû li Heskîfa ku di sala 1981’ê de wekî herêma parastî hatibû îlankirin bizmarek jî nehata kutandin, lê desthilata AKP’ê tevî hemû rexne û dijberiyan ji di sala 2019’an de dest bi çêkirina bendavê kir. Dema ku avahiya dîrokî ya bajêr bi maşînên giran hat xerakirin, şikeftên ku şopa serdema neolîtîk li ser wan hebûn bi teqemeniyan hatin teqandin. Di dema ku navçe di bin avê de bû, ji aliyê TOKÎ'yê ve ji bo şêniyên navçeyê "Heskîf"eke nû hat avakirin. Li gorî rapora Koordînasyona Heskîfê di Îlona 2019’an de 199 gund di bin avê de mane.
JIYAN RAWESTIYAYE
Heskîfa dîrokî beriya ku bikeve binê avê, salê 3 milyon geştiyar diezimand, lê niha şêniyên navçeyê bi xwe jî serdana Heskîfa nû nakin. Berdevkê Înîsiyatîfa Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan ê ku li Heskîfê ji dayik bûye û mezin bûye û ji bo ev der di bin avê de nemîne bi salan têkoşiya, diyar kir ku li bajarê nû bêdengiyeke mezin heye. Ayhan diyar kir ku ol û gelan li Heskîfa ku di bin avê de mabû jiyaneke hevpar ava kiribûn û bi hev re jiyan kiribûn û got: "Jiyana me ya wê demê bi biratiya gelan re derbas bû, gelan firsend dît ku di nava aştî û aramiyê de bi hev re bijîn. Suryanî, ereb, kurd di nava hev de bûn. Li wir bax û baxçe û heywanên me hebûnç Asta jiyana me û dahata me pri baş bû. Mixabin piştî ku ev bendav hat çêkirin hemû bîranînên me yên heyî hilweşiyan. Mînak bax û zeviyên me di bin avê de man. Yanî piraniya kesên li vir dijîn bi ax, rez û sewalkariyê re mijûl dibûn."
RÛXANDINEKE CIVAKÎ Û ÇANDÎ
Ayhan anî ziman ku bendavê koçberiyeke dijwar bi xwe re aniye û diyar kir ku piştî çêkirina bendavê gel ji cih û warên xwe bûne û koçî cihên din kirine. Ayhan got: "Heke hûn darekê rakin, hêdî hêdî dest bi hişkbûnê dike. Li Heskîfê ya ku nû hatiye avakirin niha gel di nava hilweşîna aborî, civakî û çandî de ne. Ji ber ku gotibûn dê derfetên karî bên peydakirin. Lê piştî em hatin Heskîfê ne derfetên kar ne ne çandinî ne jî sewalvanî ma. Ji lew r ehemûyan tune kirin. Têkiliyên mirovî hemû tune kirin. Ji ber vê jî mirov ji hev xeydan in. Niha li nava Heskîfê pêwendiya mirovan bi hev re tune ye."
'HESKÎFÎ BI XWE JÎ NAYÊN HESKÎFÊ'
Ayhan diyar kir ku li Heskîfa dîrokî beriya ku bikeve binê avê hejmara geştiyarên salane li dor 3 milyonan bûye û got ku gelê navçeyê bi xwe hjî serdana Heskîfa nû nake.
GUH LI HIŞYARIYAN NEKIRIN
Ayhan anî ziman ku bi salan têkoşiyane ji bo bajarê dîrokî di bin avê de nemîne, lê hişyariyên wan esas nehatine girtin û wiha got: "Di dema têkoşînê de wekî înîsiyatîf me timî destnîşan kir ku divê dîrok û xweza di cih de bên parastin. Divê ev dîroka 12 hezar salî ji hemû cîhanê û mirovahiyê re li gelek platforman û di daxuyaniyên çapemeniyê de bê pêşkêşkirin. Me her tim ev tişt gotin. Lê desthilatê jî feraseta 'çi bibe jî ez ê çêbikim' afirand. Nifşên nû ji bo nekevin nava şaşiyên bi vî rengî û ji bo bûyerên bi vî rengî çênebi divê xwedî li dîroka xwe, çanda zwe û xwezaya xwe derkevin."
MA / Fethî Balaban