AMED - Parêzer Resûl Tamur bertek nîşan da ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber dozeke derheqê wan de hatiye vekirin tên krîmînalîzekirin û wiha got: “Bi taybet jî bikaranîna balafirên bêmirov a di înfazan de tê wateya sûcên şer.”
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina qetilkirina rojnamegeran, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û çalakî ji hêla polîsan ve hatin krîmînalîzekirin.
BIBÎRANÎNA HEMPÎŞEYÊN XWE SÛC HATIN HESIBANDIN
Di çalakiya li Stenbolê de 31, li ya Wanê de 10 rojnameger hatin binbçavkirin. Ji rojnamegerên li Stenbolê 7 rojnameger bi hinceta ku wêneyên hempîşeyên xwe hilgirtine bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Şîna ji bo rojnameger Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê hatî danîn, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Di heman demê de li gelek bajaran polîsan êrişî çalakvanan kirin. Polîsan îdia kirin ku rojnamegerên hatine qetilkirin “endamên rêxistinê ne” û gelek kes binçav kirin. Medyaya alîgir û hinek kesan îdia kirin ku rojnamegerên hatine qetilkirin “endamên rêxistinê ne.”
CEZAYEKÎ TEQEZBÛYÎ TUNE YE
Rojnameger Daştan, beriya biçe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10’ê Sibata 2016’an de hate binçavkirin û girtin. Der heqê Daştan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “Gefxwarin”, “Gel ji bo kîn û nefretê sor kiriye” û “Gel ji leşkeriyê sar kiriye” doz hate vekirin û di danişîna ewil a dozê de beraet kir.
Di 18’ê Tebaxa 2015’an û 15’ê Çileya 2016’an de jî der heqê Daştan de ji ber 54 parvekirinên li ser medyaya dijîtal doz hate vekirin. Bi heman îdiayan dîsa doz hate vekirin û di danişîna 1’ê Mijdara 2016’an de biryara beraetê hate dayin.
Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê bi hinceta çalakî û xwepêşandanên di navbera 2012-2014’an de Daştan şopandibû, di 13’ê Hezîrana 2016’an de îdianameyeke cuda amade kir. Danişîna ewil a dozê di 17’ê Çileya 2017’an de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hate lidarxistin. Der heqê Daştan ê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopand de di 13’ê Nîsana 2017’an de biryara girtinê da. Di 24’ê Kanûna 2019’an de jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate vekirin. Li îfadeyê Daştan nehate guhdarîkirin û 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Dîlokê îdianame amade kir. Di 5’ê Gulana 2024’an de jî dosyayên der heqê Daştan de kirin yek dosya. Darizandina vê dozê hêj didome.
JI XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ HATE DARIZANDIN
Parêzer Resûl Tamûr ku di dosyaya biryar beraetê hatibû dayin de parêzertiya Daştan dikir, anî ziman ku Daştan rojnamegerekî bi tecrûbe bû. Tamûr, diyar kir ku dema Daştan li Dîlokê derheqê kes û komên li Tirkiyeyê têkiliya wan bi DAIŞ’ê re de lêkolîn kiriye. Tamûr, da zanîn ku Daştan derheqê rojnamegerê sûriyeyî Najî El Jerf de ku dema der heqê DAIŞ’ê de belgefîlm amade dikir hatibû kuştin de nûçe çêkir û di nava lêkolînê de bû. Tamûr, wiha domand: “Wê demê ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal hate girtin. Tevahiya van parvekirinan şîrove bûn. Wê demê li DÎHA’yê dixebitî û nûçeyên wî û yên li ser DÎHA’yê hatin parvekirin weke hinceta lêpirsînê hatin nîşandan. Dema Nazim sewqî Edliyeya Dîlokê hatî kirin, 2 xebatkarên îstîxbaratê gefa ‘tu bişensî ku hatî binçavkirin nexwe dê dawiya te jî mîna Jarf bûya.’ lê xwarin. Heta dema digot dikeniya û got; ‘bi rastî jî ez bişens bûm.’ Anku wê demê ji ber xebatên rojnamegeriyê hatibû girtin, binçavkirin û darizandin.”
‘JI BO KUŞTINÊ LI HINCETAN DIGIRIN’
Tamur, Da zanîn ku Daştan ji hemû tawanbariyan beraet kiriye û wiha pê de çû: “Nazim tenê karê rojnamegeriyê dikir. Piştî ji Tirkiyeyê çûy, li qadên şer rojnamegerî kir. Dema li wir rojnamegerî dikir jî bi malbat, xizm û hevalên xwe re hevdîtin dikir. Nêzî 8 sal bûn li Rojava rojnamegerî dikir û her kes bi vê rastiyê dizane. Kesê 8 sal in rojnamegeriyê dikke piştî kuştina xwe weke ‘endamê rêxistinê’ tê ragihandin. Tu aliyê vê yê hiqûqî nîne. A rast, rewşekî ku ji bo kuştina wî hincetê biafirînin derket holê. Ji ber ku li qada şer rojnamegerî dikir, diviyabû ji hêla hiqûqa navneteweyî ve jî bihata parastin. Di protokola pêvek a Peymana Cinevê de rojnamegerî weke pîşeya divê parastin hatiye destnîşankirin. Rojnameger, di bin parastina her du aliyan de ne û ev weke berpirsyartiya wan tê diyarkirin. Tirkiyeyê jî ev peyman îmze kiriye. Lewma peyman binpê kir û li dijî Nazim sûc kir û sûcekî navneteweyî kir. Ev êriş ne tenê li dijî Nazim û Cîhanê ye. Her wiha li dijî Çapemeniya Azad e.”
'ÎZAHETA GIRTINAN A HIQÛQÎ TUNE YE’
Parêzer Tamûr, anî ziman ku çalakiyên rojnamegeran a li dijî qetilkirina hempîşeyên xwe bertekekî asayî ye û wiha bi dawî kir: “Dewlet dixwaze tirsekî ava bike û dema li gorî daxwaza wê nebû, hêrs dibe û rojnamegeran digire. Çalakiyên protestoyî û daxuyanî hatin dayin û tu mecbûriyet nîne ku hêzên ewlekariyê bên agahdarkrin. Lê bi vê hincetê rojnameger tên binçavkirin û girtin. Tu îzaheta vê ya hiqûqî nîne. Hewldana rewakirina kuştina rojnamegeran a bi rêya lêpirsîn û teqîbatan, pir talûke ye. Bi taybet jî dema em li çapemeniya Kurd dinihêrin; tevek jî bi heman îdiayan tên tawanbarkirin. Lewma jî em dikarin bibêjin gefa înfazkirinê li tevekan hatiye xwarin. Bi taybet jî bikaranîna balafirên bêmirov a di înfazkrina rojnamegeran de, dê rê li ber sûcên şer ên kes nikare pêşiya wan bigire veke.”
MA / Rûkiye Adiguzel