* Jinan, diyar kirin ku pergala mêrê serdest têkoşîna jinan ji bo xwe weke gef dibîne lewma jinên pêşeng hedef digire û dan zanîn ku mîrateya têkoşînê ya Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.
* Nîzamettîn Kabaiş anî ziman ku xwestine dosyeya keça wî wekî "xwekuştinê" bê girtin û wiha got: "Me gelek caran xwest bi hevala odeyê ya Rojînê biaxivin, lê midûrê waargehê nehişt. Keçikê telefona me asteng kir. Nexwe ew bi tiştekî dizane ku telefonê venake."
* Parêzerê OHD'î Omer Taş ê ku xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û biryara mafê hêviyê bi cih bê got: "Eger hêviya aştiyê hebe divê di vê demê de gavên zelal bên avêtin."
* HDK dê bi şîara “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin. DEM Partî jî dê li dijî xizanî û şer starta kampanyaya “Ked û aştî” bide.
* Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin dê têkildarî komkujiyên jinan ên di 2024'an de li Navenda Çandê ya Zubeyde Anayê ya li Beşîktaşê daxuyaniyê bide. (11.00)
* Çalakiyên nobetê yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Qamişlo û Kobanê hatine destpêkirin dê bidomin. (12.00-16.00) ZINDÎ
* Şaxa Genel-Îşê ya Êlihê dê li dijî qirkirina karkeran a qeyûm li pêşiya avahiya sendîkayê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (12.30)