DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike

  • rojane
  • 13:48 17 Çile 2025
  • |
STENBOL – Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê amadekariya kongreyê dike û wiha got:  ““Bi rêxistinbûneke xurt em ê Stenbol û hemû Tirkiyeyê ji bo gelê xwe veguherînin qadên jiyanê.  Niha dem hatiye ku em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî 2’emîn Kongreya Asayî ya ku wê di 23'ê sibatê de bê lidarxistin, li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîsyona Kongreyê, Hevserokên Herêmê Gonca Yangoz û Murat Kalmaz û Wekîlê DEM'ê yê Stenbolê Celal Firat beşdarî civînê bûn.
 
Hevberdevkê Komîsyona Kongreyê Unal Yusufoglu ku daxuyanî xwend diyar kir ku wan mehek berê dest bi amadekariyên kongreyê kirine. Yusufoglu wiha got: “Em hêvî dikin ku kongreya me ya bajar ku em ê di vê pêvajoya girîng û dîrokî de pêk bînin, ji bo gelê me bibe sedema aştî, azadî û demokrasiyê. Stenbol navenda têkoşîna ked, azadî û jiyana nû ye. Stenbol ku di heman demê de bajarekî kurdan e, qada hevpar a têkoşîna karker, kedkar, elewî, jin û ciwanan e. Stenbol di siyaseta Tirkiye û herêmê de xwedî roleke diyarker e.  Serketina Stenbolê serketiya Tirkiyê ye. Bi rêxistinbûneke xurt em ê Stenbol û hemû Tirkiyeyê ji bo gelê xwe bikin qada jiyanê. Em ê weke DEM Partiyê bi ruhê 1’ê Gulana 77’an, Gezî û kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê têkoşîna xwe ya hevpar bi serkeftinê tacîdar bikin.”
 
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK
 
Yusufoglu anî ziman ku di kongreyê de ji bo civakîbûn û mayîndekirina têkoşîna aştiyê berpirsyariyên mezin hene û wiha got: “Em di serdemeke dîrokî ya ku hêviyên mezin ên aştiyê yên gelên Tirkiyeyê şîn bûye re derbas dibin. Rêxistina me ya Stenbolê ji bo ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê zêdetir têbikoşe. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hêviyek li coşa jiyana hevpar û azadiya gelên Tirkiyeyê bi taybetî jî kurdan zêde kir. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, azadiya ked û biratiya gelan de em hevdîtina bi birêz Ocalan re girîng dibînin. Em ê xeta nû ya têkoşînê û perspektîfa siyasî ya ku em ê li gorî wê ava bikin biafirînin. Em ê hewl bidin fikra DEM Partiyê, qanûna pêkhateyan û beşdariya takekesî xurt bikin."
 
AŞTIYEKE BI RÛMET PÊWÎSTÎ YE
 
Yusufoglu bal kişand ser wê yekê ku ew ê ji bo çareseriya demokratîk, aştiya mayînde û edaleta civakî têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Navenda partiya me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û civakîbûna aştiyê amade ye ku her berpirsyariya xwe bi cih bîne. Rêxistina Stenbolê dê bi vê perspektîfê saziyên xwe nûjen û xurt bike. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya bi rûmet pêwîstiyeke bingehîn e. Kongreya Stenbolê ya DEM Partiyê ji bo avakirina siberoja demokratîk a ku gelê me jê re dixwaze bibe gaveke girîng. DEM Partiyê navnîşan û qada hevpar a têkoşîna kedkar, kurd, elewî û hemû bawerî û komên etnîkî yên li Stenbolê ye. Werin em careke din di nava DEM Partiyê de bibin yek û lêgerîna xwe ya têkoşînê parve bikin."
 
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonya Yangoz axivî û wiha got: “Pêvajoyên kongreyê demên rêxistinkirinê ne. Em diyar dikin ku em ê li qadan çi ji destê me bê em ê bikin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî pêvajoyê bibin."
 
‘EM BI HEV RE DENG DERXIN’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat, diyar kir ku kongre ji aliyê mafên hemû beşên civakê ve girîng e û wiha got: “Di pêvajoya ku Tirkiye tê re derbas dibe de, divê her beşê civakê bibe xwedî gotin. Di pêvajoyeke ku bêedaletî tê jiyîn û mirov tên marjînalîzekirin de, pêwîste hemû gelê me mil bi mil tevkariyê li vê pêvajoyê bike. Em di heman malan de dijîn, di heman atolyeyan de dixebitin û êdî divê em bi hev re deng derxin." 
 
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

20/01/2025
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin