ÎZMÎR - Têkoşîna azadiyê ya mîna Nelson Mandela ku jiyana xwe ji bo azadiya afrîkayiyên di bin nijadperestiyê de feda kir, îro ji bo Abdullah Ocalan ê 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, tê meşandin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd di rojevê de ne. Kurdistanî û dostên wan ji 10'ê Cotmeha 2023'yan û vir ve ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, mîsogerkirina azadiya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd kampanyayeke navneteweyî li dar dixin.
Çalakiya bi pêşengiya nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzvanên mafên mirovan didome û ligel vê bi ferzkirina çareseriyê ya di di pirsgirêka kurd de û geşedanên li herêmê, piştî 43 mehan bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi malbatê ya dı 23’ê Cotmehê de ev peyam da: “Tecrîd dıdome. Ger şert û merc çêbibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi qada hiqûqî û siyasî ve bibim."
ABDULLAH OCALAN: EZ JI BO ÇARESERIYÊ AMADE ME
Piştî peyama di hevdîtina piştî 43 mehan de hat dayîn, li qada Sûriyeyê geşedanên nû derketin holê. Piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam di demeke kin de rejîma Esed a 61 salî hilweşand, pê re Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (ANS) jî êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin.
Di rewşeke wiha de Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan piştî navbereke dirêj li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan careke din diyar kir ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka kurd amade ye û peyama, "Dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ya Tirkiye û herêmê ye."
ABDULLAH OCALAN Û NELSON MANDELA
Gelek derdora ji ber dema girtina Abdullah Ocalan, têkoşîna ji bo azadiya wî ya fizîkî û israra wî ya di "aştî û çareseriyê" de, rewşa Abdullah Ocalan dişibînin ya Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela. Nelson Mandela di têkoşîna xwe ya li dijî rejîma nijadperest de 27 salan di girtîgehê de ma û di encama têkoşîna gerdûnî de azadiya fizîkî bi dest xist.
DU GELÊN RASTÎ NIJADPERESTIYÊ HATINE
Afrîkaya Başûr piştî ku bi salan koloniyeke Brîtanyayê bû, di sala 1931'ê de bû welatek serbixwe. Lê nijadperestiya li welêt bi dawî nebû. Di sala 1948'an de, welat ji hêla rejîma apartheid ve, ku yek ji rejîmên herî sîstematîk ên nijadperest di dîrokê de tê hesibandin, hat birêvebirin. Di vê serdemê de mafên siyasî yên afrîkiyan hatin astengkirin, mafê wan ê hilbijartinê ji dest hat girtin. Hat astengkirin ku afrîkî bi spîyan re li heman taxan nejîn û neyên perwerdekirin; tenê dikaribûn li taxên aîdê wan dikaribûn bijîn û li vir dikaribûn biçin dibistanê. Di vê serdemê de, mirov di qanûnan de wekî "spî", "reş", "rengîn" û "asyayî" hatin senifandin. "Spî" di her warî de serdes bûn.
Mandela, bû rêberek ku dawî li rejîma apartheidê ku di navbera salên 1948 û 1994'an de welêt bi rê ve bir anî û welat ber bi demokrasî û azadiyê ve bir. Mandela bi jiyan û têkoşîna xwe wekî sembola tevgera li dijî apartheidê li Afrîkaya Başûr û li seranserê cîhanê tê qebûlkirin.
TÊKOŞÎNA MANDELA
Mandela di sala 1918'a-an de li parêzgeha Cape ya wê demê ji dayik bû û wekî "tenê xwendekarê reşik" li Witswatersrand, yek ji baştirîn zanîngehên welêt ên wê demê, hiqûq xwend. Mandela piştî ku li vir mezûn bû, bû "Yekemîn parêzerê reşık" ê welêt. Mandela di sala 1943'yan de beşdarî şerê lı dijî apartheidê bû. Ew bû yek ji kesayetên pêşeng ên Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ku ji salên 1950'î û vir ve di navenda tevgera rizgariya reşık de bû. Lê belê di encama zextên rejîmê de ji siyasetê hat qedexekirin.
Tevî vê yekê jî Mandela ku ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt, di sala 1962'yan de hat girtin û bi cezayê îdamê hat darizandin. Mandela di sala 1964'an de bi cezayê hepsa hetahetayî hat mehkûmkirin. Mandela 18 salan di nava şert û mercên giran ên Girtîgeha Girava Robbenê de ma û li wir berxwedan û tevgera xwe bi rêxistin kir. Rejîma apartheîdê, ji tirsa bandora Mandela, di sala 1982'yan de ew veguhast Girtîgeha Pollsmorê.
