DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku ku di 5’ê Çileya 2020’ê de li Dêrsimê hatibû windakirin, bi Serdozgera Komarê ya Dêrsimê re hevdîtin kir.
Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku di 5’ê Çileya 2020’ê de hate windakirin û bi ser windakirina wê re 5 sal derbas bûn. Malbata Gulistan Doku, bi boneya geşedanên di dosyaya dozê de bi Serdozgera Komarê ya Dêrsimê Ebrû Cansu re hevdîtin kir. Hevdîtin, li Edliyeya Dêrsimê hate kirin. Di hevdîtinê de hate gotin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê heye û lêkolîna têkildarî bûyerê didome. Piştî hevdîtinê ji malbatê hat xwestin ku mehek piştre dîsa bên dozgeriyê.
ÇI BÛBÛ?
Xwişka Gulistan Dokuyê Aygul Doku di 5’emîn salvegera windakirina xwişka xwe de wiha gotibû: “Di dosyayê de geşedanên nû hene. Têkildarî van geşedanan em ê bi dozger xanim re hevdîtinê bikin. Lewma nikarim agahiyan bidim. Dozgerê berê bi israr digot ‘min ne daniye nav dosyayê.’ Lê dozgera nû ev peyam li dosyayê zêde kiriye. Me karî wan peyaman bibîni. Serdozgera nû jin e, îcar zarokên wê jî hene. Dibêje ku dosyayê bi hûr û kûr lêkolîn dike.”