ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser gotinên Tayyîp Erdogan ên di dema serdana Amadê de û wiha got: “Hizûra Tirkiyeyê jî ya Amedê jî çareseriya demokratîk û aştî ye.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, bertek nîşanî girtina Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclisê û tayînkirina qeyûm da. Bakirhan, got: “Qeyûm, derbeya li dijî demokrasiyê ye. Her du hevalên me jî deriyên odeyên meqaman jêkirin û li gel vekirin. Welatî yekser diçûn cem hevşaredaran, pirsgirêkên xwe vedigotin. Paradîgmaya me cîbicî dikirin. Ev qeyûm ne tenê li îradeya Kurdan, li îradeya îradeya rêveberiya hevpar jî hate tayînkirin.”
'XEFIKA SIYASÎ’
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt anî ziman: “Ji bo ev nîqaş derbasî qonaxeke nû bibin xebatên girîng hene lê AKP bi tayînkirina qeyûman xefika siyasî didane. Ez careke din bibêjim; hûn hezar carên din jî bikin dê nekarin encamê bi dest bixin. Tiştên li xaka Kurdan dikin îro li dijî Şaredasriya Beşîktaşê dikin. Tiştên nekarîn bi sindoqê bi dest bixin bi lîstik û kompasan dixwazin xesp bikin. Divê tavilê dev ji vê zîhniyeta qeyûmperest berdin.”
KRÎZA ABORÎ: HEKE AŞTÎ NEBE NAN JÎ NABE
Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser krîza aborî û got ku ji pereyê bo fona bêkariyê tê komkirin ji sedî 13 jê ji bo bêkaran û ji sedî 87 jî ji bo sermayeyê tê xerckirin. Bakirhan, got: “Ma ev zîhniyet dê çawa bêkarî, xizanî, hejariyê xelas bike? Em ê di demên pêş de hevdîtinên ji bo nan, edalet û aştiyê bihêztir bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî birçîtiyê, ya li dijî bêedaletî û derhiqûqtiyê bidome. Em dibêjin ku heke nan nebe aştî nabe, heke aştî nebe nan, edalet û aştiya civakî jî nabe.”
‘HÛN Ê BI GELÊ HÛN JI MIRIYÊN WAN RE RÊZÊ NAGIRIN ÇAWA AŞTIYÊ BIKIN?’
Bakirhan, wiha domand: “Di serî de Rojava, ji bo aştiya Sûriye û Rojhilata Navîn em têkoşîneke mezin didin. Lê îktîdar hêj jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeletiyan dike. Kengî hêviya aştiyê çêbibe yek ser hewl didin têk bibin. Binêrin, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Nehiştin cenazeyên wan li bajarên wan bên definkirin. Gelo hûn ê bi gelê hûn rêzê ji bo miriyên wan nagirin re çawa aştiyê bikin?
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşîlêgirtina pevçûnan, li Bendava Tişrînê bûn mertalên zindî. Ji bo çete wê bendavê nehilweşînin, ceyrana wan neyê birîn çûn wê derê. Li wir bi ÎHA û SÎHA’yan sivîlan qetil dikin. Ma aştiya civakî wiha tê kirin? Aştiya ku hûn ê bibin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev e? Aştiyeke wiha nabe. Wezîrê Karên Hundir zimanekî ku HTŞ jî bi kar nayîne bi kar tîne û her roj gefan li gelên Rojava dixwe. Ma bi gefan aştî dibe?
EM ERDNÎGARIYA AŞTIYÊ AVA BIKIN
Gotinên jiberkirî yên weke ‘Tirkiye ya tirkan e, Sûriye ya ereban e’ dubare dubare dibêjin. Keko Tirkiye ne tenê ya tirkan, ya Kurdan, Ereban, Elewiyan, Çerkesan û gel û baweriyên din ên li vir dijîne jî. Ma Sûriyeyeke bêyî Kurd, Elewî, Suryan, Ermen dibe? Tekane rêya ewlehî û îstîqrara Sûriyeyê, çareseriyeke siyasî ya demokratîk ku hemû gel û baweriyan esas digire. Lewma divê muzakere dest pê bikin. Ji bo Sûriyeyê fikrekî me heye; divê Sûriye li ser zemîneke demokratîk a berfireh bê avakirin ku Kurd, Elewî û gelên din bi nasnameya xwe bijîn. Ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk Kurdan û gelên din weke gef nebînin. Em dibêjin em tifaqa dîrokî ya Tirk-Kurdan zindî bikin. Piştre jî em qedea Rojhilata Navîn biguherînin. Tekane rêya pêşîlêgirtina şer, pevçûn û mudaxileyên derve, demokratîkkirina wê ey. Em hewzaya Dîcle û Firatê veguherînin hewzaya aştiyê.
PISÛLEYA ME DEMOKRASÎ YE
Em dibêjin ku pirsgirêka Kurd bi di nava demokratîkbûna Tirkiyeyê de dinirxînin. Hinek jî ji bo 3-4 dengan qala cotalayê û nizanim çi dikin. Bila gumana we nebe. DEM Partî baş dizane ka çi dike.
BANG KIR
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş çend roj berê tiştekî girîng got. Got; ‘Divê pêvajoyeke ku rûmeta Kurdan û xîreta Tirkan esas digire hebe.’ Em jî tev li dibin. Lê divê bizanin ku qeyûm, zimanê jehrî ne kirinên serfiraziyê ne. Lê çareserî, cihê şanazî û serfiraziyê ye. Em bang dikin ku her kes li dijî aqilê dewletperest, li dora aqilê demokratîk bibe yek û têkoşînê mezin bike.
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PEYAMÊN OCALAN
Bi vê zanebûniya xwe em piştgiriyê didin peyamên birêz Ocalan. Ji bo aştiyê erk û berpirsyartiyên mezin li ser milên me tevan hene. Dem dema wê ye ku li ser zemîneke wekhev em destê aştiyê dirêjî hev bikin. Di vê mijarê de me heta niha her tim bi gavên erênî bersiv da gavên bixêr ên birêz Bahçelî û muxalefetê. Beşeke mezin a civakê li gel vê ye. Cara ewil e piraniya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê berjewendiyên xwe yên demkî dan aliyekê û piştevaniyeke mezin dan çareseriya demokratîk. Ev tiştekî gelek bi qîmete. Birêz Ocalan di peyama xwe de got ku hêza wî ya kirina aştiyê heye. Êdî dora îktîdarê ye. Bila îktîdar weke gava ewil di çarçoveya demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd de gavan biavêje. Birêz Erdogan çûbû Amedê. Digot; ‘Hizûra Amedê hizûra Tirkiyeyê ye.’ Hizûra hevpar a Tirkiye û Amedê, çareseriya demokratîk û aştî ye. Heke çareseriyeke demokratîk û aştî çêbibe, dê hem Amed hem jî Tirkiye bihizûr be. Lewma em ji bo aştî û çareseriyê hewl bidin.”