KAMPANYAYA NAVNETEWEYÎ ENCAM DA
Jiyana Mandela ya zindanê bû sedema rexneyên navneteweyî yên li ser rejîma apartheid. Ji bo azadiya Mandela kampanya hatin lidarxistin. Di encama kampanyayan de Mandela piştî 27 salên dîlgirtinê di 11'ê Sibata 1990'î de di 71 saliya xwe de serbest hat berdan. Derketina Mandela ya ji girtîgehê ne tenê ji bo Afrîkaya Başûr, di heman demê de di têkoşîna li dijî nijadperestiyê ya li seranserê cîhanê de wekî serkeftineke sembolîk hat hesibandin.
Serokê wê demê yê Afrîkaya Başûr F.W. de Klerk û Mandela ku di sala 1993'an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatin dîtin. Mandela di hilbijartinên yekemîn ên sala 1994'an de wekî yekemîn serokkomarê reşik ê welêt hat hilbijartin. Ev hilbijartin yek ji xalên herî girîng ên di dîroka welêt de hat hesibandin. Mandela di dema rêveberiya xwe de lihevhatina neteweyî ya li welêt misoger kir û di avakirina civakek ku reng û çandên cihê di nava aştiyê de bi hev re bijîn, tevkariyên girîng kir.
XELATA TIRKIYEYÊ QEBÛL NEKIR
Di vê heyamê de Mandela azadiya Filistînê parast. Mandela destnîşan kir ku heta Filistîn azad nebe Afrîkaya Başûr azad nabe. Mandela Xelata Aştiyê ya Ataturk a sala 1992’yan ku Tirkiyê biryar dabû ku bide wî, ji ber “sûcdarkirina dewleta tirk a bi binpêkirina mafên mirovan” qebûl nekir.
Mandela ku dema wezîfeya wî qediya û careke din nebû namzetê, di sala 1999'an de serokatiya dewletê radestî Thabo Mbeki kir û ji siyasetê teqawid bû. Mandela ku ji sala 2011’ê û vir ve gav bi gav rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû, di 5’ê Kanûna 2013’an de di 95 saliya xwe de ji ber enfeksiyona rêyên bêhnê jiyana xwe ji dest da.
KAMAPNYAYÊN AZADIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ
Di navbera jiyan û têkoşîna Mandela û Abdullah Ocalan de ku di 4'ê Nîsana 1949'an de li taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye, gelek wekhevî hene. Mandela di tevahiya jiyana xwe de mafên mirovên reşik ên ku ji aliyê kolonyalîst û spîyan ve hatin çewisandin û paşguhkirin parast; Abdullah Ocalan jî îro dixwaze mafên kesên ku ziman û nasnameya wan tên paşguhkirin, bi taybetî jî mafên kurdan bên îadekirin. Her du serok di temenekî ciwan de gundên ku lê ji dayik bûne terikandin û li bajarên mezin ên ku tevgerên wan ên civakî û siyasî hebûn pêşengiya tevgerên ciwanan kirin.
Mandela di dema dîlgirtina xwe ya 27 salan de ji parastina mafên bindestan paşve gav neavêt. Abdullah Ocalan ji roja ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî ew anîn Tirkiyeyê û li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, heta niha xebatên xwe yên "aştî û çareseriyê' didomîne.
Di dema girtina Mandela de hewl dihat dayîn ku ji raya giştî were îzolekirin. Abdullah Ocalan jî zêdetirî 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tecrîda mutleq 43 mehan berdewam kir. Di vî 43 mehî de xeberek jî ji Abdullah Ocalan nehat girtin.
Kampanyaya "Azadî" ya ji bo Mandela hat meşandin îro jî li seranserê cîhanê ji bo Abdullah Ocalan tê domandin. Zêdetirî salek e di çalakiyên protestoyî û çalakiyên din bi milyonan daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd" diqîrin.
OCALAN NAME JI MANDELA RE ŞAND
Ocalan di nirxandinên xwe yên ji berê heta niha de gelek caran têkoşîna Mandela nirxandiye. Ocalan di nameya xwe ya têkildarî mirina Mandela de ku di 5'ê Kanûna 2013'an de di rojnameya Ozgur Gundemê de hat weşandin de bal kişand ser cih û rêbertiya Mandela ya di dîroka têkoşînê de.
PARÊZERÊN WÎ JI BO AZADIYA OCALAN TÊDIKOŞIN
Îro gelek parêzerên ku ji bo azadiya Mandela têdikoşin azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û têkiliyên navneteweyî datînin. Parêzerê Mandela Essa Moosa heta niha wekî endamê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re beşdarî gelek konferans û çalakiyên nobedê bûye.
Essa Moosa di axaftina xwe de got: “Di navbera têkoşîna Nelson Mandela û têkoşîna Abdullah Ocalan de wekheviyên pir balkêş hene. Rewşa Ocalan û tecrîda li ser wî ji tecrîda Mandela pir xerabtir e. Mandela bi giştî li gel girtiyên siyasî yên din ma. Tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye."
MA / Semra Tûran