ÎZMÎR - Rojnamegerê qibrisî Ezîz Şah diyar kir ku planên Çîn, YE û DYE'yê wê li herêmê bi xeta boriya gaza xwezayî ya Qeter-Tirkiyeyê re ku piştî çûna Esad careke din derketiye pêş, li hev asê bibin û got dê têkoşîna xeta bazirganî û enrejiyê bi bazirganî, rêyên gihaniyê re bibin yek û li qadeke berfireh berbelav bibin.
Berî ku şerê navxweyî yê 13 salan li Sûriyeyê ku bû sedema rûxandina rejîma Baas a 61 salî bi dawî bibe, welatan dest bi axaftinê li ser jinûavakirina Sûriyeyê, zeviyên petrolê û rêyên enerjî û bazirganiyê yên ku tê de derbas dibin, kirin. Yek ji van jî Xeta gaza xwezayî ya Qeter-Tirkiye bû ku di sala 2009’an de ji aliyê Esad ve hatibû redkirin. Piştî ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) Şamê di 9'ê Kanûnê de Şamê bi dest xist bi rojekê, di rojnameyên nêzîkî desthilatê de nûçe hatin belavkirin ku ev xet dikare were damezrandin. Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alpraslan Bayraktar ji Anadolu Agencyê re axivî û diyar kir ku projeya xeta lûleyê ya ku ji ber şer hatibû sekinandin, piştî hilweşandina rejima Esad dibe ku ji nû ve were vekirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê, di 12'ê Kanûnê de şandeya Tirkiye-Qeterê ku di nav de Rêveberê Ajansa Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin û Serokê Rêxistina Ewlekariya Dewletê ya Qeterê Xelfan El-Kebî jî hebû, li Şamê bi Colaniyê HTŞ'î re hevdîtin pêk anîn.
Projeya Xeta Gaza Xwezayî ya Qeter-Tirkiye projeyek bû ku dê ji herêma Ras Laffan a Qeterê dest pê bike û di ser Erebistana Siûdî, Urdun û Sûriyeyê re bigihêje Tirkiyeyê û bi xeta boriya Nabucco ya Enqereyê ve bê girêdan û piştre bigihê Ewropayê. Lê di sala 2009'an de, Esed îmzekirina vê peymanê red kir û li şûna wê piştgirî da projeyeke alternatîf a xeta borî ya Îran-Iraq-Sûriyeyê ku bêtir bi armancên jeopolîtîk ên Tehranê ve girêdayî ne. Sedemeke din a redkirina vê xetê ji aliyê Esed ve ew bû ku ev xet dê serweriya Rûsyayê ya ku gaza xwezayî dide Ewropayê bihejîne. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir, projeya xeta boriya Qeter-Tirkiye ne pêkan bû û bi rûxandina rejîma Baasê re dîsa ket rojevê.
Em bi rojnamevanê Qibrisî Ezîz Şah re li ser projeyên boriya gaza xwezayî li Sûriye û Qibrisê û bandora wan li ser siberoja welatan axivîn.
Şah bal kişand ku tişta ku bi ser Beşar Esed de hat cara duyemîn li Sûriyeyê qewimîne û got ku Şukrî El-Quwetlî di sala 1949'an de piştî redkirina xeta boriya petrolê ya şîrketên petrolê yên Erebî-Amerîkî ber bi Deryaya Sipî ve ku dê di nav welêt re derbas bûbûya, bi derbeyekê hat hilweşandin. Şah bal kişand ser wê yekê ku Sûriye xala hevberdana xeta boriya gaza xwezayî ya Qeter-Tirkiyeyê ye ku Esed di sala 2009'an de red kir û got: "Li gorî tiştên ku min di çapemeniya Ukrayna û Tirkiyê de û di rûpelên saziyên ramanê yên Amerîka û Brîtanyayê de xwendine, tê gotin ku 'Nabucco vedigere'.Dibe ku Nabucco ne wekî berê, lê bi awayekî din vegre. Lê rastiyek wê jî heye. Ji lew re ji ber vê Esed hilweşandin. Ev xetên boriyê ji bo endezyariya civakî tên bikaranîn."
'TÊKOŞÎNEKE NÛ DEST PÊ DIKE'
Şah diyar kir ku têkoşîna ji bo boriyan îro bêtir berbelav bûye û got: "Şerê ku ji Afgan-istanê dest pê kir û niha didomin, parçeyek ji polîtîkaya dorpêçkirina Rûsya û Çînê ye. Beşek ji stratejiya astengkirinê jî projeyên lûleya gaza xwezayî ne. Ukrayna welatek e ku ji ber vê siyaseta Çînê hatiye mexdûrkirin, projeya rê û kembera Yekîtiya Ewropayê ya li dijî Çînê heye û bi heman awayî îsal bi rêya Qeterê û Erebên Yekbûyî 3 projeyên xetê hene. Ev wê hemû di hev de asê bibin. Nabucco ya ku 10-15 sal berê avêtin meydanê, wê gaza xwazyî ya Qasfqas û Asyaya Navîn veguhastana. Îro jî qadeke pevçûnê ya nû tê afirandin. Bi awayekî ebrfireh tenê ne xetên boriya gaza xwezayî, li ser bazirganî, xeta gihaniyê û xetên ku Asyayê bi Ewropayê ve û Amerîkaya Latîn ve girêdidin jî têkoşîneke nû dest pê dike."
MA / Tolga Guney