ŞIRNEX - Jinan, diyar kirin ku pergala mêrê serdest têkoşîna jinan ji bo xwe weke gef dibîne lewma jinên pêşeng hedef digire û dan zanîn ku mîrateya têkoşînê ya Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.
Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê Çileya 2016’an di dema qedexeya derketina kolanan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin, hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan re 9 sal derbas bûn. Her sê jinên têkoşer, di temenê xwe yê biçûk de li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hiştin.
SÊVÊ DEMÎR
Sêvê Demîr, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gelek çalakiyan de cih girt. Ji HADEP'ê dest pê kir û gelek çalakî li dar xist û tev li civînên gelek partiyên siyasî bû. Bi avakirina Tevgera Jinên Azad a Demokratîk re bi awayekî aktîf di nava têkoşîna azadiya jinê de cihê xwe girt. Yek ji jinên ku di sala 2012’an de li dijî tecrîda li Îmraliyê li girtîgehan ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger jî Sêvê Demîr bû. Sêvê Demîr a ku piştî hat tehliyekirin careke din ket nava xebatan, ji ber ku dorpêça li ser bajar zêde bû, heta kêliya dawî beşdarî berxwedana li vê herêmê bû.
FATMA UYAR
Fatma Uyar, di 28’ê Tebaxa 1988’an de li gundê Dihokê ji dayik bû. Zaroka duyemîn bû û 7 xwişk û bira bûn. Dibistan di pola 5'an de terikand û di 12 saliya xwe de tev li nav refên têkoşînê bû. Di destpêka salên 2000’î de bi awayekî çalak di nava têkoşîna ciwanan de cih girt. Fatma Uyar di sala 2009'an de hat girtin. Piştî 5 sal û 3 mehan hate berdan. Ji Serhedê heta Botanê bajar bi bajar, gund bi gund xebat meşand. Fatma Uyar beriya ku were qetilkirin, li Silopiyayê çalakiyên KJA'yê dimeşand.
PARKÎZE NAYIR
Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir jineke her tim di nava têkoşînê de bû. Pakîze Nayir, di sala 1990'î de li gundê Ziristan ê Silopiyayê ji dayik bû. Karî heta pola 5'emîn a dibistanê bixwîne. Bi salan tevî birayê xwe weke karkera çandiniyê xebitî. Paşê li taxa ku lê diman dikaneke kuaforê vekir. Êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bandoreke mezin li ser wê dike. Gelek caran diçe ser sînor û tev li çalakiyan dibe. Pakîze Nayir ku di vê serdemê de bi awayekî çalak dest bi xebatê kir, piştre di nava partiyên siyasî de cih girt û ji bo Hevserokatiya Meclisa Gel a Silopiyayê hat hilbijartin. Pakîze Nayir jî weke hevreyên xwe Sêvê û Fatmayê, bû sembola jinên Kurd ên ku li dijî zilm û tunekirinê li eniyên herî pêş ên berxwedanê û bi ruhekî fedayî yê bilind heta kêliya dawî li ber xwe dide.
Bi minesebeta salvegera 9'emîn a qetilkirina her sê jinan, hevalên wan ên xebatê têkildarî wan ji ajansa me re axivîn.
'JINÊN KU TÊDIKOŞIN HER TIM DI HEDEFÊ DE NE'
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Şirnexê Adalet Fîdan, bi lêv kir ku her sê jinan di têkoşîna azadiya jinan de ked û têkoşîneke bêhempa dane û têkoşîna wan û hevaltiya bi wan re kirî wiha vegot: “Li çar parçeyên Kurdistanê 40 sal in têkoşîneke bêhempa tê dayin. Di nava vê têkoşînê de jî jinan cihên girîng girtine. Jinan pêşengiya têkoşînê kirine. Heval Sêvê, Pakîze û Fatma jî sê mînakê vê bûn. Dema ku mirov dîroka desthilatdaran dinêre, mirov dibîne ku wan her tim jin ji xwe re weke xetere dîtine. Ez bi salên dirêj bi her sê hevalan re xebitîm. Her sê heval hem aktivîstên KJA'yê û hem jî rêveberên partiyê bûn û di meclisa partiyê de jî karê xwe meşandin. Her sê heval jî qadên jinan de cihê xwe girtibûn û xebatên xwe dikirin. Sê hevalên dilnizm, sê hevalên fedakar bûn. Ev her sê heval ji bo azadiya jinê û azadiya gelê xwe têkoşîneke bêhempa dan. Li Parîsê jî sê jin hatin qetilkirin û piştî wê li Silopiyayê ev her sê hevalên me hatin qetilkirin. Ji dîaspora bigire heta ku her çar parçeyên Kurdistanê de jina ku di vê têkoşînê de cihê xwe digire tê hedef girtin. Jina ku dibêje,'ez koletiyê qebûl nakim û ji bo jiyaneke hevpar tedikoşim' tê hedef girtin. Her sê hevalên ku 9 sal beriya niha li Silopiyayê hatine qetilkirin jî ev têkoşîne ji xwe re esas girtibûn."
'GELEK JIN PIŞTÎ WAN TEV LI XEBATAN BÛN'
Adalet Fîdan diyar kir ku ew têkoşîna ku her sê jinan li pişt xwe hiştiye belavî çar parçeyên Kurdistanê bûye û got ku her jinek ji wan bandor bûye û wiha got: "Ev her sê heval di xebatên xwe yên ji bo azadiya jinan de mînakên pir mezin bûn. Sêvê li Botanê û Kurdistanê keseke ku nas nedikir nebû. Her wiha Pakîze di wî temenê xwe yê ciwan de, di demeke kurt de bi wê xebat û têkoşîna xwe di dilê Botanê de ciheke mezin girt. Heman demê de heval Fatma jî hem di hêla xebatê de û hem jî di israra xwe ya têkoşînê de mînakeke. Sekna wan, xebata wan mînak bû û ji ber wê ewqasî dihatin hezkirin û ji ber wê jî hedef jî hatin girtin. Beriya wê û heta îro her tim hedef girtina jinan zêde bû, tundiya li ser jinan zêde bû. Lê têkoşîna jin jî her ku diçe mezintir dibe. Ji wê rojê heta îro em di kîjan kolan û kuçeyên Botanê de xebat bidin meşandin ev her sê heval mînak tên nîşandin. Gelek jinan ev her sê heval ji xwe re mînak dîtin û tev li nav xebatan jî bûn. Bi saya têkoşîna Sevêyan, Fatmayan û Pakîzeyan ev têkoşîna heta îro hat û her ku diçe jî mezin dibe."
'DARAZ BI KUJERAN RE XWEDÎ HEMAN HIŞMENDIYÊ YE'
Bi domdarî Adalet Fîdanê anî ziman ku dema mijar dibe jin dewlet jî û daraz jî bi heman hişmendiyê tevdigere û kujeran ceza nake. Adalet Fîdan, got ku heta kujer hesabê didin û bûyer tê ronîkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Roj nîne ku jinek li cihekî neyê qetilkirin. Jina ku bi destê hevjînê xwe jî tê qetilkirin û bi destê bira û bavê xwe jî tê qetilkirin û bi destê desthilatdariyê ve jî tê qetilkirin re dadgeh bi heman nêzakatiyê nêzîk dibe. Sedema evqas zêdebûna qetilkirina jinan jî necezakirine. Li gorî wan jin li ku bê qetilkirin û kengî bê qetilkirin jin sûcdar e. Di heman demê de jin tundiyê jî bibîne sûcdare û yê ku tundiyê lê dike jî nayê cezakirin. Ev jî dibe sedem ku her roj jinek bê qetilkirin. Hişmendiya ku jinekî li dîasporayê qetil dike û ya li vir qetil dike heman hişmendî ye. Dadgeha ku kujeran û bersûcan nedarîzine jî xwedî heman hişmendiyê ye. Ev her sê jin jî siyasetmedar bûn, weke ku bi lêv dikin ev kes ne kesên bi çekdar bûn. Li Şirnexê keseke ku van her sê jinan nas nedikir nebû. Her roj di nava xebatên xwe yên siyasî de cihê xwe digirtin. Çawa dibe ku piştî hatine qetilkirin cuda bi nav dikin, ev manîpulasyon e. Ji bo ku bi vî rêbazî bûyerê veşêrin wiha dikin. Lêbelê heta ku kujer tên darizandin û hesab didin wê têkoşîna jinan û ya gel jî bidome. Çiraya ku wan ji me re hiştiye rêya me ronî dike."
'PIŞTÎ QETILKIRINÊ ÎŞKENCE LI CENAZEYÊN WAN KIRIN'
Dayika Aştiyê Zeynep Begenîr a ku bi her sê jinan re xebat daye meşandî jî anî ziman ku ew têkoşîna ku her sê jinan li Botanê daye meşandin ew ê tu caran jibîr nekin û got ku li tevî her êrişekî her sê jin bi bêhempa li berxwe dan. Zeynep Begenîr, wiha domand: “Ew tişta ku me dîti heke ku herkesî dîtiba wê demê hemû cîhan dê bizaniba ku me çi kişandiye. Wê demê van zarokan aştî, wekhevî û azadî daxwaz kir. Lêbelê vê dewletê lê nenêrî ku jin e, zarok e, ciwan e çi ye, hema yek carê de qetilkirin. Ev her sê hevalên me jî wê demê hatine qetilkirin. Sê jinên siyasetmedar hatine qetilkirin herkesî guh û çavê xwe girtin. Em 26 rojan di bin dorpêçê de man. Me bi van çavên xwe her tiştek dît. Her sê hevalên me yên jin bi komployê hatin qetilkirin. Divê ku tevahiya cîhanê li ser qetilkirina van her sê jinên siyasetmedar axivî bûyan. Bi zanebûn ev her sê hevalên me hedef girtin. Piştî ku qetilkirin jî îşkence li cenazeyê wan kirin. Jinên zana bûn, bi aqil bûn. Hevaltiya wan û dilsoziya wan a bi dozê re pir zêde bû. Min di destpêkê de Fatma nas kir. Piştî naskirina Fatmayê min Sêvê û Pakîze jî nas kirin. Fatma nû ji girtîgehê derketibû û pêşiya wê jî di nav xebatên ciwanan de bûn. Di temenê xwe de partî nas kir û her xebatek hilgirt ser milê xwe. Çek destê van hevalan de nebûn, ev heval siyasetmedar bûn. Qetilkirin wan nîşaneya wê bû ku çiqasî ji jinên azad ditirsin. Heke ku netirsîban her sê bi hevre qetil nedikirin. Heta ku em ser dinyayê bin em dev ji vê dozê û sozê bernadin. Em ê wan xewn û xeyalê wan pêk bînin. Em ê têkoşîna ku wan ji me re hiştiye bidomînin. "
'KED Û XEBATA WAN JI BO GEL, AX Û NASNAMEYA XWE BÛ'
Ji aktivîstên TJA'yê Besê Cevîz a ku bi her sê jinan re maye jî da zanîn ku her sê jin bûne sembola têkoşîna azadiya jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bejna xwe li ber keda wan ditewînim. Her sê hevalên me siyasetmedar bûn. Her roj li qadan bûn û di nava gelê xwe de bûn. Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin her tim tên hedefgirtin. Di wê rojê de bîra min naçe li Taxa Ş. Harun heval Sevê piştî 22 rojan hat pêşiya gel girt û got,'neçin şer xelas bû.' Piştî ku van gotinan dema ku ji taxeke din derbasî taxa din dibin her sê jî bi hevre ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin. 9 sal bi ser qetilkirina van hevalan re derbas bû lêbelê hê yek kujer nehatiye darizandin. Kujer diyar in û ev kujer tên veşartin û parastin. Ez bi Fatmayê re li taxan de xebitîm. Heval Fatma di temenê xwe yê 12 salî de kete nav xebatan de. Heta dawiyê jî di nav xebatên jinan de cihê xwe girt. Ez bi her sê yan re jî xebitîm. Hevalên pir hêja bûn û keda ku wan kedeke pîroz bû. Ji ber ku ev ked û ev xebat ji bo gelê xwe, axa xwe û nasnameya xwe dikirin. Ji wê rojê heta niha me soz daye ku tişta ku bikeve ser milê me em ê bikin. Em têra nakin lêbelê çi ji destê me bê em dikin. Em ê pey şopa wan bimeşin û mîrateya têkoşînê ku wan ji me re hiştiye bidomînin."
MA / Zeynep Durgut