* Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçakê diyar kir ku divê êdî pêvajo nebe pêvajoyeke ku ji aliyê DEM Partî û desthilatê ve tê meşandin û got: "Divê hemû saziyên sivîl bi taybet partiyên muxalefetê piştgiriyê bidin pêvajoyê."
* Hat îddîakirin ku Havîn Aşkan a ku bejna wê 1,76 bû xwe bi derî derî ve daleqandiye û xwe kuştiye. Malbatê der barê çawîşê pispor ê ku keça wan pê re zewicî bû, bi sûcdariya "kuştina plankirî" gilî kir.
* Hevserokê Giştî yê DAD'ê Zeynel Kete diyar kir ku ew dizanin ku eger Tirkiye gavên demokratîk neavêje wê bandoreke neyînî li pêvajoya guhertina li Rojhilata Navînê bike û got: "Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e."
* Hat diyarkirin ku Partiya Sedsala Nû bêyî ku agahiya wan jê hebe gelek kes kirine endamê partiyê.
* DBP dê 7’emîn Kongreya Asayî li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê pêk bîne. (10.00)
* Têkildarî hewldana tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê dê li gelek bajaran daxuyanî bê dayîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari dê beşdarî civîna gel a li ber şaredariyê bibe. (10.00-16.00) ZINDÎ
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî cezayê darvekirinê yê li rojnameger Pexşan Ezîzî hatiye dayîn, wê li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Stenbolê daxuyaniyekê bide. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya hezar û 33’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
* Çalakiyên xizmên windayan wê li Amed, Êlih û Colemêrgê bidomin. (12.00)
* Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê dê çalakiya 118'emîn a "KHK dê biçe, em ê bimînin" li Parka Hazalê pêk bînin. (13.00)
* Têkildarî girtiyên nexweş ên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê wê daxuyanî bê dayîn. (13.30)