Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!

img

WAN - Serpelê bi navê Y.A. ku ji ber sûcê kuştina Seyîthan Durdu hatibû girtin, hefteyek piştre hate berdan. Serpel Y.A. di îfadeya xwe de got ku du gule berdaye hewayî û piştre li qereqolê îstihret kiriye. Parêzer Ozal Bedîr jî da zanîn ku leşkerên Durdu birîndar kirin, Durdu li cihê bûyerê hiştin û vegeriyane qereqolê. 

Welatiyê bi navê Seyîthan Durdu (40), di 28’ê Kanûna 2024’an de li gundê Avzêrkê yê navçeya Seravê ya Wanê di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Biryara nepeniyê ya li ser dosyaya lêpirsîna ya Durdu didome. Serpel Y.A. di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin û di 1’ê Çileyê de bi sûcê “Kuştina biqesdî” hate girtin. Lê belê piştî îtîraza hatiye kirin, hefteyek şûnde hate berdan. Parêzerê Durdu dê îro li dijî biryarê îtîrazê bike. 
 
Me xwe gihand îfadeyên li qereqolê yên du serpel û leşkerekî pispor ên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Durdu bi giranî birîndar bû û leşkeran ew di wê rewşê de hiştin û vegeriyan qereqolê. Piştî şahidên bûyerê demekî dirêj li 112’ê geriyan, Durdu rakirin nexweşxaneyê lê ji ber ji nava wî xwîn diçû jiyana xwe ji dest da. 
 
ÎDIAYA ‘MIN GULE LI HEWAYÎ REŞAND’
 
Sê leşkerên îdia dikirin ku bi wesayîteke sivîl penaber dişopandin, gotin ku serê sibehê saet di 03.40’ê de rastî komekî penaberan hatine û ew binçav kirine. Serpel Y.A. îdia kir ku wî du guleyên debanceyê berdaye hewayî û piştre çûye qereqolê û îstihret kiriye. Y.A. di berdewama îfadeya xwe de ev îdia kir: “Saet derdora 07.00’ê min bihîst ku kesek hatiye kuştin. Li gorî min, dibe ku komên cuda yên leşkeran ên penaberan dişopînin jî hebin. Ji ber ku car bi car di dema dewriyeyê de dengê çekan dihat. Ez kesê bi navê Seyîthan Durdu nas nakim. Di dema dewriyeyê de ez qet neçûm cihê lê hatiye kuştin.” 
 
‘BIRÎNDARE LÊ ALÎKARIYÊ NADINÊ’ 
 
 
Parêzerê malbata Durdu, Ozal Bedîr da zanîn ku di roja duyemîn a bûyerê de mudaxilî dosyayê bûne. Bedîr, diyar kir ku bi dozgeriyê re hevdîtin kirine û got ku biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê didome. Bedîr, wiha domand: “Li gorî gotinên şahidan û agahiyên me bi dest xistin, hêzên ewlekariyê sînorê peywira xwe derbas dikin û bi wesayîteke sivîl dest bi şopandinê dikin. Li çolterê Taxa Girêdilê guleyan ber didin û Seyîthan Durdu jiyana xwe ji dest dide. Lê piştî birîndarkirinê ne agahiyê didin nexweşxaneyê ne jî cihekî din. Di roja ewil a lêpirsînê de şahid tên binçavkirin. Dema bûyer çendek roj piştre zelal dibe, du serpel û leşkerekî pispor tên binçavkirin û yek ji wan tê girtin. Bûyerekî girîng e, hêzên ewlekariyê yên li ser sînor her tim rayeya xwe derbas dikin û çekan bi kar tînin. Ne cendirme ne dozgerî ne jî nexweşxane ji tiştên bûyerê qewimîn nayên agahdarkirin. Ev pir girîng e. Gule pir ji nêz ve hatiye berdan. Seyîthan Durdu birîndar dibe lê alîkariyê nadin wî.” 
 
‘ŞAHIDAN DERXIST HOLÊ’
 
Bedîr, got ku lêpirsîn didome û dê berfirehtir bibe û wiha bi dawî kir: “Em dosyayê bi sûcên ‘kuştina bi qesdî’ û ‘binpêkirina peywirê’ dişopînin. Heke li cihê bûyerê şahid tunebûna, ji ber şert û mercên eraziyê, barîna berfê û ji ber ku bûyer bişev qewimî dê me cenazeyê Durdu di demsala biharê de piştî helîna befê bidîta. Ji ber ku li wir şahid hebûn bûyer derket holê. Li cihê bûyerê girtekên lêkolînê, şopên tekera wesayîta leşkerî, şopên xwînê û her tişt hatin tespîtkirin. Yanî dema mirov li cihê kes lê hatiye kuştin û cihê wesayît çûyê dinihêre, ji navberekî nêz ve gule lê hatine reşandin. Di vê rewşê de nepêkan e leşker Seyîthan Durdu nebînin. Heke biryara nepeniyê bê rakirin, jixwe ev rewş dê derkeve holê. Tu gumana me nîne ku ev kes hatiye şopandin, ji nêz ve gule lê hatine reşandin û li wir hatiye hiştin û çûne. Xebata dozger a têkildarî bûyerê didome. Em dixwazin hemû kitekitên bûyerê derkevin holê û lêpirsîneke adilane bê kirin.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Ozlem Yacan 
 

Sernavên din

20/04/2025
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn
16:10 Rewşa girtiyê nexweş Çam di xetereyê de ye
15:27 Li Êlihê hevdîtina jinan: Wê ‘Jin, jiyan, azadî’ bi ser bikeve
15:08 Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî birî
14:33 Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
14:20 Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
13:13 Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
12:35 Li Îtalyayê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Parêzer dê hevdîtinê bi dozger re bikin
09:30 Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
09:09 Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
09:04 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
09:02 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
18/04/2025
18:59 Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:26 Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
16:17 Civînên cotkaran ên li Agiriyê dewam dikin
16:04 Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
16:02 Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
15:53 Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
15:48 Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
15:42 Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
14:38 Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1’ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
14:12 Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
14:07 Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir
13:26 Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin
13:22 Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate destpêkirin
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike
12:58 Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin
11:52 Di doza çalakiyên Saraçhaneyê de dosyayên rojnamegeran hatin cudakirin
11:47 Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim
11:10 Çawişê pispor ê hat tehliyekirin gef li malbatê xwar
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin