NAVENDA NÛÇEYAN -Rejîma Îranê di nava 24 saetan de 9 girtî bi dar vekirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand ku rejîma Îranê di nava 24 saetên borî de li girtîgehên cuda 9 girtiyan bi dar vekiriye. Hengaw destnîşan kir ku beşek ji girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatîn birîn, ji girtîgeha Evîn a li Tehranê û Girtîgeha Mezin a Tehranê, sewqî Girtîgeha Qezel Hezar hatine kirin.