Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome

  • rojane
  • 09:00 16 Çile 2025
  • |

AMED - Di ser mirina Yilmaz Yakut ê bi nasnav Kalo ku bêyî ku guh bide binçavkirin, îşkence, binçavkirin û gefên kuştinê li kolanên Amedê rojname belav kirin, 3 sal derbas bûn.

Di 16'ê Çileya 2022'yan de Kaloyê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Kalo, di salên 1990'î de, dema ku li Kurdistanê herî zêde valakirina gundan, revandin-windakirin, kuştinên kiryar nediyar, binçavkirin û girtin dihatin kirin, di Çapemeniya Azad de dest bi xebatê kir. Ji 14 saliya xwe ve wekî belavkerê rojnameya Ozgur Gundemê xebitî. Di vê demê de gelek caran hat binçavkirin, revandin û rastî îşkenceyên giran hat. Di rojeke zivistanê ya sala 1993'yan de dema ku li kolana Melîk Ahmetê a navçeya Sûrê rojname didan aboneyan, ji aliyê endamên Hîzbullahê ve bi satioran rastî êrişê hat û birîndar bû. Ya ku Kalo xilas kir, rojnameyên ku wî di qapûtê xwe de veşartibû bi xwe bûn.
 
PAŞVE GAV NEAVÊT
 
Li gel hemû zextan jî Kalo paşve gav neavêt û wekî “generalê biçûk” yê Apê Musa (Musa Anter) karê xwe domand. Kalo rojnameyên ku ketina wan a Kurdistanê qedexe bû, carna di torbeyên çopê de, carna jî di torbeyên ard an jî di bin satilên tov de vedişartin û li gel belav dikir. Kalo di sala 1992'yan de bi rojnameya Ozgur Gundemê re dest bi têkoşîna xwe kir û heta sala 2010'an rojnameyên Ozgur Ulke, Yeni Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, Yenî Gündem, Yenî Ozgur Gundem û Welat belav kirin.
 
 
Rojnameger Hakki Boltan der barê Kalo de diyar kir ku dema behsa kevneşopiya Çapemeniya Azad tê kirin yek ji wan navên yekem ên ku tê bîra mirov Kalo ye. 
 
Boltan da zanîn ku biryardariya Kalo ji wateya ku wî daye rojnamegeriyê derketiye holê û got: "Wê demê hema bêje her roj mirin çêdibûn. Ji ber vê yekê em Kalo bi taybetî bi bîr tînin. Herî zêde generaltiya Apê Mûsa li wî tê." Boltan got: "Rojnameger li ku derê tengav bûbûya, Kalo diçû wê derê. Bêhna dida wir. Û em soz didin û dibêjin 'Kalo, aram rakeve, mîrateya te ya têkoşînê didome. Em ê vê bidomînin.'" 
 
ROJNAMEVANÊN HATIN QETILKIRIN
 
Boltan diyar kir ku êrişên li ser rojnamegeriyê îro jî dewam dikin û got: "Dema em li sala 2024'an dinêrin, em dibînin ku êrişên li ser rojnamegeriyê kêm nebûne. Hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetilkirin. Tevî ku li ser wesayîta wan çapemenî dinivîsand jî bûn hedef. Çawa Kalo di rojên zehmet de qad vekir û nefes da rojnamevaniyê, Nazim û Cîhan jî li Tişrînê vê kirin. Azadiya wergirtina agahiyan a gel pêk dianîn. Ew jî pêrewên Kalo, Apê Mûsa, Nagihan, Gulistan, Hêro û hemû rojnamevanên têkoşer bûn. Em di şexsê Kalo û hemû hevalên wî de minetdarê hemû rojnamevanên têkoşer in." 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIDOMÎNIN'
 
 
Umît Aslan ê ku bi Kalo re dixebitî û niha rojnameya Yenî Yaşam belav dike jî got: "Yilmaz tevî hemû îşkenceyan bêyî ku dev jê berde, karê xwe berdewam kir. Yilmaz kesekî pir bi moral û bi enerjî bû. Me ji têkoşîna wî moral digirt. Dema ku em bi Yilmaz re derdiketin qadan ew qas bi moral bû û bi aboneyên re pêwendiyeke germ hebû... Em biçûna ku hurmet nîşanî wî didan û bi navê Kalo gazî wî dikirin. Lewma mirina wî bandoreke nebaş li me kir. Em niha têkoşîna wan didomînin." 
 
Aslan anî ziman ku ew û hevalên wî jî rastî êrişên bi heman rengî hatine û got: "Lê me nekarî dest ji têkoşîna xwe berde. Ji ber ku rojnamegerî bi rastî erkeke pir pîroz e. Ji ber ku hûn rê li ber mirovan vedikin. Me paşve gav neavêtiye û em ê neavêjin jî. Ji lew re em generalên biçûk ên Apê Mûsa ne."
 
 

Sernavên din

20/01/2025
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin